spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zizek: Têkoşîna Ocalan têkoşîna min e

Civaknas û feylozof Slavoj Zizek, der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û got: “Piştevaniya bi Ocalan re bê şert e. Têkoşîna wî têkoşîna min e.”

Civaknas û feylozofê di cîhanê de navdar Slavoj Zizek, di salvegera 9’ê cotmehê roja komploya navdewletî de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadî xwest. Peyama Zîzek di Rojnameya Yenî Ozgur Politikayê de hat weşandin. Zizek, di peyama xwe de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadî xwest û got: “Piştevaniya bi Ocalan ê di girtîgehê de bê şert e. Têkoşîna wî têkoşîna min e. Çima? Ji ber sê sedemên girêdayî hev in.”

Beşek ji peyama Zizek wiha ye: “Sedema yekemîn, bi gelemperî di roja îro ya Tirkiyeyê de, tişta ku hatiye serê kurdan û li deverên cîhanê yên din ku bi serê mislimanan de hatiye mîna hev e. Li Tirkiyeyê hikûmeta Erdogan û li Hindistanê hikûmeta otoriter a Narendra Modî  ji koma berxwedêr aşkere dixwaze dest ji têkoşîna çekdarî berde, destur nade çekan berde. Ji bo hikûmetek otoriter ev yek nayê qebûlkirin. Divê muxalefetên demokratik ê rewa wekî terorîst îlan bike. Çima? Ji bo otorîteya xwe rewa bike.

 Ocalan îdeolek nayê xeyalkirin

Herî dawî kêliya demê û yekîbûn: Em ji bîr nekin ku Ocalan ne tene wekî “Kurdên Azad”, nûnerê sembola projeya siyasî ya mezin e. Di heman demê de divê em ji bîr nekin, wekî Julian Assange, bi parêzerê xwe re qet temasa wî tune ye, an jî pir hindik temasa wî heye. Di girtîgehê de kesekî bi tena serê xwe ye. Tenê dimîne. Bi qasî ez dizanim, pêşketina Ocalan a li girtîgehê pêşketina entelektuelî di asta awarte û pir pêş de ye. Feminizm, psikanaliz û teriya nujen keşif kiriye. Ji ber vê yekê Ocalan îdeolekî ku nayê xeyalkirin e.

Ew ne mirovê sêyemîn ê cîhanê ye. Em bi temamî kesekî ji me ye. Bi awayekî manevî aydî me ye. Em kesên rojavayî divê hin tiştan ji wî fêr bibin.

Divê em ji bîr nekin ku em bi mirovekî pir zane, rewşenbir û dilê wî lê dide û bi awayekî pir neheq êşê dikişine re rû bi rû ne. Ocalan destê aştiyê dirêjî dewleta tirk kir. Êdî têkoşîna çekdarî naparêze. Êdî aştiyê diparêze. Lê dewleta tirk jî naxwaze vê yeke nas bike. Ji bo otorîteya xwe rewa bike, pêdiviya wê bi terorîstekî heye.

Ji ber vê yekê heta dawî ez piştevaniya Ocalan dikim. Ew yek ji me ye. Dema em ji bo wî têdikoşin, em ji bo xwe tevan têdikoşin.”