26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Zrîng’ bi hejmara nû li bayiyan û Ewropayê ye

Hejmara sêyemîn a xêzekovara bi kurdî “Zrîng” derket. Hejmara nû dê li hemû bayiyên Tirkiye û Kurdistanê bigihêje xwendevanên xwe. Her wiha kovar dê li Ewropayê jî were çapkirin û belavkirin

Xêzekovara kurdî ‘Zrîng’ bi hejmara xwe ya 3’yemîn gihişt xwendevanên kurd. Kovar bi zaravayên kurmancî û kirmanckî tê çapkirin û ji 32 rûpelan pêk tê.

Kovar di hejmara 3’yemîn de bi dewlemendiya xwe balê dikişîne. Di vê hejmarê de Dogan Guzel, Ender Ozkahraman, Rewhat Arslan, Eşref Mûmcû, Bunyamîn Karakoç, Îmam Cîcî û Ronî Battê xêz kirine. Ozgur Amed û Terstaqla Reco jî bi nivîsên mîzahî rengînî dane kovarê.

Zrîng li bayiyan e

Kovar piştî ku derket rastî eleqeyeke mezin tê û xebatên kovarê roj bi roj mezintir dibin. Zrîng dê bi vê hejmarê pêve li hemû bayiyên ku rojname û kovar lê tên firotin bigihêje xwendevanên xwe. Kesên ku dixwazin Zrîngê peyda bikin dikarin ji bayiyan kovarê bixwazin.

Ji xwendevanên Ewropayê re mizgînî!

Hat ragihandin ku dê hejmara nû ya kovarê li Ewropayê jî were çapkirin. Kovar dê Almanya, Swîsre, Parîs û Londonê bigihêje xwendevanan. Li aliyê din li Ewropayê ji bo kovarê xebata abonetiyê hatiye destpêkirin.

Di hejmara sêyemîn de bi karîkatûrê careke din hatiye bîrxistin ku dixwazin kovarê bi zaravayê soranî jî çap bikin. AMED