30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civana Jinan – Têkoşîna Emîne Şenyaşar

Ka em hinekî bifikirin; jineke ku ji 24’ê hezîrana 2018’an ve bajar, bajar li pey şopa edaletê digere. Jineke ku 2 law û hevjînê wê di nîvê sûka sûka Pirsûsê de tên qetilkirin. Jineke ku hevjînê wê bi awayekî birîndarî di embulansê de, li ber çavê wê tê kuştin Jineke ku bê navber ji bo kujer bên cezakirin li ber deriyê edliyeya Rihayê bi mehane rûniştiye… Dayikeke ku ev 206 roj in bê navber, bi israr dawa edaletê dike û ber deriyê edaletê jê re bûye mal…

Belê bînerên hêja… Em vê jina dil bi kul, berxwedêr vê dayîka dil zîz em tev ji nêz ve nas dikin, Belê em ji we re qala Emîne Şenyaşar dikin. Em vê hefteyê bûn mêvanê Dayik Emîne Şenyaşar û me jî berê xwe da ber deriyê Edliyeyê. Cihê ku mirov saetekî ji çûn û hatin, qerebalixê li berê îdare nake, Dayîk Emîne tevû kurê xwe Ferîd Şenyaşar tam ev 206 roj in ku li benda edaletê ne. Roj in tên ku heqaret li wan tên kirin, carinan tên binçavkirin, bi hin sedemên bê bingeh doz ji wan re tên vekirin, herî dawiyê jî pankartên wan hatin binçavkirin lê bi tu awayî Dayîk Emîne û lawê xwe paş ve gav navêjin. Dayik Emîne û lawê xwe Ferîd heftiyê 5 rojan ji Pirsûsa navçeya Rihayê berê xwe didin navenda bajêr û tên li ber deriyê Edliyeyê rûdinin. Di her roja ku di navbera Pirsûs û navêndê de diçe û tê, baweriya wê ya bi edaletê parçe parçe dibe. Ji wê êşa ku di dilê xwe de komkirî Cih û warê ku cara yekem bingeha baweriyê lê hat avakirin îro ji êş û kesera dilê Dayîk Emîne re nabe bersiv, ji daxwaza wê ya edaletê re bêdeng e, kor e, ker û lal e…. Ji wê êşa ku di dilê xwe de kom kirî her ku diçe jê re dibin nexweşî û xwe li bedena wê dipêçin. Dayik Emîne her diçe baweriya xwe ya li hember ‘edaleta dewletê’ winda dike. Ji ber vê ye ku Dayik Emîne di bin axa li ber deriyê adliyeyê, li Edaletê digere. Dayik Emîne tenê edaletê dixwaze, Malbata Şenyaşar edaletê dixwaze.