27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

20 roj in koçer tên rawestandin

Bi hatina biharê re dewleta tirk li Kurdistanê dest bi operasyonên leşkeri kirin, operasyona dersînor û operasyonên li Şirnex û Colemêrgê hatine destpêkirin didomin. Koçerên herêma Şirnexê ji ber operasyonên eskerî 20 roj in nikarin biçin zozanan. Koçerên li benda çûyina zozananin pezê wan nexweş ketiye. Koçer dixwazin operasyon bi dawî bibin û pezê xwe bibin zozanan.

Koçer ê 57 salî Abdullah Sevîm ê bi salan e koçeriyê dike ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û anî ziman ku wan tu salan bi qasî van salên dawî zehmetî nekişandine û wiha axivî: “Bi salane em li van deşt û zozanan koçeriyê dikin. Lê em niha gelek zehmetiyê dijîn. Tu warê me tune ye. Tenê axa me heye, wê jî li me qedexe dikin. Her sal em di demsala havînê de diçin Wan, Colemêrg û Feraşînê. Dema ku dibe zivistan jî em tên mêrga Cizîrê. Cihê ku em lê dimînin jî em pere didin. Yê ku perê wî tune bê jî, nikare were  zozanan. Koçerî gelek zehmet bûye. Yê ku pezê wî hebe toneke ka têra şevekê nake. Toneke ka bi hezar 800 TL ye. Tevî van zehmetiyan çavê her kesî li koçeran e.”

Pez nexweş dikevin

Sevîm da zanîn ku ji ber ew tên sekinandin pezê wan hemû nexweş ketiye û wiha got: “Nêzî 20 roj in em tên sekinandin. Dewlet ji me re dibêje ‘Heta ku em nêbejin herin, hûn naçin. Heta ku em ferman nedin we hûn naçin’. Me jî ev yek îmze kiriye. Niha em rabin biçin wê me binçav bikin û ceza bikin. Em niha li benda wan sekinîne. Pezê me jî tev zerî bûye û nexweş e.” Sevîm diyar kir ku ji bo çûyina zozanan dereng mane û pêwîste ku heta niha çûbûna zozanan.

Dixwazin biçin zozanan

Koçera 28 salî Gulîstan Sevîm jî anî ziman ku ji ber nikarin biçin zozanan neçar mane û got: “Îsal ji ber ku qedexe û operasyon hene nahêlin ku em biçin zozanan. Dewlet destûr nade çûyina me. Baran jî îsal nebariya. Pezê me dimire. Me dixwest em niha li Herekol, Feraşînê bûna. Dibêjin ‘Heta ku em ji we re nebêjin hûn gav neavêjin’. Heger em neçin wê pezê me hemû bimire. Em dixwazin biçin zozanan.”

ŞIRNEX