27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman li benda helwesta me ye

Rêxistina Perwerdehî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), cara pêşîn di 21’ê Sibata 1999’an de ji bo ku rê li ber windabûna zimanan bigire, dabîn bike ku ziman li saziyên fermî jî bên bikaranîn, bikaribe berdewamiya çeşîdiya ziman û çandê ya li ser rûyê dinyayê pêk bîne, destekê li pirzimaniya li nav civakan bike û bikaribe der barê nirxên zimanî û çandî de hişmendiyekê li rojevê bide hiştin, ev roj wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ragihand.

Sedemeke girîng a hilbijartina vê rojê heye. Ji lew re di 21’ê Sibata sala 1952’yan de li paytexta Bengladeş Dakkayê (ku wê hengê di nav sînorên Pakistanê de bû) gelek endamên Tevgera Zimanê Bengalî hatibûn kuştin. Xwendekarên bengladeşî ji bo zimanê wan wek zimanekî fermî bê naskirin, xwepêşandanek li dar xistibû, lê hêzên dewleta Pakistanê gule li wan reşandibûn. Pejirandina vê rojê her wisa ji bo bibîranîna vê rewşê ye jî.

Ji ber polîtîkayên netewe-dewletên yekperest bi taybetî di demên mordern de, gelek ziman û çand ji holê biriyan. Ev yek encama vê siyaseta monîst e ku ji bilî ziman û çanda etnîsîteya serdest maf nade yên din ên di nav sînor û serweriya xwe de.

Nemaze di sedsala bîstan û vê sedsalê de, ji hêla dewletên xwedî vê karakterê ve, ji ber qedexekirin, bêstatûhiştin û mehrûmkirina zimanên din ên ji perwerdehî û xizmetên gelemperiyê, ji ber siyaseta sîstematîk a asîmîlasyonê gelek ziman li ber mirinê ne, di talûkeyê de ne, gef li ser hebûna wan heye û endamên zimanên cuda ên di bin serweriya van cure dewletan de nikarin zimanê xwe veguhêzin nifşên nû.

Em behsa xetereya li ser zimanan, hebûna tehde û pêkutiyan dikin. UNESCO’yê ji bo vê yekê jî pîvan peyitandine, da ku were zanîn bê ka zimanek çi qas di talûkeyê de ye:

– Veguhastina zimanekî ya ji nifşekê li nifşa din

– Hejmara kesên axêverên zimên

– Rêjeya axêverên zimên a li gorî yekûna nifûsê

– Guherînên li qada bikaranîna zimên

– Bertekiya zimên a li qad û rewşa nû

– Ji bo hînbûna zimên, ji bo fêrbûna xwendin û nivisîna bi wî zimanî hebûna materyalên pêwîst

– Helwesta dewlet û saziyan û siyaseta wan, rewşa fermî ya zimên û bikaranîna zimên jî tê de

– Helwesta ferdên wê civakê ya li hemberî zimanê wan

– Mîqdar û wesfê belgeyên heyî yên eleqedarî zimên.

Gava em li ser van krîteran hûr bibin em dê bi hêsanî bikaribin rewşa zimanê xwe jî baş hîn bibin. Ev hînbûn jî dê bihêle ku divê mirov ji bo berdewamî û zindîhiştina zimanê xwe, ji bo bergiriya li pişaftinê, ji bo veguhastina zimên a li nifşên nû û hwd. çi bike.

Li gorî xebatên sosyolenguîst û lêkolînên şirketên rapirsiyê, rewşa zimanê kurdî ne baş e, ji bo zimanê me defa hawarê lê dikeve. Rêjeya bikaranîna kurdî di nav zarok û ciwanan de, li gorî kesên navsere û temenmezin pir kêm e. Li aliyê din, kesên ku asta perwerdehiya wan a bi tirkî çi qas zêde ye, asta wan a asîmîlasyonê jî ew qas bilind e. Rêzik û qaydeyê pişaftinê ya sê nifşî bi çargavê diçe.

Mirov dikare gelek mînakên din bide, li ser sedema rewşê û encamên sepanên siyaseta dewletan raweste, rexne li wan û helwesta wan bigire. Rast e, sedem û sersedem ew in. Lê ji bilî rexne û tesbîta rewşê, gelo ne hewce ye ku em berê rexneyan hinek be jî bidin helwesta xwe?!

Ji lew re, du aliyên vê têkoşîn û xebatê yên ji bo gihîştina vî mafî hene, ku divê bi awayekî paralel bi hev re bên kirin. Yek jê têkoşîna demokratîk û rewa ya li dijî siyaseta dewletê ya din jî xebatên ji bo geşedan, bikaranîn, berbelavkirina zimên û xurtkirina hişmendî û hesta zimên a di nav civakê de ye. Bar û berpirsiya sereke ya pêkanîna vê yekê jî dikeve ser pişta civaka kurd a rêxistî ku divê xwedî siyaseteka zimên û plansaziya wê be. Loma ji kirina rexneyan û nerazîbûna ji rewşê bêhtir êdî dem dema avêtina gavên pratîk e. Bicihanîna erk û berpirsiyê ye, kirina razemeniya li ziman û nifşên nû ye. Veguhastina vî emanetî ya li zarokan e ku ew dahatûya zimên in jî.

Ziman hebûn û xwebûn e. Roja zimanê zikmakî li me hemûyan pîroz be û hestgermiya vê rojê jî her timî be.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê