26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zindanên Amedê bûne îşkencexane

Zext û îşkenceyên li ser girtiyên girtîgehên Amedê didomin. 20 gardiyanan êrîşê girtiyan kir û nexweşxaneyê jî rapora derbkirinê neda girtiyan. Her wiha haya dozgerê girtîgehê jî ji bûyerê tune ye.

20 gardiyanan êrîşê girtiyan kir

Li girtîgeha Amedê ya bi Hejmara 1’ê gardiyanan li girtiyan xistin. Hamdusena Ada yê girtî di hevdîtina girtî de, ya ku bi malbata xwe re pêk anî, ragihand ku gardiyanan ew jî tê de li gelek girtiyan dane. Xwişka Ada Reşehat Ada der barî hevdîtina ku di 5’ê nîsanê de pêk hatibû wiha axivî: “Birayê min dema ji bo hevdîtina girtî hat cihê hevdîtinê nikaribû destê xwe rake û bi telefenê bigire. Destê wî reş û şîn bûbû. Me jê pirs kir lê agahî nedan. Dema hevdîtin bi dawî bû û em derketin me dît ku dayîkek li derve digirî. Em pê re axivîn û dayikê got ku 20 gardiyanan êrîşê lawê min û girtiyên din kirine. Me yekser parêzeran agahdar kir. Parêzer bi birayê min re axivîn û birayê min got rast e. Piştî ku gardiyanan li wan dane ew birine nexweşxaneyê lê rapora derbkirinê nedane wan.”

Divê gelê kurd li dijî îşkenceyê bêdeng nemîne

Reşehat Ada di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wan li ser bûyerê bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirine lê dozger gotiye ku haya wê ji bûyerê tune ye û wiha berdewam kir. “Em vê zilm û zordariyê napejirînin û em ê pey vê îşkenceyê bernedin. Em ê xwe bigihînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî. Ji gava min bihîst ku li birayê min dane vîr ve ez nikarim xwarinê bixwim. Rewşa wî her li pêş çavên min e.”

Her wiha Adayê destnîşan kir ku birayê wî ji dil û gurçikê xwe nexweş e û divê her meh biçe nexweşxaneyê lê ev 3 meh in nabin nexweşxaneyê û dermanên wî yên ji bo dil jî nadinê.

Ada di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zext û îşkenceyên ku ev 3 sal in li girtîgeha Amedê pêk tên û wiha got: “Em van îşkenceyan û zordariyan qebûl nakin û ez bangî gelê kurd dikim ku bila li beramberî vê zilmê bêdeng nemînin.”

Her roj binpêkirina mafan a li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetir dibin û îşkence li girtiyan tê kirin. Rêveberiya girtîgehê hê jî eşyayên girtiyên ku ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê sewqî girtîgeha bi Hejmara 1’ê ya heman kampûsê bibûn, nedaye wan. Her wiha lêgerînên li qawîşên her du girtîgehan jî zêdetir bûne û gardiyan li girtiyan didin. 