30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çavşilî: De ka em bigirîn

“Dayê dayê, birîndarê/birîna dayê pir xedar e” “Dayikên çavbihêsir” “Rondikên çavên dayikan” “axîna dayikan” “Belengazî û fedakariya dayikan…” Em dikarin bi dehan mînakên wiha binivîsînin; mînakên ji jiyanê, ji stranan, ji ajîtasyon û sohbetan! Jixwe têgeha “welat” jî di nava van de ye. Lew welat jî “dayik” e. De ka em hemû gotin û stran û helbestên bi vê naverokê bibêjin, bixwînin, hîs bikin û bi ser xwe de bi ser hev de bigirîn!

Da ku çarenûsa me û dayika me ya reş biguhere! Ma çarenûs wiha diguhere? Ez we nizanim lê ev demek e min şer li hemberî hin têgeh, navandin, hest û ferasetan îlan kiriye! Mesela dayika ku afirîner û hêzdareke bêhempa ye; çima timî belengaz, axkêş û çavşil e? An jî “dayiktî” mecbûr e tişt û rewşeke wiha belengaz, perîşan, xefakar û peçixandî be? (Lew ev rewş, peçixandin û xwepeçixandin e jî.) Hewce nake em bikevin mijara “serdestiya mêr û bindestiya jinan” lew em hemû serwext in û helbet sedema vê nasnameya “dayiktiyê” ya wiha bêhêz, bêvîn û bêsiûd jî ev mijar e. Lê mesele ew e ku rastgir û çepgir, feodal û şoreşger jî di mijara dayiktiyê de, ji hev naqetin an jî pir dişibin hev. Ji bo wan jî “dayik” tê wateya “welat” û her wiha “cefakar, wefakar, fedakar û her dem çavşil e.” Tenê ew digirîn!

Îtîraza min ji vê yekê re heye. Em ên ku me riya xwe ber bi stêrkan xistiye û hemû tiştên riziyayî, zordest û kufikî red kiriye; me çima di vê babetê de guhertinek çênekiriye? Herhal em nikarin bibêjin; “ji ber ku ev mesele pir pîroz e, bêqisûr e, mîraseke bêhempa ye, guhertin navê, tabû ye, qedexe ye” û hwd… Ger wiha bûya dê faşîstan jî heman nav û heman wateyê bidanayê? Na. Lew gelek caran faşîzm wek awêne ye; hezkirin, xwedîderketin, pîrozkirinên redkirin û lenetkirinê bi awayekî dijber, rastiyê radixin ber çavên me. Tişta ku ew jê hez nakin hêjayê hezkirinê ye, ya ku ew jê hez dikin jî mijara redkirinê ye. Loma jî ne mumkun e ku em ‘bigihîjin hev’ lê mixabin di mijara navborî de rewşeke wiha derdikeve holê.

Herçî ez, bi siûd im ku min di malbatê de dayikên çavşil û belengaz nedît. Diya min a ku niha li alemên din dijî jî tu car neket nav qefeseke wisa teng û perîşan. Jixwe wê em bi çîroka Gulnaza Mîrza Beg mezin kir. Di çîrokê de digot ku dema serê hevjînê wê, birayê wê û kurê wê bi barbartiya xwe ya herdemî jêdikin û li ser tepsiyê nîşanî wê didin jî nagirî, naqîre. Dibêje: “Berxê nêr ji bo kêrê ye!” Bi serê pêlavê xwe îşaret dike dibêje; “Ev hevjînê min, ev birayê min û ev jî kurê min e” û rûdinê lingên xwe davêje ser hev û ji xizmetkarên xwe qehweyekê dixwaze.

Îcar em niha çawa silav nedin Gulnazê û fêm nekin ku di wê ‘qehweya wê’ de wateyên pir wêrek û cuda hene ango ‘qehwe’ tenê qehwe nîne. Mirov dikare têkçûna dagirkeran a li hemberî vê serberziyê jî texmîn bike ne wisa… Ji ber vê yekê dayikên me yên çavşil jî divê wê kirasê biqetînin û her çiqas êşa herî mezin a wan be jî xwe hepsê nava wê êşê, nava wê nasnameya ku wan “bênasname” dihêle, wekî kes tune dike nekin, vê ezbera ku her kesê û her tiştî bêzar dike xira bikin. Mînak; gere karibin bi wan destên xwe yên afirîner şahiyê jî biçînin û ne tenê cefakar û fedakar bin, carna kêfxweş jî bin, li dû bayê dilê xwe jî bikevin û vê giyana ku şibiyaye şîneke mezin biguherînin. Niha dîmenek hat ber çavên min, em li mêvaniyê ne û jin hemû li dora dengê Eyşe Şanê kom bûne. Ew jî “Heywax dayê” dibêje û her kes bi ser hev de digirî… Niha kî dikare bibêje ku dîmenên wiha jin, mêr û jiyana azad, pêşerojên azad bînin?
Belê, navandin pir girîng e û gotin û wate mirov hay jê nebe jî dibin bendîxane! De ka em lîsteya gotinen wiha derxin…