Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Sînemok ê bi Binarê Qendîlê bombe kir. Di êrîşê de 4 kes birîndar bûn û 3 xanî xera bûn.
Şevê din balafirên şer ên Tirkiyeyê navbera gundên Sînemok û Sergenêl ên Binarê Qendîlê bombebaran kirin. Di bombebaranê de gundiyên bi navê Awat, Kakesûr, Uzêr û Mam Ebdullah birîndar bûn û 3 xanî jî xera bûn. Gelek sewal jî mirar bûn. Gundiyê Binarê Qendîlê Mihemed Xidir diyar kir ku ji derveyî rûxîna sê xaniyan, tevahiya malên gund zerar dîtine.