30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kremlîn vala hat derxistin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di 19’ê kanûna 2019’an de li Rûsyayê du bûyerên mezin pêk hatin. Her çiqas mijar û şêwaz ji hev cudabin jî ji ber bandora wan a li ser hev bi awayekî yekser ketin rojeva siyasî ya Rûsyayê.

Serokdevletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn civîna mezin a çapemeniyê ku ji sala 2001’an vir ve tê lidarxistin îsal bi beşdariya hezar û 895 rojnamevanî             pêk hat.

Pûtîn, di van civînên ku bûne kevneşopiyek desthilatdariyê de li pêşberî endamê çapemeniyê xebata xwe ya salekê dinirxîne. Di van civînan de ji mijarên aborî, çandî, spor, perwerde, tenduristî bigrin heya mijarên ewlekariyê, tekîliyên navneteweyî, polîtîkaya navxweyî û derve gelek mijar tên dest girtin û nirxandin.

Ev civînên ku her sal di dawiya meha kanûnê de pêk tên, ji ber ne diyar e wê kengî bi dawî bibe jê re tê gotin ‘civînên mezin ên çapemeniyê’. Di vê civînê de ji derveyî rojnamevanan gelek deverên cuda kesên xwedî pîşeyên cuda jî beşdarî vê civînê dibin.

Pûtîn îsal civîna 15’emîn li dar xist. Civîna herî dirêj di sala 2008’an de pêk hatibû. Ev civîna ku 4 saet 40 deqe berdewam kiribû, ji hêla Kremlînê ve wek civîna herî dirêj û bi bandor tê nirxandin. Civîna îsal jî 3 seat 43 deqe berdewam kir. Asta civîna îsal û nirxandinên ku di civînê de hatin kirin, ji hêla Kremlînê ve pir girîng tên dîtin.

Her çiqas di vê civînê de li ser gelek mijarên cuda pirs û bersiv pêş ketibin jî, mijarên sereke diyar bûn. Rojnamevanên ku beşdarî civînê bibûn derbarê polîtikaya Rûsyayê ya Lîbya û Sûriyeyê de gelek pirsên cuda ji Serokdewletê Rûsyayê kirin. Li ser pirsa hevkariya leşkerî ya Rûsya û Çînê jî pirs hatin kirin. Pûtîn bi awayekî aşkera diyar kir ku di vê mijarê de bi Çînê re tu hevkariyên wan nîn in.

Pûtîn ji bo pirsa derbarê Lîbyayê de got ku ew bi hêzên hikûmeta heyî û hêzên muxalif re di nav diyalogê de ne. Her wiha mijarek din a girîng jî ew e ku Pûtîn wê mijara Lîbyayê bi şandeya tirk re bi awayekî berfireh binirxînin. Wisa diyar e ku Rûsya û Tirkiye çawa li Sûriyeyê di nav hevkariyê de ne wê di mijara Lîbyayê de jî vê hevkariya xwe berdewam bikin.

Di civînê de li ser gelek mijarên cuda nirxandin hatin kirin. Civîna Pûtîn bû rojeva welat. Lê piştî civîn bi dawî bû û ajans û televîzyon bi awayekî lezgîn êrîşa li ser avahiya Navenda Têkiliyên Giştî ya Karûbarên Ewlekariya Federal a Rûsyayê radigihandin. Di vê êrîşa terorî de esek jiyana xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn. Kesê ku ev êrîş pêk anî hat kuştin. Lê derbarê vî kesî de tu agahiyên berfireh bi raya giştî re nehat parvekirin. Di roja civînê de êrîşeke bi vî rengî ji bo rêveberiya Kremlînê derbayek mezin bû.

Kremlîn xwest ku rojeva siyasî ya sala 2019’an bi civînê bixemilîne û dawiyê li salê bîne. Lê vê êrîşê planên heyî vala derxistin. Dê ev mijar hîn pir bê nîqaşkirin û ji bo vê êrîşê gelek senaryo bên rojevê. Ya girîng ew e ku ji niha ve civîna Pûtîn vala derketiye. Lê ev kesê çalakger û armanca çalakiyê divê bên aşkerakirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê