30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên peretî yên Rûsyayê

Aysel Tabak

Di dîrokê de her tim Rojhilata Navîn bûye qada şer û niha jî ji ber sedemên cuda gelek dewletên cîhanê li vê erdnîgariyê di nav şerek de ne. Piştî Bihara Ereban û derketina holê ya komên wekî El Nusra û DAIŞ’ê dînamîk serobino kirin. Bi sedhezaran kes hatin kuştin û bi milyonan kes jî koçber bûn.

Nemaze jî Rûsya û Amerîka şerê vekaletî didomînin û planên xwe yên ji bo neftê û her wekî din aşkera tînin ziman. Li ser navê van dewletan şîrketên leşkerî û rêxistin tevlî şer dibin.

Rûsya dibêje ku bi destûra hikûmeta Sûriyeyê ketine vê axê. Li Rûsyayê bi navê Vagner şîrketeke leşkerî û peretî heye lê li Rûsyayê bi awayekî fermî hebûna vê şîrketê nayê qebûlkirin.

Di rojnameyên nêzî hikûmeta Rûsyayê de behsa vê şîrketê nayê kirin, lê haya cîhanê ji vê şîrketê heye û endamên wan li Ûkrayna û Sûriyeyê dimirin. Ev şîrket ewil li bajarê Donbaskê yê Ûkraynayê derket holê û piştre berê xwe da Sûriyeyê. Niha jî li Lîbyayê behsa hebûna wan tê kirin. Ev kî ne û gelo çima ewqas çalak in û li cîhanê belav dibin?

Tê gotin ku ev şîrket ji aliyê Evgenî Prigojin tê birêvebirin û ev kes jî dostê serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn e. Ev kes berê di leşkeriya Rûsyayê de wezîfedar bû û piştî ku ji leşkeriyê tê dûrxistin vê şîrketê ava dike. Ev îdia hêj nehatiye piştrastkirin

Şîrketa Prigojin ji bo Kremlînê xwarinan çêdike û Prigojin bi navê “Aşvanê Putîn” tê naskirin. Dostê Putîn li Rûsyayê gelek îhaleyên mezin hildaye û xwedî şîrketên çapemenî, petrol û madenê ye. Ji ber xebatên neqanûnî ketiye lîsteya qedexe ya Amerîkayê.

Tevgerên Vagnerê

Sê rojnamegerên rûs ên bi navê Kirîl Radçenko, Aleksandr Rastorgiyev û Orxan Cemal ji bo tevgerên Vagnerê lêkolîn bikin çûn Afrîkayê lê li vir hatin kuştin. Van rojnamegeran di salekê de gelek agahî berhev kirin lê bi awayekî nediyar hatin kuştin.

Tê gotin ku hejmara leşkerên Vagnerê yên peretî di derdora 2 hezar û 500’î de ye. Li Rûsyayê leşkeriya peretî qedexe ye lê Kremlîn ji bo li derveyî welat leşkeriya peretî bikin deng dernaxe.  Niha jî li Rûsyayê hewldan hene ku ji bo leşkeriya peretî qanûn were derxistin.

Koma Vagnerê ji aliyê şîrketa leşkerî ya “Slavyanskiy Korpue” hatiye avakirin. Ev şîrket di sala 2013’an de li Sûriyeyê tevî şer bûbû. Şîrketa Prikojin a bi navê “Evro Polis” di havîna sala 2017’an de bi hikûmeta Sûriyeyê re peymanek aborî û leşkerî çêdike. Li gor vê peymanê berpirsiyariya parastina qadên neftê ku ji komên çekdarî hatiye rizgarkirin û derxistina neftê li ser vê şîrketê ye. Nefta ji van deran dertê ji çaran yek pay dê bigihêje vê şîrketê. Di vir de berpirsiyariyên parastina neftê li ser Koma Vagnerê ye.

Piştgirî didin koman

Di dosyaya rojnameya Novaya Gazeta de ku di derheqê Koma Vagner û şîrketê de gelek agahiyên berfireh dide, aşkera dike ku li kîjan qadên neftê çiqas neft tê derxistin û çiqas dahatû digihêje vê şîrketê. Li gorî agahiya vê rojnameyê li van qadan di derdora 250 milyar metrekupî de rezerva neftê heye.

Endamên vê şîrketê niha li Lîbyayê ne û çend roj berê serokomarê tirk Tayyîp Erdogan jî gotibû endamên Vagnerê li Lîbyayê hene. Bêguman ev Erdogan aciz dike ji ber ku Rûsya û Tirkiye piştgiriyê didin komên cuda yên li Lîbyayê. Rûsya piştgiriyê dide Hafterî û Tirkiye jî piştgiriyê dide hikûmeta Trablûsê. Vagner rasterast li hemberî Tirkiyeyê şer dike.

Li gorî nûçeya BBC’ê Vagner di sala 2017’an de li Sûdanê bû. Li Sûdanê jî bi Vagnerê re peyman hatine çêkirin.

Li Sûriyeyê gelek endamên

Vagnerê hatin kuştin. Li gorî rojnameya Novaya Gazetayê, ji ber ku bi fermî nîn e hesabê nadin meqamên fermî. Ji ber vê yekê hejmara kuştî û birîndarên wan ne diyar e. Wezaret qeyda mirina wan nagire û piştî ku dimirin malbat pê dihesin.

Makîneya derewan…

Gelek welatiyên Rûsyayê tevlî vê şîrketê dibin. Ji bo kesên bixwazin bibin endamên şîrketê ewil anketê çêdike û piştre dikevin makîneya derewan. Piştre peymaneke veşarî îmze dikin û dema dibin endam di navbera 160 hezar û 240 hezar ruble meaş digirin. Mehaneya leşkeran li gorî dijwariya şer û operasyonan diguhere. Di dema perwerdehiyê de 50 hezar – 80 hezar ruble meaş werdigirin.

Endamên Vagnerê bi kirinên hovane û sadîstî jî ketine rojevê. Vîdeo û fotografên hovîtiya wan li ser medyaya civakî hatine weşandin. Endamên komê îşkenceyên giran li welatiyekî ereb dikin û wî dikujin.