19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koma Wergerê a Fîlman hate avakirin

Li ser medyaya civakî hin kesê kurdîhez ji bo fîlmên biyanî wergerînin zimanê kurdî, hatin cem hev. Bi navê ‘Koma Wergera Fîlman aTirşikê ’ dest bi xebatên xwe kir

Koma Wergerê ya Fîlman a ku her heftiyê fîlmekî biyanî werdigerînin kurdî, li ser hesaba xwe ya di medyaya civakî twîtterê de têkildarî mijarê wiha gotin: “Koma Wergera Fîlman a Tirşikê hate avakirin. Ev kom dê 2 hefteyan carekî fîlmekî bike rojeva xwe û kesek ji komê binnivîsa fîlmê amade bike.”

Wergera fîlman her hefteyê dê ji aliyê endamê komê ve were çêkirin û li gorî hejmara endamên komê dê fîlm li endaman werin belavkirin.

Derbarê naveroka wergera fîlman de jî koma wergerê ev tişt anî ziman: “Ji bo wergerê ne şert e ku mirov îngîlîzî, fransî û hwd. bizanibe. Lê bizanîbe û fîlman rasterast ji zimanê resen wergerîne, çêtir e.”

Wekî ku komê li ser hesebê xwe yê medyaya civakî de parve kirî jî niha di arşîvan wan de nêzî 55 fîlmên hatine amadekirin, hene û bi tevlibûna endaman jî dê arşîveke berfirehtir bê amadekirin.