30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezaret: Perwerdeya bi kurdî dijî yekitiya dewletê ye

Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê, Wezareta Karên Navxweyî der barê daxwaznameya damezirandina Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) de biryara rawestandina birêvebirinê da. Ji ber ku di bernameya PÎA’yê de babetên wekî “mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, mafên çandî û mafê çarenûsa xwebirêvebirinê” cih digirtin Wezareta Karên Navxweyî ev 3 sal in daxwaznameya partiyê qebûl nake.

Partiya Însan û Azadiyê  di 5‘ê gulana 2018’an de ji bo damezirandina xwe serî li Wezareta Karên Navxweyî da, lê daxwaznameya wê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Birêvebirên PÎA’yê di 12’ê mijdara 2020’î de xwest daxwaznameya damezirandinê bide wezaretê lê dîsa jî bê bersiv hatin hiştin û ji xwe re muxatab peyda nekirin. Li ser vê yekê PÎA’yê serî li 13’emîn Dadgeha Birêvebirinê ya Enqereyê xist û doza “rawestandina birêvebirinê” vekir. Dadgehê serlêdana PÎA’yê erê kir û biryar da ku wezaret randevûyê bide birêvebirên partiyê.

Li gorî wezaretê zimanê kurdî li dijî Destûra Bingehîn e

Piştî serlêdana dadgehê sedemên erênekirina serlêdanê ya wezaretê derketin holê. Wezaretê babetên di bernameya partiyê de yên bi pirsa kurd re eleqedar bûn wekî hinceta erênekirina serlêdanê destnîşan kiriye.

Wezaretê xalên “mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û xwedîderketina mafên çandî” û “mafê birêvebirina çarenûsa xwe” yên di rêziknameya partiyê de cih digirt li dijî Destûra Bingehîn hesiband û diyar kir ku “ne pêkan e rêzikname û bernameyên partiyên siyasî li dijî yekgirtîbûna dewlet û miletê bin”.

Rêziknameya PÎA’yê ya li dijî destûrê

Xalên di rêziknameya partiyê de cih digirin û wezaret li dijî destûra xwe ya bingehîn dihesibîne ev in: “Li gorî PÎA’yê girêka bingehîn meseleya kurdan e”, “Heta ev girêk neyê çareserkirin ji bo pirsgirêkên din çareseriyên mayinde dê peyda nebin”, “Mafê takekesî û civakî yên kurdan nayên naskirin û tevî vê yekê hê jî kurd ji mafên bingehîn ên mirovî bêpar tên hiştin”, “Mafên rewa yên wekî mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, mafê rêveberiya xweser, daxwazên edaleta civakî tên terorîzekirin û bi tundiyê tên serkutkirin”, “Otorîteya siyasî ya ku kurdan ji mafên wan ên rewa ji bêpar dihêle dibe ji hêla siyasî ve dibe sedemê qutbûna kurdan”, “PÎA parastina mafên çandî û mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî yê kurdan ji xwe re peywir dihesibîne”, “Li gorî PÎA’yê mafê kurdan e ku ji bo rêvebirina xwe rêbaza federatîf, xweser û serbixwe bixwazin, mîna her neteweyî mafê kurdan e ku mafê çarenûsa xwe bi xwe hilbijêrin”.

 Astengkirin dê bibe sedema ziyanên mezin

Wezareta Karên Navxweyî ji bo bersiv nede daxwaznameya partiyê şert û mercên pandemiyê jî xist hincet. Dadgeha Birêvebirinê der barê parastin û hinceta wezaretê de di 13’ê nîsanê de biryara “rawestandina birêvebirinê” da û diyar kir ku şert û mercên pandemiyê ji bo bersivnedana wezaretê nabe asteng. Her wiha dadgehê diyar kir ku heke ev mafê damezirandina partiyeke siyasî bê binpêkirin dê bibe sedema ziyanên bingehîn ku çareserkirina wan pir zehmet e”.

Wezareta Karên Navxweyî li dijî biryara dadgehê derket û îtiraza xwe pêşkêş kir.