26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Amîda Jîn mala hemû jinan e’

Li navçeya Sûrê ya Amedê, di bin banê şaredariya Sûrê de Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jin hat vekirin. Amîda Jîn ji roja vebûye heta niha eleqeyek mezin dibîne. Amîda Jîn ku heta niha bi koma xwe ya ji 3 kesî pêk tê xebatan dimeşîne, ewil li taxa Îskenderpaşa dest bi serdanan kirin. Xebatkarên wê xebatan ji jinan re vedibêjin û pêşniyarên jinan digirin. Li ser daxwaz û pêşniyaran jî atolye û projeyaran dê pêk bînin. Lale Devîren ku xebatkara navendê ye, der barê armanc û projeyên xwe de axivî.

Devîren destnîşan kir ku hewcedariya jinan bi hev heye û wiha got: “Tundî, tacîz û tecawiz li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin. Em jin têkoşînek mezin didin lê di vê mijarê de cezayên bi bandor nayên dayîn. Dema tundî tê gotin ewil a fîzîkî tê hişê mirovan. Lê li welat ji her 10 jinan 9 jin tundiya civakî, aborî û derûnî dibînin.”

‘Pevçûnan bandorek giran kiriye’

Di axaftina xwe de Devîren da xuyakirin ku jinên rastî tundiyê hatine hewcedariya wan bi saziyeke ku dikarin serlêdanê bikin heye û wiha domand: “Ne tenê li ser tundiyê, divê di alî civakî û aborî de jî piştgirî ji bo jinan bê dayîn. Malên ku em dibin mêvanên wan, em daxwazên wan guhdar dikin. Yek ji derfetên me ev e ku em di taxê de ne. Yanî jin raste rast dikarin bigihêjin me. Li gorî cihên din Sûr hinek din hesastir e. Bandora pevçûnên ku hatiye jiyîn hîna jî hene.”

Mala hemû jinan

Di dawiya axaftina xwe de Devîren ev tişt anî ziman: “Em bang li hemû jinan dikin. Hûn li ku dibin bibin, ji kîjan, ziman çand û olî dibin bibin ferq nake. Ev mala hemû jinan e. Divê her kes xwe aydê vir hîs bike. Armanca me piştgirî û piştevaniya ji bo jinê ye. Em jî jin in û herî zêde jin ji jinê fêm dikin. Yên ku jinê biparêzin dîsa jin in. Ji her derê Amedê jin dikarin bên.” AMED