30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîd dê bi têkoşînê bişkê

Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY DER) ya Amedê bi malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan re li Salona Demîrok a Amedê şahiyek li dar xist. Malbatan di şahiyê de pankartên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Ji girtiyên jin re azadî” û “Dema parastina hebûnê û misogerkirina azadiyê ye” li salonê daliqandin. Malbatên ku li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirin jî beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

Hevseroka TUHAY DER’ê Guler Yuksekbag di çalakiyê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: “Divê em li hemberî binpêkirinên mafan ên girtiyên nexweş ên li girtîgehan bêdeng nemînin. Girtiyan dibin nexweşxaneyan û 15 rojan dixin karantînayê. Bi kiryarên xwe rûmeta girtiyan binpê dikin. Ev pêkanîn nayên qebûlkirin. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene û nayên dermankirin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên dermankirin.”

Tecrîd dê bi têkoşînê bişkê

Yuksekbag bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Tecrîd dê bi têkoşîn û berxwedanê bê şikandin. Divê di şexsê Ocalan de tecrîda li ser hemû girtiyan bi dawî bibe.”

Çalakgera Nobeda Edaletê Încî Guler jî destnîşan kir ku roj roja xwedî derketina girtiyan û piştevaniyê ye.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku berxwedana gelê kurd li dijî faşîmza AKP-MHP’ê her ku diçe mezintir dibe û wiha got: “Dixwazin berxwedana zindanên Amedê biqedînin. Girtî hêz û ruhê berxwedanê ji zindanên Amedê digirin. Çawa ku gelê kurd di zindana Amedê de Esat Okytay têk bir, wê dîsa jî bi ser bikeve. Birêz Ocalan 23 sal in ji bo gelê kurd berxwedaneke mezin nîşan dide. Dixwazin vê berxwedanê bi dawî bikin. Lê em dizanin ku gelê kurd li vê qadê ev berxwedan da meşandin. Lewma li dijî faşîzmê çiqas êrîş hebin jî em ê bersiveke pir mezin bidin. Bi berxwedan û têkoşîneke mezin em ê van êrişan parçe bikin.”

Piştî axaftinan Koma Dîcle Firat derket ser dikê. Welatiyên ku li ber stranan govend gerandin, Malbatan di şahiyê de bê navber dirûşmeyên ji bo Ocalan berz kirin.