26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gergerlîoglu: Dewlet cîddî nêzî pêvajoyê nebû

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), bi sernavê “Tora Aştiya Civakî” li Amedê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl civînek li dar xist. Sekreterê Giştî yê DÎTAM’ê rojnamevan Mahmût Bozarslan civîn bi rêve bir. Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkûn û Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîgolû di civînê de axivîn.

Serokê Desteya Rêveberiya DÎTAM’ê Mehmet Vûral, diyar kir ku wê xebatên wan ên li ser aştiya civakî bidome û her çiqas berê li ser çareserkirina pirsa kurd xebat hatin kirin jî nehat çareserkirin û pêdivî bi pêvajoyek nû heye.

Akademîsyen Vahap Coşkûn jî bal kişand ser pirsgirêka kurd û îro gelek siyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne û gelek ji wan ceza xwarine û pirsgirêka kurd jî bi çekan nayê çareserkirin.

Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû jî destnîşan kir ku heke pirsgirêka kurd wek pirsgirêka sereke were dîtin wê rê li çareserkirinê vebibe û got: “Pêvajoya wek ‘pêvajoya çareseriyê’ hat pênasekirin bi dawî kirin. Tehamula me ji pêvajoyek neserketî re nîne. Divê teqez pêvajoyek were destpêkirin. Ji bo aştiya civakî dewletê bi cidî nêzî pêvajoyê nebû. Divê ev pirsgirêk li ser kesa neyê hiştin. Ji ber ku pêvajo bi kolektîfî nebû, nehat birêvebirin.”

Navenda Nûçeyan 