30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê daxuyaniya ji bo zimanê kurdî hat astengkirin

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi armanca zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê di 22’yê Sibatê de kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Tora ziman di çarçoveya kampanyaya îmzeyan de bi lidarxistina mîtîngan ên li navendên Kurdistanê kampanyaya xwe berfirehtir kir. Mîtînga ewil li Cizîrê ya duduyan li Wan ê û îro di saet 4’ê esrê de jî li Amedê ya sisiyan pêk hat.

Çawa ku mîtîngên Cizîr û Wanê ji teref polîsan ve hatibû dorpêçkirin, îro li Amedê jî polîsan dora Qada Îstasyonê dorpêç kir û nehişt girse li qadê bernameya xwe pêk bîne.

Girseya ku li Kuçeya Hunerê li hev civiya benda rakirina dorpêçê sekinî lê polîsan dora komîteya amadekar girt û destûra daxuyaniyê neda.

Polîsan girseya berhevbûyî bi hincetan ji hev cuda kir. Girse li çar-pênc cihan kom bi kom hat dabeşkirin. Polîsan xwest organîze û koordîneya girseyê ya bi hev re bişkîne. Her wiha hin ciwanên ku ber bi komîteya amadekar ve dimeşiyan jî bi hinceta pankarteke cuda vekirine hatin dorpêçkirin û polîsan nehişt ku ciwan bigihijin komîteya amadekar.

Di navbera parlamenterên HDP’ê, komîteya amadekar û polîsan de ji bo pêkanîna çalakiyê nîqaş derketin. Girseya ku biryar dabû li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga xxwe pêk bîne ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan bi inyad û rik destûra meşê nedan û xwestin ku girse li Kuçeya Hûnerê ya navçeya Ofîsê daxuyaniya xwe bide. Li hember vê yekê girseyî dirûşmeyên wek ‘Bê ziman jiyan nabe’ , ‘Berxwedan Jiyan e’ bertek nîşan dan.

Girseyê  astengiya polîsan qebûl nekir û li destpêka  Kuçeya Hunerê çalakiya rûniştinê pêk anî.  Girse hê jî di nav dorpêça polîsan de çalakiya xwe ya rûniştinê didomîne.