Rojnameya Heftane

Ji Hz. Nûh heta Mehmet Tûnç; Cizîr

Rehberê min ê xeybanî, ji êvar ve min plansaziya xwe kiribû ka ez ê çawa li nav Cizîrê bigerim. Li min dibe sibe. Ez ewil diçim ser berber û riya xwe teraş dikim. Edetî nola zavayekî ez xwe ji Cizîrê re dixemilînim.

Ji derbasbûna min a nav Cizîrê û vir ve, dengekî xeybanî di guhê min de dike kurtepist û ji min re dibêje mamo ez te li Cizîrê bigerînim? Deng, pir zêde ciwan e. Gelo ev çi kes e?

Nizanim çima, hema hey sewta Mehmet Tûnç di kûrahiya guhê min de dizinge. Gelo ev ne dengê Mehmet Tûnç be? Ji xwe re di dilê xwe de dibêjim: aha vaye min ji xwe re rehberek dît! Lê dengê tê guhê min, mîna dengê zarokekî ye! Xwe bi xwe ez pirseke din ji xwe dikim: gelo ev dejavû ye? Axir ez xwe bi destê rehberê xwe yê xeybanî re berdidim. Ew bi ku de diçe ez jî ji xwe re didim dû wî.

Keştiya Hz. Nûh û Keştiya Alalû

Çawa pirbûna kulîlkên biharê, mêşa hinguv şerpeze dike ku nizane ka xwe li ser kîjan kulîlkê venijîne û hinguv jê bimêje, çawa teyrê baz bi pirbûna çivîkên di nav refê mezin de şerpeze dibe û dike nake nikane çivîkekê ji wan çivîkan binêçîrîne, aha ez jî wanî bi dewlemendiya dîroka Cizîrê re şerpeze dibim.

Vêca wexta ez biryarê didim ku dest bi nivîsandina lêkolîna xwe bikim, vê niqlê bi dehan peyv xwe di ber hev re dikin û êrîşî qelema min dikin. A qenc ew e ku ez ji keştiya Hz. Nûh destpê bikim. Jixwe navê rûpela min, Keştiya Alalû ye. Alalû, qarekterekî mîtolojîk e.

Rîwayet ev e; Alalû qralekî revoke ye ku ji gerstêrka bi navê Nîbirû li keştiya xwe siwar bûye û ‘terkî-Nîbirû’ bûye. Piştî rêwîtiyeke bi tirs û xof her wiha xeternak, dinya me kişif dike û tê xwe li vê gerstêrka me ya niwaze a ku nola morîkek şînbirik e datîne. Rawestgeha Alalû ya ewil, dera çemê Dîcle û Firatê ya xwe lê digihîne hev, ew der e.

Xwînerên hêja, piştî Alalû yê min û we vê dinyalika me, vê hêlîna me ya xweşik û şîrînok kişif dike û şûnve, radibe yekê nake dudu qordînata cihê lê di gel peyamekê, ji xwişk û birayên xwe yên li Nîbirû re dişîne û ji wan daxwaz dike ku ew jî werin. Alalû di peyama xwe de dibêje:

“Min gerstêrkek welê muhteşem keşif kiriye ku hemû pêwistiyên me yên jiyanî di xwe de dihewîne. Tişta li Nîbirûyê tine ye jî, li vir heye. Daxwaziya min ji we ev e ku hûn jî qet nesekinin; hûn jî lêxin demlidest werin. Em ê tevdek ji xwe re li vê gerstêrka xaşêlî û nuh-î-top ku hîn xwumûm nehatiye ser, pê xenê bibin!”

Piştî peyama Alalûyê, giregirên niştecihên Nîbirûyê li keştiyên xwe siwar dibin û tên gel Alalû. Radibin ji xwe re tavilkê gundekî bi navê Erîdû ava dikin (Samuel Noah Kramerê navdar ku ew bi xwe lêkolînerê şaristaniya Sûmeran e, dibêje: Peyva Erîdû, tê wateya Herîdûr û roja îro jî ev peyv di kurdî de tê bikaranîn) û bi vî awayî serpêhatiya mirovahiyê destpê dike…

Di derheqa afirandina benîademiyan de, du çavkanî di destê mirovahiyê de hene: yek kitêbên pîroz ên olî; dudu, kevalên kîl ên Sûmeran. Di hemû kitêbên pîroz û her wiha kevalên Sûmeran de, awayê afirandina benîademiyan hema hema tevdek wekî hev in.

Tofan

Piştî benîademî li hev zêde dibin, êdî gewî dibin, di ser xwe re diçin û bêemriya afrînerê xwe ango bêemriya xwedayê xwe dikin. Xweda, ji vê şêla benîademiyan pir hêrs dibe û biryara tofanê li wan rake dide. Li gorî kitêbên pîroz Hz. Cibraîl, li gor kevalên Sûmeran jî serferîşte Enkî ji Hz. Nûh re dibe alîkar, da ku wî û çend heb merivên dilpak ên bawermend ji tofanê xelas bike. Piştî amadekarî temam dibe, hingê destpê dike û dibe giregira ewran, şîrqeşîrqa birûskan û tofana avê radibe; edetî erd û ezman vedireşin. Tofan ew çend tirsnak û bi xof bûye, afirîner jî ango xweda jî ji wê tofana xwe dilerize û diqutufe.

Hasilî kelam, piştî heft roj û heft şevan baran disekine û hêdî hêdî av vedikişe. Paşê keştiya Hz. Nûh xwe li ser çiyayê Gûdî ango çiyayê Cûdî datîne (ji ber ku tîpa ‘g’ di zimanê erebî de tine ye, di şûna tîpa ‘g’ de, tîpa ‘c’ hatiye bikaranîn. Loma jî navê çiyayê Gûdî, wekî çiyayê Cûdî derbasî Qurana pîroz bûye)…

Li gorî kevalên kîl ên Sûmeran nivîsandiye dibêje, çaxa keştiyê xwe li ser çiyayê Nissir (Cûdî) danî, paşê Zîûsûdra/Ûtnamapîştîm (ev her du nav jî ên Hz. Nûh in û tên wateya kesê temendirêj) ji keştiyê derdikeve, spasiya xwedayê xwe dike û xwarineke xweş wekî em bibêjin mewlûdekê di riya xwedayê xwe de datîne. Piştî hingê xweda Anû, her wiha serferîşte Enlîl pê dihese ku Hz. Nûh ji tofanê filitiye. Li ser vê yekê xweda Anû pir hêrs bûye û gotiye:

“Diviyabû temamê benîademiyan helak bibûna! Kî ji benîademiyan re bû alîkar heta hinek ji wan ji tofanê filitîn!?”

Hingê serferîşte Enkî radibe li ser xwe û li xwe mikur tê ku ew ji Hz. Nûh re bûye alîkar û ji tofanê xelas kiriye. Enkî, sedema xelaskirina Hz. Nûh û bawermendên wî wanî tîne ziman:

“Ey Yezdan Anû û serferîşte Enlîl! Heke hinek ji benîademiyan ketibin nav qirêjî û nebaşiyê, ma çi gunehên mirovên nola Hz. Nûh dilpak û bawermendên wî hene ku em qencan û neqencan tevîhev mehû û helak bikin!”

Hingê xweda Anû bi serferîşteyên xwe re civînekê di derheqa Enkî de li dar dixîne. Her çiqas Enkî bêemrî kiribe jî, wî mafdar dibîne û ew tê efûkirin. Her wiha xweda Anû û meclisa wê biryarê distîne ku ji niha pê ve ew ê careke din tofanê raneke, lê ew ê tenê kesên xwurifî, zalim û ji riya xwedayê xwe derketî werin cezakirin.

Serpêhatiya benîademiyan

Piştî av vedikişe, dinya aram dibe. Hingê Hz. Nûh xwe berdide jêr, devê çemê Dîcleyê. Li cihekî, çem dibû du çeq û di navberê de giravek hebû. Derbasî giravê bûn. Bi keviran ji xwe re avahî çêkirin. Avahiya wan, dişibiya keştiya wan a ku ew ji tofanê xelas kiribûn.

Heke baskên wan hebûya, ew ê ji şahiyan bifiriyana. Lewra cara duyem, serpêhatiya benîademiyan destpê dikir. Dinya bûbû gul û gulistan. Ûtû/roj, tîrêjên xwe berdabûn ser erda welatê Dilmûnê/Cizîrê û edetî ew dol dikir. Dayika axa ku ji avê himil geriyabû, çeqê xwe vekiribû, xêr û ber diwelidand.

Bi vî awayî mirovahî li hev zêde bû û nola mêşa hinguv şilê berdan û her bavekî, malbata xwe da dû xwe û berê xwe dan deverek din a dinyalikê. Lê malbata esil a bingehîn qet ji cihê xwe neliviya. Ji wan re digotin gûdî/gûtî.

Xwînerên ezîz! Dor hat êdî em qala welatê Dilmûnê û xwecihên wê gûtiyan bikin. Dilmûn Cizîr e, gûtî jî kurd bi xwe ne. Aha ji heft hezar sal û vir ve ye, ev serpêhatiya wan bi xwe ye. Serpêhatiya dayik û bavê mirovahiyê ye; serpêhatiya kurd û Kurdistanê ye. Kerem bikin!

Keleha Cizîrê

Tê gotin ku cara ewil keleha Cizîrê ji hêla hûriyan ve li ser temelê wê yê berê hatiye zeximkirin. Hûrî, wêrisên gûtiyan in û ew jî pêşiyên pêşiyên kurdan e. Wexta meriv navê çiyayê Gûdî ku di Quranê de wekî Cûdî derbas dibe li ber çavan digire, hingê nola kevirê di kilsê de rûnê, wanî heqîqeta navê pêşiyên kurdan û erdnîgariya wê bi ayetên kitêbên pîroz tên selimandin û li cihê xwe rûdinê.

Piştî hûriyan, em dizanin ku mîtaniyan jî li heman herêmê hikum ajotine û ev şaristanî jî wêrisên hûriyan e.

Piştî mîtanî ji hêla Asûran ve têkdişkên, li bilindahiya Zagrosan bi navê Xalda-Ûrartû, dewleteke serbixwe ava dibe. Ev dewlet jî wêrisên mîtaniyan e û ev deweleta Xalda-Ûrartûyan jî carcaran Cizîrê dixîne nav sînorê hikumdariya xwe.

Bi hilweşîna dewleta Xalda-Ûrartûyan re, vê carê med li herêmê dibin desthilatdar. Heta Med dibin împaratorî. Em baş dizanin ku med jî, wêrisê Xalda-Ûrartûyan e.

Li gor hin lêkolîner dibêjin, di dema me ya nêzîk de ango hezar sal berê, hikûmdariya Merwaniyan jî qismekî keleha Cizîrê restore dikin û hinekî din zexim dikin. Ev jî tê wê wateyê ku Cizîrê ji Merwaniyan re jî malovanî kiriye.

Piştî hilweşîna Merwanî û dewleta Eyûbiyan, vê carê mîrên Cizîrê radibin û derbasî ser textê Cizîra Botan dibin.

Di beşa tê de, rehberê min ê xeybanî min li qesir û qonaxên mîrê mîran, mekanê Melayê Cizîrî, Îsmaîlê Cizîrî, Mem û Zîn û Hz. Nûh digerîne… (Didome)