30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer û malbata Abdullah Ocalan çûn Konseya Ewropayê

Parêzer û malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi rayedarên Konseya Ewropayê re hevdîtin kirin û xwestin erka xwe pêk bînin û gotin: “Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin.”

Parêzer û malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, têkildarî tecrîdê, bi rayedarên Konseya Ewropayê re hevdîtin kirin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ji KE, YE, DMME’yê xwest ku erka xwe pêk bînin û got: “Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin.”

Şandeya ku parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan û yek ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol jî di nav de hebû, çûn bi Konseya Ewropa (KE), Yekîtiya Ewropa (YE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) re hevdîtin kirin.

Roja Pêncşemê jî wê bi Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê ya DEM Partiyê re hevdîtinek bikin. Dê di vê hevdîtinê de rewşa Abdullah Ocalan bînin rojevê. Şandeya ku di nava têkîliyan de ye, li Konseya Ewropayê (KE) têkildarî tecrîdê civîneke çapemeniyê lidar xist. Sarah Glynn civîn bi rêve bir. Di civînê de Omer Ocalan, parêzer Ozgur Faîk Erol û ji Qibrisê parlamenter Constntînos Efstathîoû axivîn. Di nava guhdarvanên civînê de, gelek parlamenter jî hebûn.

Ozgur Faîk Erol di semînera xwe de qala şert û mercên tecrîda li Îmraliyê kir. Erol diyar kir ku 17 sal in ew parêzeriya Abdullah Ocalan dike û destnîşan kir ku ji sala 2015’an ve destûr nayê dayîn ku pê re hevdîtinê bikin.

Parêzer Erol ragihand ku 4 sal in destûr ji ti hevdîtinên malbatê re jî nayê dayîn û got: “Di bin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin. Em baş dizanin ku ti bingehê hiqûqî yê vê tecrîdê tune ye. Em baş dizanin ku li ser esasê biryareke polîtîk û îdarî jî ye. Tecrîd li dijî çareseriya pirsgirêka kurd tê kirin.”

Erol anî ziman ku di rewşa heyî de Îmralî çala reş a hiqûqî ye û bilêv kir ku bêdengiya Ewropayê dibe sedem ku li Tirkiyeyê kiryarên heman belav bibin. Erol nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên Ewropayê da.

Omer Ocalan: Hemû mafên hiqûqî xesp kirine

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan jî bi bîr xist ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên siyasî û hiqûqî hene û got: “Li Tirkiyeyê pêkanînên kêfî cihê hiqûqê girtiye. Girtîgeha Girava Îmraliyê bifikirin; malbata wî zêdeyî 4 sal in nikare serdanê bike. Weke malbat hemû mafên me yên hiqûqî û qanûnî hatine xespkirin û em nikarin van mafan bi kar bînin.”

Omer Ocalan bi lêv kir ku li tu devera cîhanê tecrîdeke wiha nîne û got: “Gelo ev rewşa ku li dijî birêz Ocalan û sê hevalên wî yên pê re tê pêkanîn, ma ne îşkence ye?”

 Dikarin bêhiqûqiyê rawestînin

Omer Ocalan anî ziman ku pêkanînên li Îmraliyê dest pê kirîn, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek heye ku bi salane li ber Konseya Ewropayê nobetê digire. Em nizanin ku di nava Konseya Ewropayê de çiqas tê dîtin, çiqas tê bihîstin. Wê heta kengê ev bêdengî hebe, em nizanin. Daxwaz rewa ne. Banga me ji saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û di heman demê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re ye. Hûn dikarin vê bêhiqûqiya ku Tirkiye li Îmraliyê pêk tîne, rawestînin. Têkildarî vê yekê hûn dikarin berpirsyariyê bigirin. Em têkoşîna xwe bidomînin. Ez daxwaz dikim ku saziyên eleqedar ên Ewropayê têkildarî peywendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

Ji Qibrisê parlamenterê Ewropayê Constntînos Esfstathîoû ragihand ku Tirkiye di nava welatên ku muameleya herî xerab li girtiyan dike de ye.

Efstathîoû wiha got: “Demek dirêje li dijî Abdullah Ocalan tecrîd tê pêkanîn. Em têkildarî rewş û tenduristiya wî agahî nagirin.”

Constntînos Efstathîoû hin daneyên têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê rêz kirin û got: “Divê bêdengiya Ewropayê were şermezarkirin. Divê Ewropa li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bide. Zextê li Tirkiyeyê bike. Ji ber ku Tirkiye dewletek e ku li deriyê Ewropayê xistiye.”