26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kûsiyan ji barê giran xilas dike

Barnacles cureyeke dirc û qaçilên di nav behrê de ye û bêhtir xwe bi teht û keştiyan ve dizeliqîne. Carna ev dircên hişk xwe bi kûsiyên behrê ve jî dizeliqînin û piştî demekê ji bo kûsiyan dibin barekî giran.

Dema ew zêde xwe bi kûsiyan ve bizeliqînin ji bo kûsiyan dibin pirsgirêkeke mezin. Li Srî Lankayê xêrxwazê bi navê Chika Boy, dirc û qaçilên hişk yên li ser pişta kûsiyan yek bi yek jêdike û barê wan sivik dike. Ew bi vî awayî dike ku kûsî baştir bi rê ve biçin.

Chika Boy vîdeoyên xwe li ser youtube parve dike. Di vîdeoyên wî de em dibînin ku ew vî karê bi satoreke devê wê tûj dike û bi baldarî dixebite û kûsiyan ji dirc û qaçilên zelqok xelas dike dîsa berê wan dide behrê.

Chika Boy wiha dibêje: “Çendî em nebînin ku ew êşê dikêşin jî ev dirc û qaçilên hişk dibin sedema enfeksiyonê û nahêlin ku kûsî bi rehetî xwarinê bixwin û her wiha ji bo çavê wan jî ne baş in û dibe ku li ber dîtina wan jî bibin asteng.”

Boy got: “Heger li ser pişta kûsiyan ev dirc û qaçilên behrê zêdetir bibin, ew ê nehêlin ku kûsî bi rehetî bimeşin û avjeniyê bikin. Heger kûsî giran bimeşin, ew ê nikaribin xwarinê jî bibînin û rewşa wan zehmet bibe. Gava ev dirc û qaçilên zelqok bikevin ber çavên wan û nêzî devê wan bibin rewşa wan dê dijwartir bibe.”