Rojnameya Heftane

Di Avestayê de jin

Aysel Tabak

Zerdeştî ola herî kevn a wehiyî ye. Ji sedsala şeşan a Beriya Zayînê (B.Z.) heta sedsala heftan a  Piştî Zayînê (P.Z.) li Îran, Mezopotamya, Azerbaycan û Hindistanê ola herî belavbûyî û fermî bû. Piştî ku erebên misilman Îran û Mezopotamyayê dagir kirin piraniya zerdeştiyan neçar man koçî Hindistanê bikin. Yên mayî jî piranî bûn misilman.

Cihê ku zerdeştî derketiye holê teqez nayê zanîn lê piraniya lêkolînerên vê mijarê li ser Bakriya, Harezm û welatê Medyayê disekinin.

Bingeha zerdeştiyê digihîje olên kevnar ên hind-îranî. Gelek ayetên Avestayê dişibin metnên pîroz ên  ‘Veda’ya hindan. Di heman demê de navên heyî yên pîroz jî dişibin hev. Agir û av hem di baweriya hindan de hem jî di zerdeştî-Avestayê de gelek girîng e. Ji bo av û agirî qurbanî didan û diyarî pêşkeş dikirin.

Ahûra Mazda û Zerdeşt

Di baweriya zerdeştiyê de Ahûra Mazda xwedayê mezin û yek e. Hin ruhên pîroz jî hene ku alîkariya kar û barên Ahûra Mazda dikin. Ev heft ruhên pîroz in ku ji wan re ‘Ameşa Spanta’ (ruhên comerd) tê gotin. Her yek ji wan berpirsiyarên qadekê ne. Mînak ‘Aşa Vahîşta’ agirî diparêze û rêya rast nîşanî ruhên pîroz dide. ‘Vohû Manah’( aqilê baş) li cinnetê pêşwaziya ruhên-kesên pîroz dike û temsîla hişmendiyên qenc e.

Zerdeşt ji malbata Spîtama pêxemberê zerdeştiyê yê yekta ye. Diyarkirina dema jiyana wî ne teqez e lê piraniya lêkolîneran li hev dikin ku di navbera sedsala 11 û 6’an a B.Z. de jiyaye. Zerdeşt ê ku hem pêxember hem jî keşîşê vê olê ye, di 30 saliya xwe de wehî jê re hatiye. Pêşî Vohû Manah xwe nîşanî wî daye, paşê ew biriye hizûra Ahûra Mazda. Zerdeşt baweriya xwe bi Ahûra Mazda anî û bû pêxemberê wî.

Bi awayekî giştî tê zanîn ku dema ola zerdeştiyê derketiye holê li piraniya cîhanê jin di nav civakê de gelek bê qîmet bûn û asta statûya jinan di nav civakê de gelek li jêr bû. Lêkolînerên Avestayê piranî hemfikir in ku bi derketina zerdeştiyê û belavbûna li deverek berfireh, rewşa jinan gelek guheriye û baş bûye. Gava em li ayetên (Stenza) Avestayê dinêrin bi rastî jî wekheviya jin û mêran dibînin. Nîşaneya pêşî em dikarin bêjin ku şêweya bangkirina Ahûra Mazda û Zerdeşt e. Hema hema di hemû Stenzayan de Ahûra Mazda û Zerdeş bi xwe bangî ‘jin û mêr ên xweyî gotin û hişê qenc’ dike. “Ey jin û mêrên qenc, bi guhên xwe tiştên herî qenc bibihîzin û bi hişên xwe zelal bifikirin. Ji bo ku di navbera herduyan de (qencî û xerabî)  başiyê hilbijêrin bi hişekî zelal bifikirin” (Yasna 30/2). Heta di hin Stenzayan de ewil bangî jinê dike; “Ez hewl didim van doktrînan hînî we jinên nezewicî û we (zavayan) bikim, şîretan li we dikim. Bi awayekî jidil bala xwe bidin fikirînên qenc û wan di nav xwe de bihewînin, ji ber bikin û hîn bibin” (Yasna 53/5,6,7).

Di Avestayê da çîrok an destanên ku behsa afirandina jin û mêran dike tune ne. Tenê dibêje ‘Ahûra Mazda meriv, heywan û zindiyên din afirandine’ (Vendidad 2/35-38). Cara ewil dema ku Ahûra Mazda der heqê serdema cemedê de hişyarî û şîret dide, behsa jinê tê kirin. Xweda ji Yima Kişhata (Di destanên persî de Mîr Cemşîd) re dibêje ku warek bi navê ‘Vara’ yê ava bike û jin û mêran, heywan û heyînên din li vir bi cî bike û bi agirî germ bike. (Vendîdad 2/1-43)

Di Avestayê de jin tenê bi karên malê mijûl nîn in. Di nav civakê de berpirsiyariyên cuda cuda jî dikeve para wan. Di hin beşên Yasnayê de pêxember û Ahûra Mazda bangî jinan dikin û dibêjin ku xwe di warê hînbûn û perwerdeyê de xurt bikin û zanîn û tecrûbeyên xwe hînî kesên qenc û xwedî hişmendiyên baş bikin. Ji jinan tê xwestin ku bibin mîsyoner û baweriya zerdeştiyê belav bikin. “Yên ku rastiyê (doktrînên zerdeştiyê) dizanin, jin û mêr, van rastiyan hînî kesên din bikin” (y. 35/6). Kesên ku bikaribin di civakê de bibin rêveber divê sê sal perwerdeyê bibînin. Jin jî tevî vê perwerdeyê dibin û piştre dibin mîsyonerê zerdeştiyê.

Ji xeynî vana der heqê azadbûna jinê de jî hin ayet agahiyên girîng didin. Mînak jin gava dizewicin dikarin mêrê xwe bi xwe hilbijêrin. Ev yek gelek girîng e. Tê zanîn ku di heman serdemê de li hin deverên wek Yewnanistanê ku dibêjin dergûşa şaristaniyê ye û li welatên din ên Rojava jin bi xwe nikaribûn mêrên xwe bi xwe hilbijêrin. Berî zewacê bindesta bavê bûn piştî zewacê jî ya mêrî. Lê di zerdeştiyê de jin azad bûn. Di çend Stenzayên Yasnayê de behsa zewaca keça Zerdeştî ya biçûk Pourukista tê kirin. Zerdeşt di vir de şîretan li keça xwe dike û dibêje, “Gava te hevserê xwe bijart serî li zanebûna xwe bide. Li gorî zanîn û baweriya xwe biryarê bide”(y.53/3) û her wiha di tu derê Avestayê de nabêje ku mêr serdestê jinê ye yan jî divê jin xizmeta mêr bike. Bi giştî dibêje bi hev re bi hişmendiyeke qenc karên baş bikin.

Jin û rîtûel

Aerpatistan beşek ji bo keşîşan e. Hemû beşên wî negihîştine dema me lê halê hazir di beşên heyî de hin agahiyên der heqê jin û xebatên wan de hene. Wê demê karê merivan bêtir cotkarî bû. Jin û mêran tenê di wextê ayîn û rîtûelan de dikaribûn dev ji karê xwe berdin. Di serdema pêşîn a avestayî de jin wek keşîş dikaribûn tev li ayîn û rîtûelan bibin. An jî di perestgehan de agirî (ku di baweriya zerdeştiyê de pîroz e) diparastin. Di beşa “Vispered”ê de behsa ayînên demsalî tê kirin. Gazî jin û mêrên qenc tê kirin da ku tev li van ayînên pîroz bibin.

Wek ku dixuyê di serdama pêşîn de jin di civakê de xwedî berpirsiyariyên girîng bûn lê bi demê re di bin bandora hin bawerî û têgihên biyanî de ji doktrînên orjînal dûrdikevin û rol û girîngiya jinan di civakê de kêm dibe. Serdema Vendîdadê (Beşeke Avestayê ye) û hin nivîsên dema sasaniyan vê paşketina statûya jinan nîşan dide. Dîsa jî di zerdeştiyê de mafê jinan ji gelek deverên cîhanê baştir bû.