10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘115 meh in gundek li edaletê digere’

Hewldana ji bo Roboskî Edalet, di meha 115’emîn de têkildarî Komkujiya Roboskî ya 19 jê zarok 34 kes di êrîşa hewayî de hatibûn qetilkirin daxuyanî dan. Rêveberên HDP’ê û ÎHD’ê li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîneke çapameniyê li dar xist. Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû, diyar kir ku 115 meh in, gundek, gelek, civakek û welatek bi hev re li edaletê digere û wiha got: “Ji şeva ku komkujî pêk hatiye heta niha hiqûq winda ye, edalet tune ye û herkes bêdeng e. Endamek ji komîsyona ku li meclisê hat avakirin derneket. Daraz jî kujeran bêceza dihêle.”

Sînemîllîoglî, da zanîn ku faîl nehatine darizandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Demboriya tu komkujiyê tuneye. Heta ku Roboskî neyê ronîkirin û tiştên pêk hatine ji gel re neyên vegotin wê di siyaseta welat de sivîlbûn û demokratîkbûn pêk neyê. Roboskî azmûna dewlet û desthilatê ye. Li vê xakê rêya aştî û edaletê wê teqez ji Roboskî derbas bibe. Roboskî şerm, birîna bixwîn û lêgerîna edaletê ya vê xakê ye. Em dixwazin ku kujer bên dîtin û careke din Roboskî qet pêk neyên.”

Navenda Nûçeyan 