spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yilmaz hevalê heqîqet û wêrekiyê bû

Bi sedan sal in, ji împaratoriya Osmaniyan bigirin heta komara tirk li dijî gelê kurd polîtîkayeke qirkirin û bişaftinê tê meşandin. Di her kêliyê de zext, tundî û êrîş kêm nebûne. Li dijî vê hewldana tunekirinê berxwedan bûye pîvana jiyan û parastina hebûnê ya gelê kurd. Ev dengê berxwedanê pêl bi pêl gur dibû û pêwîstiya gihandin û ragihandinê derketibû holê. Cara yekemîn Celadet Elî Bedirxan di sala 1898’an de li Qahîreya Misrê bi Rojnameya Kurdistanê bû bersiv û dengê gelê kurd bi zimanê kurdî ji cîhanê re ragihand. Êdî ev qonaxek bû ku dengê berxwedan, têkoşîn, êş û azarên gelê kurd bê bihîstin û bilind bibe. Ji serdema Osmaniyan heta Komara Tirkiyeyê kesayetên xwedî berpirsyar ji bo dengê gelê xwe ragihîne zend û bendên xwe badidan. Heta salên 90’î rewşanbîr û rojnamevanên kurd li gel zor û zehmetiyên dijwar ev pêywir bi cih dianîn.

Piştî salên 90’î êdî bi wayekî rêk û pêk, sazî û dezgehên gihandin û raghandinê hatin rûniştandin. Rojnameyên wekî Yenî Ulke û bi zimanê kurdî jî Rojnameya Welat derketibû ser dikê. Rojnamevan û rewşenbîrên kurd êdî di warê ragihandinê de qonaxeke nû dabûn destpêkirin. Lê ev wisa hêsan nebû. Çapemeniya kurdî êdî berê tîrên dewlet û hêzên tarî yên di nav dewletê de dabû ser xwe. Heqîqeta ku dihat ragihandin aciziyek çêkiribû.
Ew destê qirêj ê dewletê dest bi kuştina rewşenbîr û rojnamevanan kiribû. Yek ji wan jî nivîskar, rewşenbîr û rojnamegerê kurd Mûsa Anter, ango bi navê din Apê Mûsa bû ku di sala 1992’yan de hat qetilikirin. Dewletê dixwest bi qetilkirina rojnamevanan dengê civakê qut bike û heqîqetê di tarîtiyê de bihêl e. Destûr nedida ku yek rojname jî bê belavkirin û gelê kurd rastiyan bibîne, li ber xwe bide û tê bikoşe. Lê ji heft, heta heftêsaliyan dildarên vê Çapemeniya Azad hebûn. Bi taybetî jî yên ku dibûn pir û xelek di navbera heqîqet û civakê de. Ên ku dengê azadiyê ji gel û xwînerên kurd re radigihandin, belav dikirin hebûn. Ji wan re digotin belavkar. Belê rastî belav dikirin, heqîqet belav dikirin, berxwedan û têkoşîn bi rêya rojnameyan belav dikirin. Dihatin kuşitin, dihatin îşkencekirin lê dîsa jî ji ya xwe nedihatin xwarê. Alaya têkoşîna azadiyê qet li erdê nedihiştin. Her yek ji wan dil ji pola bûn. Her yek ji wan bûbûn şervanekî azadiyê. Lewma jî ji wan re digotin Generalên Biçûk yên Apê Mûsa. Ew sekn û biryardariya Apê Mûsa di şexsên wan de xuya dikir. Lewma jî gihiştibûn mertebeya generaliyê. Yek ji wan jî Yilmaz Yakût bû.

Yilmaz, di sala 1977’an de ji dayik dibe û di destpêka salên 90’î de yanî bi derketina rojnameyên azad re li Amedê dest bi belavkariyê dike. Di nava gel de jî wekî Kalo dihat nasîn. Temenê wî biçûk bû lê vîn, wêrekî û sekna wî gelekî mezin bû. Di wan salên dijwar de ku dewletê hêza xwe ya tarî yên wekî JÎTEM û Hizbulkontra xistibû dewrê “Generalên Biçûk” ên Apê Mûsa her yek ji wan dibû meşaleyek û civaka kurd bi rojnameyan ronî dikirin. Belavkarên ragihandina azadiyê gelek caran bi êrîşan re rûbirû man, lê tiştekî wan bêzar nedikir. Yilmaz, di belavkariya ragihandina azad de dibe remz. Kesayetek wêrek bû. Yilmaz her tim digot, ‘heta ez bimirim jî ez ê belavkariyê bikim’. Ji ber di salên xwe yên xebatê bi dehan caran rastî êrîş, îşkence û tunduya hêzên dewletê hatibû ji aliyê tenduristiyê de jî bandor lê hatibû kirin. Heta 2010’an dikarîbû belavkariyê bike û êdî tenduristiya wî dest nedida bidomîne. Lewma jî ala têkoşîna azadiyê, ango xeleka di naveber Çapemeniya Azad û civakê de radestî belavkarên nû dike. Lê Yilmaz qet û qet dev ji têkoşîna xwe berneda û hertim li cem belavkaran bû, rê û rêbazên belavkariyê û tecrubeyên xwe yên bi salan bi wan re parve dikir.

Yilmaz, di bîranên xwe de digot, “Ev dema heyî li gorî salên me belavkarî dikir gelekî baş e. Ketina rojnameyan a Kurdistanê qedexebû. Me gelekî zehmetî dikişand ku heta rojanameyan bixin bajêr û wan li xwîneran belav bikin. Dijmin li pêşiya me diket kemînê. Destûr nedida em rojnameyan belav bikin. Me gelek caran dixist binê dendikan, me dixist nav cilê xwe. Çi rêbaz nedima ku me nediceriband. Em hetim dihatin binçavirin. Polîsan me li kuderê bidîta dida pê me û me biqefalta li me dixistin. Lê dîsa jî em ji dijmin neditirsiyan.”
Belê bi rastî jî salên 90’î wehşetek hebû. Her roj li kolanan welatparêzên kurd û rojnamevan dihatin kuştin. Di vê serdema nexweş û tarî de herî zêde pêwistî bi wêrekî û rêxistinbûyînê hebû. Her roj hejmara mirovên wêrek ên azadîxwaz û dildarê Kurdistanê zêde dibû. Ji hev bi bandor dibûn û didan pey rêça hev. Wan ala têkoşînê li erdê nedixistin. Di her qada civakê de giyanê wêrekiyê pêş diket. Bi taybetî jî Çapemeniya Azad hem rista wêrekbûnê girtibû ser milê xwe û hem jî belavkarên mîna Yilmaz ev heqîqet li civakê belav dikirin. Ligel ewqas tundiya hêzên dewletê jî Yilmaz ji rojekê jî ji wêrektiya xwe tawîz neda û her roj rojname digihand xwîneran.

Yilmaz, di belgefîlma ku Mehmet Salîh Çelîk û Kemal Hanazayên li ser serpêhatî û jiyana wî kişandibûn dibêje; Herî kêm ew 300 carî hatiye binçavkirin û dibêje di salên 90’î de gelek Genarlên Biçûk dihatin qetilkirin û tenê sûcê wan ew bû ku rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav dikirin. Yilmaz dibêje, ji ber ku wan rastî ji gel re radigihand dihatin îşkencekirin û qetilkirin. Belê bi rastî jî ked û xebata kalo û yên mîna wî ji aliyê me Çapemeniya Azad ve qet nayê ji bîrkirin.

Lê mixabin rastiyeke din jî heye ew jî mirin e. Her çiqas tehl be jî rev jê tune ye û Yilmaz jî ji wê şerbeta tehl vexwar. Ev demek bû nexweşîna penceşêrê li Yilmaz peyda bûbû û dihat dermandkirin. Lê Yilmaz ê ku di her kêliya kar û xebatên xwe de li dijî hêzên kujer ên dewletê bi ser diket, vê carê nekarî li pêşberî nexweşîna bêbext bi ser bike ve. Dibe ku ji bo Yilmaz a herî tehl jî ew bû ku di nav nivîna de jiyana xwe ji dest dida. Belê ew tehlî di 16’ê çileya 2022’an de Yilmaz girt û wî ji nav me bir. Dibe ku Yilmaz bi awayekî fizîkî ji nav me koç kiribe, lê ew ê her tim di dilê me hemû xebatkarên Çapemeniya Azad de bijî.