30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgeha Amedê zext zêde dibin

Her diçe li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zext û zordariyên li ser girtî û malbatên wan zêdetir dibin.

Mînaka vê ya herî dawî jî Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê ye ku rêveberiya girtîgehê mafên girtiyan bin pê dike. Malbatên girtiyan diyar kirin ku ji ber ku girtî li dijî serdegirtinên qawişan ên kêfî derketine, rêveberiya girtîgehê cezayê disîplînê daye gelek girtiyan û mafê hin girtiyan ê hevdîtin û telefonê ya bi malbatên wan re qedexe kirine. 

Her wiha malbatên girtiyan destnîşan kirin ku tevî ku li girtîgehê cîhazên X-rayê hene jî gelek caran eşyayên ku malbat ji bo girtiyan dibin, bi hinceta ku gardiyanan ji bo lêgerînê mijûl dikin nayên wergirtin. Her wiha di mijara pirtûkan de jî gelek zehmetî ji bo girtiyan tên derxistin. Herî dawî jî rêveberiya Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê, ansîklopediyên ku berê di nav kategoriya ferhengan de dihatin qebûlkirin, êdî di çarçoveya pirtûkan de qebûl dike û nade girtiyan. 

Malbatên girtiyan mexdûr dibin

Berî bi qeyûman dest deynin ser şaredariyan, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê otobêsek ji bo malbatên hemû girtiyan veqetandibû da ku pê biçin girtîgehê. Otobês serê her saetê ji rawestgehên diyarkirî diçû girtîgehê. Piştî hatina qeyûm pergala otobêsên ku ji nav bajêr diçûn girtîgehê yekser xera bû û niha jî ew otobês hatiye rakirin.

Li gorî pergala nû ya rêveberiya girtîgehê divê malbatên girtiyan bi otobêsên din heta Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê biçin û ji wir jî li otobêsên rîngê siwar bibin û biçin girtîgehê. Malbatên girtiyan got ku ew ji vê pergalê nerazî ne û bi vî awayî mexdûr dibin.

AMED