26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman û şêwaza dilsojên kurdî

Samî Tan
Samî Tan
Ziman û Raman

Gelî xwînerên hêja û berkeftî, ev dem û hemû demên we xweş û geş bin. Van rojan bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî mijara parastin û geşkirina zimanê kurdî di rojevê da ye. Li ser vê mijarê bername tên amadekirin, panel û gotûbêj li dar dikevin. Lê mixabin ev mijar zêde nakeve rojeva piranîya kurdan. Dîsa em komek mirov dilsojên zimanê kurdî li ser vê mijarê dipeyivin, em bi gilî û gazinan dilê xwe diperitînin.

Êdî dem hatiye, belkî derbas jî dibe, divê em vê mijarê bixin rojeva civaka xwe, di vî warî da rê û rêbazên nû peyda bikin. Her wekî me gelek caran gotiye, êdî divê meseleya parastin û geşkirina zimanê kurdî bikeve malan. Ji bo vê yekê gavên pratîk pêwîst in, her wekî pêşîyan gotiye: “Xebat ker e, tu biajoyî, dê here.”

Erê ji bo xebatê amadekarîyek pêwîst e; rast e, divê em bala xwe bidin karûbarên xelkê, ji kirinên wan hin tiştan hîn bibin. Lê belê heta mirov nekeve avê, hînî avjenîyê nabe. Her kes dê ji alîyê xwe dest bi kar bike, lê dê ji hev hîn bibe, ji hev hêz û quwetê bigire.

Her wekî Sebrî Botanî gotiye:

Ji bo pêşvebirina ziman

Evro hene hezar dergeh

Eger bawer nekin ji min

Dişêm bînim hezar belge

Lê xebat û çalakîyên me hê jî di çarçoveyek teng da dimînin, nakevin nav gel. Nîqaşên me yên li ser ziman jî pirî caran di çarçoveyeke teng a teknîkî da dimînin û vê pêkenoka li jêr tînin bîra mirov:

Mamoste ji şagirt pirsî: Hêk nêr e, yan mê ye?

Şagirt got: Eger çêlika di hêkê da mirîşk be, hêk mê ye, û eger dîk be, bêguman hêk nêr e.

Lewma jî kesên li ber destê me perwerde dibin, heke mirovek wateya cînavk, tewang, daçek û hwd. nezane, ji wan kirî ku ew bi kurdî nizane. Ji ber vê helwesta xwe, ew pirî caran li şûna kil bikin, kor dikin. Ew wekî cendirmeyên zimanê kurdî tevdigerin û nahêlin ku mirov li gorî dilê xwe, bi kurmancîya ku pê dizanin bipeyivin. Mirov ji tirsa belakiriya wan newêrin bi kurdî bipeyivin. Em qala zimên dikin, lê zimanê ku em bi kar tînin, ne dilkêş û balkêş e. Xuya ye ku me wekî Xanî zimanê xwe neînabe nizam û întizamê û cefa nekêşaye ji bo yê amê. Ji ber ku pirî caran em napêjin û dibêjin, şêwaza me wekî girara rijî lê tê, kêfa kesî jê ra nayê.

Belkî divê em Mîr Celadet ji xwe re nekin mertal û gotinê li nav çavên mirovan nexin û nebêjin: “Kuro eyb e, şerm e, fehit e. An hînî zmanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in. Bê zman kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîyeke giran e.” Ev şêwaz di roja îroyîn da kesî li kurdî venagerîne. Em zimanekî xwe, şêwazeke dilkêş mirov bikêşin nav xebata parastin û geşkirina zimanê kurdî. Li şûna ku em bibêjin:

Vejîne zimanê xwe ey xwendevan,

Nebûye milet hîç kesek bê ziman

Çêtir e ku em bibêjin:

Zimanê me xweş û xeroş û ciwan

Eger baş bizanî tu nakî ziyan

Em xweşîya zimanê xwe nîşanî mirovan bidin, em bi berhemên balkêş û dilkêş wan bikin bengîyê/a zimanê kurdî.