27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talîban komediyen Khasha Zwan qetil kir

Li Afganistanê endamên Talîbanê hefteya borî komedyenê afgan ê navdar Khasha Zwan ji mala wî revandin û qetil kir. Nûçegihanê Internaional Îranê Tajûden Soroush li ser medya dijîtal dîmeneke parve kir. Di dîmenê de tê dîtin ku Zwan ji aliyê talîbaniyan de hatiye revandin û di erebeyê de tundî lê tê kirin. Di dawiya dîmenê de jî kuştina Zwan hatiye kişandin. Cenazeyê Kahsha Zwan bi darekê ve girêdayî hat dîtin.

Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan rojên borî di serdana Qibrisê de der barê Talîbanê de gotibû: “Aliyekî dijber ê Tirkiyeyê bi baweriya Talîbanê re nîne. Îhtîmal heye ku em baştir têkiliyan bi hev re deynin.”