30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdan Helebçe ji bîr nekirin

Îro salvegera kîmyabarana li ser bajarê Helebceyê yê başûrê Kurdistanê ya 33’yemîn e ye ku 5 hezar kurd di vê komkujiyê de bûn qurbanî.

Bi munasebeta salvegerê li başûr û bakurê Kurdistanê û her wiha li hin bajarên Tirkiyeyê ji aliyê partî û saziyên sivîl ve çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.

Li Helebçeyê meş hat li darxistin  

Ji bo bîranîna qurbaniyên kîmyabarana li Helebçeyê, bi tevlîbûna malbatên qurbaniyan, nûnerên sazî û rêxistinan û berpirsên yasayî meşek hat lidarxistin.

Sazî û rêxistinan destegul danîn ser gorên qurbaniyan. Li vir li ser navê malbatên qurbaniyên Helebçeyê, daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû hikûmetên hatine avakirin, Helebçe kirine qurbanî û weke parêzgehekê lê nenihêrtine. Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek proje hene lê heta niha jî nehatine temamkirin.

Her wiha bang li hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê hat kirin ku daxwazên helebçeyiyan bixin rojeva xwe û wiha hat gotin; “Helebçe dirûşm û sozên pûç naxwaze. Helebçe rastî, bicihkirina biryaran, tedawîkirina birîndaran û aqûbeta zarokên wenda dixwaze.”

Balkêş e ku ne serokwezîr û serokê başûrê Kurdistanê û ne jî berpirsek payebilind yê hikûmeta Herêmê tev li merasmê bû.

Bîranînên li bakurê Kurdistanê

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyeyê qurbaniyên komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn. Di çalakiyan de hat ragihandin ku yên ji bo komkujiyê bi ser kurdan de diçin, dê mîna Saddam li wan bê û girîngiya yekitiya neteweyî hat destnîşankirin.

Li Amedê, HDP û DBP’ên bajêr li Parka Xezal a li navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyek dan. Pankarta bi nivîsa ‘Me Helebçeyê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin’ hat hildan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yên komkujiyê li kurdan dikin wê dawiya wan mîna ya Saddam be û wiha hat gotin: “Em careke din ji yên plana komkujiyan dikin re dibêjin; dawî li komkujiyên xwe yên li dijî kurdan bînin. Bi rêya aştî, demokrasî û hiqûqê ji bo çareseriyê tevbigerin. Em careke din vê komkujiyê şermezar dikin.”

Li Êlihê jî qurbaniyên komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn. Bîranîn li avahiya HDP’ê ya navçeya navendî pêk hat û parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî, hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, TJA, Meclisa Ciwanan a HDP’ê tev lê bûn. Di civîna bîranînê de sînevîzyonek li ser komkujiya Helebçeyê hat nîşandan. Parlamenter Ruştu Tîryakî diyar kir ku hezar sal jî di ser re derbas bibin dê kurd komkujiya li Helebçeyê ji bîr nekin û ev tişt anî ziman: “Divê Helebçe ji bo kurdan bibe hinceta yekitiyê. Bersiva me ya li van komkujiyan dê berxwedan be.”

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr û gelek kes tev lê bûn. Îmîr diyar kir ku komkujiyên Roboskî û Şengalê dewama Helebçeyê bûn û wiha got: “Me komkujiya Helebçeyê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Birînên komkujiya Helebçeyê hîn nekewiyane. Lêgerîna me ya li edaletê wê bidome.”

Li bajarên Mêrsîn, Enqere, Edene, Hatay û Antalyayê bi tevlîbûna endamên HDP, ÎHD, ESP’ê qurbaniyê komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn û komkujî hat şermezarkirin.

Parlamentoya Kurdistanê: Helebçe Hîroşîma, Nakazkî û Holokost e

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi munesebeta salvegera kîmyabarana Helebçeyê, daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê cirm ji bo xizmên şehîd û qurbaniyên Helebçeyê bê dayîn û her wiha hat gotin ku 16’ê Adarê di bîranîn û dîroka gelê kurd de birînek e tu carî nayê dermankirin û di wijdanê her kurdî de birîneke kûr û bêdawî ye.

Di berdewama daxuyaniya parlamentoyê de hat destnîşankirin ku ev sûc di heman demê de li dijî mirovahiyê ye, wek Hîroşîma, Nakazakî û Holokostê ye û divê ev sûc wek jenosîdê bê binavkirin.

Êşa Helebceyê, êşa Şengalê ye

Meclisa Xwseriya Demokratîk a Şengalê jî der barê komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya MXDŞ’ê de hat diyarkirin ku ew sersaxî ji tevahiya civaka Kurdistanê û malbatên qurbaniyan re dixwazin.

Hat bibîrxistin ku dijminên gelê kurd kengî derfet bikeve destê wan, wê komkujiya Helebçe dubare bikin û wiha hat gotin: “Kiryarên li Helebçeyê heta roja îro li Efrîn, Serêkanî û beriya 6 salan li Şengalê jî dubare bûn. Çawa gelê Helebçeyê di komkujiyê re derbas bû, niha jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li wan cihên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin, rastî wan kiryaran tên. Êşa ku gelê me yê Helebceyê kişand em jî wê êşê dikişînin, kiryarên li hemberî gelê Helebçeyê hatin kirin di sala 2014’an de li himberî civaka me ya êzidî jî hatin kirin.”

Meclisa Îştar a Mexmûrê jî bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya Helebçeyê şermezar kir û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku meclisa wan tu komkujiya li ser gelê kurd hatine kirin ji bîr nake û nade jibîrkirin û wê li hemberî tu komkujiyê bêdeng nemîne.