Saturday, September 25, 2021

Zindan bi rola pêşengiyê radibin     

Adar Şaman

Bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP’ê bi gelemeperî dewleta tirk bixwe, ji bo xwe ji krîzan rizgar bikin, bi şeweyeke piralî êrîşî jin, civak û xwezayê dikin. Hewl didin nirxên hezaran salan ên bi taybetî bi keda jinan hatine afirandin, çi bi êrîşên fizîkî çi jî bi rê û rêbazên taybet ji holê rabikin. Bi hêsanî dikare bê gotin ku dixwazin ‘cehaleta serdema Ebû Cehil’ li ser civakê ferz bikin û wê birûxînin.

Bi vê zanebûnê dema mirov li zindanan binihêre, zindan neynika polîtîkayên desthilatdariyê ne û rûyê desthiladariyê yê qirêj bi awayekî zelal nîşan didin. Her ku lawaz dibe, “lepê” xwe li civakê dixe. Dema îro mirov ji derve li tarîtiya zindanan dinihêre, rûyê desthilata AKP û MHP’ê hîn baştir dibîne. Îro ji her serdemê bêhtir, sepanên dermirovî li ser fikir û bedena mirovan bi şêweyên cur bi cur tên ferzkirin.

Di hişmendiya pergala desthilatdar de, mirov mîna mirovan nayên hesibandin! Di pergala desthilata AKP-MHP’ê de her zindanek mîna aşê qirkirinê tê şixulandin. Ev jî qirkirina çand,  fikir, ruh, bîr û baweriyê ye. Ev di heman demê de qirkirina jin û civaka demokretîk e.

Desthilatdarî, bi dîlgirtina jinên têkoşer, armac dike ku di pêşengiya fikir û nerîna jinê de civak neyê guhertin û xwe birêxistin neke. Aqilê netewe-dewletê, di kesayeta jinan de civakê parçe dike û wê ji cewhera wê qut dike.

Pêdiviya civakê

Hêza civakê, ji civakê hatiye dizîn. Civaka ku hêza wê nebe, ew civak ji her cure êrîşan re vekiriye. Pêdiviya civakê bi xwerêxistinkirinê heye. Loma jî tenê bi vî awayî dê dikaribe xwe biparêze. Rêxistinî jî bi zanebûnê pêkan e. Diyar e ku desthikata AKP û MHP’ê ji ber jina zana, rêxistinkirî û çalakvan bihêrs e û jê ditirse. Li gorî desthilatdariyê, cihê jinên têkoşer, afirîner, siyasetmedar û yên li hemberî bêadaletiyê serî radikin zindan e.

Mirovahî şahidê dîroka nêz a derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ye. Bi qasî îro jin di zindanan de hene, dema rejîma 12’ê Îlonê evqas tune bûn. Hêrsa desthilatdariyê, ji jinên pêşeng û rexistinkirî, ji lawaziya aqilê pergalê ye. Li devereke ku aqil lê kêm be, li wir jiyan ditevizê û “ajo” serdest dibin. Ya jiyanê rengîn dike, hest in, manewiyat û aqil e. Bi dîlgirtina jinên têkoşer, ew tu carî nayên lawazkirin û teslîmgirtin. Ew ê her xwediyên gotinên xwe bin. Ew jinên bedew, têkoşer, şoreşger, bi aqil û hêza xwe pêşengiyê dikin.

Keda azad civaka azad e

Îro dîsa li tevahiya zindanan, li hemberî zilmê, çirûska berxwedanê geş dibe. Îro bi pêşengiya jinan di serî de li zindana Amedê û her wiha li tevahiya zindanan, ji bo mirovahiyê têkoşînek tê dayîn. Tovê di dîrokê de bi destê jinan hatibû reşandin, vaye îro li her dera cîhanê geş dibe. Têkoşîna ji bo nasnameya jiyaneke azad bi nêrîna jinê, çi li derve, çi jî li nav çar dîwarên zindanan, bi xwe re hevsengiyên nû saz dike. Di vê qirna xapînok de, pêdivî bi hevsengiya têkoşîna jinan a gerdûnî ya hevgirtî heye.

Deshilatdariya tirk bi salan e siyasetmedar, şoreşger, aktivîst û muxalîfan dixe zindanê. Armanca dewletê ji vê yekê ew e ku her kesî ji têkoşîna maf û adaletê dûr bixe û wan teslîm bigre, lê belê ev kesên ji bo dewletê “xeter in” û desthilatdariyê ew xistine nav çar dîwaran, di zindanên dewletê de jî têkoşîna azadiyê û heqîqetê didin. Ev kesên ji ber fikirên xwe yên siyasî rehîn hatine girtîn, di nav çar dîwaran de jî serî natewînin û li hember zilmê berxwedanê bilind dikin. Cihê lê zilm û newekhevî hebe, li wir têkoşîn û serhildêrî heye. Her kêliya jiyanê bi kedê ava dibe. Keda azad civaka azad e.

Dîlên azadiyê serî natewînin

Zindan, ne tenê bi bedena xwe, bi gotin û fikrên xwe jî li hember neheqiyê û zextan radibin. Êrîş li ser beden, fikir, sekin û tevahiya jiyana dîlên azadiyê tê meşandin. Xitimandin û rizandina di siyasetê de, dibe sedem ku mirov bedena xwe bi birçîbûnê bihelînîn!

Zindan, di van kêliyên dîrokî de, bûne nûnerên kêliyên hêviyê, evîn û serkeftina siberojên bi hev re jiyana azad. Dîlên siyasî di bin xetereyek mezin de dest bi grava birçîbûne kirine.

Serî netewandina dîlên azadiyê, bi xwe re tirs û xofeke mezin dike dilê desthilatdariyê. Tenê tirsê nake dilê wê, desthilatdariyê gelekî agresîf û bihêrs dike. Em dizanin ku rêxistinbûn yekane çareseriya tevahî pirsgirêkan e. Ev yek jî bi têkoşînê pêk tê. Ji ber ku berxwedêrên zindanan, li hemberî bêadaletiyê, zext û êrîşan îro dîsa bedena xwe kirine mertal. Li şûna ku desthilatdarî daxwazên girtiyan bîne cih, beravajî vê yekê êrîşî wan dike û hemû alavên wan ên jiyanî desteser dike.

Ruhê demê

Mêtinger bi çavekî wisa li zindanan dinihêre ku ew li gor xwe dikare bi hêsanî desthilatdariya xwe lê serwer bike, berxwedanê bitepsîne, berxwedêran bêvîn bike û wan teslîm bigire. Lê têkoşerên zindanan, her carê ji nişka ve bi helwesta berxwedanê dadikevin qadên têkoşînê û pêşengiya derve dikin.

Têkoşerên li zindanan li gor ruhê demê tevdigerin. Pêşiya têkoşîna azadiyê ronî dikin û bi ruhekî kolektîf dibin hêviya çareseriya pirsgirêkan. Berxwedêrên zindanan tu carê serî netewandine û îro jî bi rola dînamîk a têkoşîna demokrasiyê radibin. Ruhê wan tu carê natemire û her diçe geştir dibe.  Sekna zindanan, li dijî lawazbûn, dudilî û teslîmiyetê ye. Têkoşîna zindanan, dê jin û civakê azad bike.

Naveroka berêPiştî salekê
Naveroka ya piştî vêTiştanok (mamik)