26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Potansiyela kurdan xurt e

Her roj em pê dihesin ku kesekî biyanî dixwaze fêrî kurdî bibe û bêhtir xwe nêzî kurdan bike. Ji Arjantînê bigirin heta Japonyayê, li heft parzemînan kurd bala cîhanê dikişînin ser xwe. Bêguman sedemên vê yekê hene. Me jî bi lêkolera polonî Joanna Bochenska re xeber da. Ew bi xwe jî yek ji wan kesan e ku bi têra xwe kurd e û xebatên xwe li ser kurdan dike. Ka em bi hev re guh bidin çîroka Joanna û ji bergeha wê ve li xwe binihêrin.

Tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?

Ez lêkolînera polonî me. Dema min li Moskovayê dixwend min kurd nas kirin. Dû re bi wan re hatim bakurê Kurdistanê. Cara ewil bû ku min bajarên Kurdistanê yên wekî Mêrdîn, Riha, Bêrecûkê dît. Bala min pir kişandibû û dû re min biryar da ku ez zêdetir bêm û biçim.
Di sala 2004’an de min biryar da ku ez li ser babeta nasnameya kurdî û wêjeya kurdî teza xwe ya doktorayê binivîsim. Ez di Zanîngeha Jagiellonian a Krakowê de hatim qebûlkirin. Bi vî awayî di çarçoveyeke fermî û akademîk de lêkolînên min dest pê kirin.
Min wê gavê beşa ziman û çanda kurdî qedand. Lê ez di eslê xwe de pisporê çanda rûsî bûm. Bi saya rûsî ez ketim nav çanda kurdî. Teza min li ser nasnameya kurdên bakurê Kurdistanê bû. Ango min dixwest bidim nîşan ka vê nasnameyê di edebiyata kurdî de çawa reng vedaye. Min di destpêkê de edebiyata kurdî ji ser wergerên tirkî xwend, lê dû re min hêdî hêdî kurdî xwend. Pêra pêra jî min bêhtir kurd nas kirin û niha dema ez têm Kurdistanê ez bi piranî bi kurdî diaxivim.
Li Polonyayê me çend proje li ser kurdan çêkirin. Me di bin banê zanîngehê de lêkolînên xwe berfirehtir kir. Her wiha ji bilî lêkolînê ez carinan jî ji edebiyata kurdî wergeran dikim. Çîrokên kurdî ji arşîva malbata Celîlan di 2014’an de. Sala çûyî jî min kurteçîrokên Mehmet Dicle wergerandin polonî. Ez dixwazim di siberojê de Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî wergerînim polonî.
Niha jî ez serokatiya du projeyên navneteweyî yên der barê kurdan de dikim. Yek li ser avakirina mîrasa kurdî û zindîkirina ziman û çanda kurdî ye. Ya duduyan jî li ser çalakiyên jinan li ser hemwelatiya alternatîf ku kurd çêdikin.

Te got piştî fêrbûyîna te ya ziman pêwendiya te ya bi Kurdistanê re jî her çû xurttir bû. Gelo çi te motîve dike an jî dibe sedem ku tu bi kurdan re eleqedar bibî?

Ji ber ku ez lêkolînereke polonî me, ji derve me, xebatên min jî biyanî dimînin. Lê belê ez difikirim ku di navbera kurd û poloniyan de tecrûbeyên hevpar hene. Mesela hîs, fikr û rewşa kurdan ji min re nas tê. Min bi xwe ev jiyane. Di dîroka neteweya min de heman tişt hatiye jiyîn.
Ji bilî vê yekê ji ber ku dayîka min tatar bû ez bi xwe jî ji neteweyeke kêmîne me. Ez di nava misilmanan de jî mezin bûme. Misilmantiya tataran ji ya Rojhilata Navîn cudatir e û piçekî dişibe ya kurdan. Ez xwe wek parçeyeke ji dinyaya îslamê dibînim.
Sedema eslî ya xebatên min ew e ku kurdan, çanda wan, zimanê wan bala min kişand. Min xwest ez zêdetir nas bikim. Dûre min xwest teza xwe ser wan binivîsim. Îro jî ev berdewam e. Gava têm Kurdistanê û pêwendiya min bi mirovan re çêdibe û ez wê zindîbûnê dibînim, ez dibînim ku di nav şert û mercên dijwar de kurd ber xwe didin û karê xwe dikin ev yek tesîrekê li min çêdike. Lê belê ne tenê berxwedana wan. Di çanda kurdî de hem motîfên pêkenînê hem jî yên xemgîniyê têkelî hev bûne, tevliheviya wan tiştekî pir estetîk e. Yanî çanda kurdan çandeke bi potansiyel e. Ji bo çanda cîhanê bi xwe jî potansiyeleke wê ya zêde heye. Li Ewropayê kêm kes li ser vê yekê dixebite, ez jî bûm yek ji wan kesan. Ji ber vê yekê jî ez kêfxweş im.

Te di navbera salên 2013-2018’an de projeya Deng çawa dikare bê bihîstin. Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyal de  bi rê ve bir. Tu dikarî behsa naveroka vê projeyê bikî?

Me bi 4 kesan dest bi vê projeyê kir lê pişt re me bi 6 kesan bi dawî kir. Her kesek li ser babeteke cuda xebitî. Lê bana vê projeyê li ser perspektîfa postkolonyal bû ku çawa mirov piştî tecrûbeyên dagirkeriyê dikarin dengê xwe bigihînin dinyayê da ku bê bihîstin. Ne tenê di mijara şoreş û berxwedanê de her wiha li ser gotara wan bi xwe, li ser formên siyasî yên ku ji bo kurdan hewce ne jî diviya bihata fikirîn. Rewşa kurdan bi giştî, rewşa akademiyê û rewşa çanda wan pir zêde di bin tesîra siyasetê de maye. Divê çand ji bin siyasetê derkeve û bikaribe rola xwe bileyîze. Yanî hem rola siyasî bileyîze hem jî rola xwe ya xweser bileyîze. Siyaseta çandê ji siyaseta siyasetvanan cudatir e.
Di çarçoveya vê projeyê de; min li ser guhertinên sîstema exlaqî di nav çand û vegotina kurdî de lêkolîn kir, hevaleka min li ser avakirina saziyên çandî yên li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê kar kir, hevalekî din li ser karê mîsyoneran yên di sedsala 19’emîn û encamên wê yên di nav kurdan de xebatên xwe pêş xistin, hevalekî din li ser koçberî û pelên koçberiya kurdan û nexasim ji bo Stenbolê xebitî, hevalekî din li ser meseleya êzidiyan lêkolîn dikir, hevalekî din li ser pêwendiya kurd û krîstiyanan li başûrê Kurdistanê lêkolînan kir. Ev babetên nû bûn, nehatibûn lêkolînkirin. Perspektîfa postkolonyal banek e ji bo van hemû babetan ku dikare wan bi hev ve girê bide.

Di heman demê de dêhn û bala te li ser jinên kurd e jî û tu li ser wan jî xebatên xwe pêş dixî. Portreya jinên kurd a di hiş û dilê te de çêbûye portreyeke çawa ye? Ku tu behsa jinên kurd bikî tu çawa behsê dikî?

Heta îro min zêde li ser rewşa jinan lêkolîn nekiribû. Di projeya ewil de ez li ser sîstema exlaqî xebitîbûm. Min dît ku di çanda kurdî ya tradîsyonel de sîstemeke girêdayî têgehên şeref, namûs û zayendê serwer e. Yanî şerefa mêran cuda ye, şerefa jinan cuda ye. Lê ez difikirim ku bi çanda nûjen a kurdî û guhertinên civakî jî wateya şerefê diguhere. Armanca wan vegotinên berê yên em ji folklora kurdî dizanin ew bû ku dîmenek û têgihîştinekê ji bo vê şerefê çêbikin. Yanî van çîrokan tenê bala mirovan nedikişand ser xwe, di heman demê de ev vegotin dibûn sedem ku nirxên exlaqî yên taybet bên ferqkirin û hebandin.
Niha bi saya çanda nûjen jî têgihiştîna şerefê cudatir e. Edî jiyan bi xwe wekî nirxekê tê dîtin û wekî rûmet tê pejirandin. Ev yek ji bo jinan û mêran jî eynî ye. Wateya evînê bi xwe diguhere: Evîndarî ji bo jiyanê tê afirandin. Bi awayekî hişmend çêdibe. Digel vê yekê portreya jinan jî diguhere. Berê rola jinan girêdayî têgihîştina namûsa wan bû. Eger jinekê bixwesta cihê wê di nav vê civakê de diyar bibûya, lazim bû ku ew cesûr bûya. Ew gotina pêşiyan a dibêje: ‘Şêr şêr e çi jin e çi jî mêr e’ li ser vê yekê dihat kirin. Niha ev gotin wekî nîşaneya wekheviyê tê pejirandin û nîşandan. Di eslê xwe de rola gerîlayên jin jî wekî berdewamiya wê çandê tê dîtin. Yanî ji bo ku jin ‘wekî’ mêran bên dîtin û hesibandin lazim e pir wêrek be. Ev jî sebebeke çandî ye ku jin beşdarî nav gerîlayan bûne; ji bo ku azad bibin, ji bo ku ev civak wan nas bike û qebûl bike.
Lê niha jiyan diguhere, êdî jin ne tenê bermalî ne, ne tenê gerîlayên wêrek in. Êdî ew dixwazin ji bo xwe kar peyda bikin, mêjî û potansiyela xwe di warên dîtir de jî bi pêş ve bibin. Ev guhertineke pir mezin e û êdî di nav kurdan jî şopên wê dixuyê. Jin êdî bêhtir çalak in, di akademiyê de, di hunerê û warên din de cih digirin û bi vî awayî ew jî xwedî li rûmeta xwe derdikevin. Ez girîngiyê didim vê dîmenê.
Divê em piçekî jiyana jinên dîtir jî nîşan bidin. An jî jiyanên dîtir yên jinên kurd. Ne tenê şerê wan yên li ser çiyayan. Bila qada wan a rojane jî bê dîtin. Yanî bi zarokan re, bi malbatên xwe re û di qadên xwe yên profesyonel de jî bên dîtin. Bêguman tesîra pergala patrîarkal li ser jiyana wan heye, lê jinên kurd jî pir aktîf in. Xwedi li jiyana xwe, li rûmeta xwe derdikevin. Ez her car behsa vê yekê dikim. Ez zêde li ser mexdûrbûna jinê ranawestim.

Tu dikarî piçekî behsa wê potansiyela çanda kurdan bikî? Kurd çima nikarin wê potansiyele derbibirin û rêbaza derbirîna vê potansiyelê çi ye?

Ji ber rewşa şer û pevçûnê, serweriya atmosfera siyasî kurd pir dehumanîze bûne. Ew aliyên din yên wan nayên dîtin. Potansiyela wan ya di warên din de dernakeve holê. Erê serxwebûna xwe dixwazin lê ji bo çi serxwebûn û azadiya xwe dixwazin. Ew ê ji bo vê çi bikin? Ji bo ku dinya tevde bikaribe bersiva vê pirsê peyda bike divê der barê kurdan de zêdetir xwedî agahiyan be. Ne tenê şer, pevçûn û penaberiya wan bizanibe.
Her wiha bi saya edebiyat, sînema, resim û warên dîtir ve dikarin hestên xwe û derûniya xwe bidin naskirin. Bedewiya çanda xwe, potansiyela çanda xwe ya ji bo çanda cîhanê dikarin bidin naskirin. Bi vî şiklî jî ew dikare tesîrê bide siyasetê. Mesela li vir, li Tirkiyeyê tirk qet naxwazin bi çanda kurdan re eleqedar bibin. Ji ber ku tu bibêjî kurd tenê şer û pevçûn û pirsgirêk tên bîra wan. Lê li derve em dikarin fersendên din jî çêbikin. Em dikarin gelê kurd ji şer cudatir, bi dîmen û awayên din jî bibînin.
Mesela ez nimûneyekê bidim. Piştî min ev çîrokên di arşîva malbata Celîlan de wergerandin polonî û çap kir, hevala min, xwediya weşanxaneyê bi van çîrokan çûye fuareke Polonyayê ya ku li ser edebiyata zarokan bû. Ev pirtûk jî bi wêneyên pir xweşik hatine çapkirin. Weşanxaneyeke tirk hatiye pirsiye ka ev çi ye. Dema bihîstiye ku çîrokên kurdî ne, pir şaş maye. Xwestiye ku van çîrokan bi tirkî jî çap bikin. Yanî şaş mane, li derveyî welatê wan tiştek bala wan dikişîne, xweşik e, lê dibînin ku ev bi kurdî ye. Heke em bikaribin li derve gelek fersendên bi vî rengî çêbikin ew jî dikare di siberojê de tesîreke baş li vê rewşa xerab a li Tirkiyeyê bike. Ji ber ku li Tirkiyeyê avakirina van fersendan, yanî rewşa hevnaskirina her du gelan, ya rastî ji aliyê tirkan ve naskirina kurdan tune ye. Siyaseta li Tirkiyeyê destûra vê yekê nade. Lewma jî di vê kurd girîngiyê bidin warên dîtir jî. Ez dibînim ku nifşê kurdan yê nû jî bêhtir bi van waran re eleqedar dibe. Ev jî hêviyê dide. Armanca lêkolîn projeya me jî ev bû: Me dixwest ku em bi perspektîf û nêrînên cuda li kurdan binêrin û vî dengî bidin bihîstin. Mecaza vê rewşê jî ev e: Ji bo bihîstina vî dengî jî carna qêrîn carna jî pistepist lazim e.