Saziya Bilind a Hilbijartinên Lîbyayê doh dabû xuyakirin ku dema ji bo serîlêdana namzetiya serokkomariyê bidawî bûye. Heta niha li Lîbayayê ji bo namzetiya serokkomariyê , zêdeyî 90 kesan serîlêdan kiriye . Piştî heftiyekê ji serîlêdana namzetan, roja duşemê saet 16.00 êdî deriyê serîlêdanê hate girtin.
Ji nav namzetên serke çend nav ev in: Seyfulislam Qedafî, Xelîfe Hefter, Abdulhemîd Dubeybe û Aqîla Salih, her wiha cara yekemîne ku 2 jin jî ji bo namzetiyê serîlêdanê dikin, yek ji wan Leyla Bin Xelîfe seroka partiya ‘Tevgera Niştimanî ‘ ye û ya din jî lêkolîner a zanistên civakî Hinêda EL Mehdî ye.
Derdora mehekê ji hilbijartinan re maye lê hê jî hin alî pêkanîna hilbijartinan di dema xwe de red dikin û dibêjin ku parlamento bi serê xwe tevdigere.
Hêjayî gotinê ye ku li Lîbyayê Meclisa Bilind ya Dewletê hatiye avakirin ew jî wekî şêweyeke din ê parlamentoyê ye û li dijî pêkanîna hilbijartinan derdikeve. Li gorî Meclisa Bilind ya Dewletê parlamento ne li gorî lihevkirinên siyasî tevdigere û bêyî ku şêwra vê miclisê bike biryarên xwe bi tena serê xwe digire.