30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MEBYA – DER’ê kongreya xwe pêk anî

Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) li Wanê 1’emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Li salonê pankarta “Welatek azad bi nîrxên civakî ava bibe” daliqandin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP’ê, rêveberiyên bajar û navçeyan ên HDP û DBP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a STAR, OHD, KESK, TUHAY-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane beşdarî civînê bûn.

Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û dîwan hate diyarkirin. Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel li ser malbatên xizmên xwe winda kirin got: “Şoreşa zîhniyeta gelê kurd bi saya we pêk hat. Yên ku xeta HDP’ê birêkûpêk dikin hûn in. Yê herî baş rast û xelet nas dike hûn in. Werin em saziyên xwe biparêzin. Werin em li dora saziyên xwe bicivin.”

Piştre Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn ji çar aliyên Rojhilata Navîn li ser gelê kurd hewl didin têkoşîna azadiyê ya kurd asteng bikin û wiha axivî: “Hikûmeta AKP û MHP’ê hewl dide hebûna xwe bidomîne. Bi polîtîkayên dijminane yên li hemberî gelê kurd. Hewl didin têkoşîna wan bitepisînin. Siyaseta sedsalê ya li ser çokan li ser esasê vê rastiyê ye. Bi saya têkoşîna dayikên me ev êrîş vala derketin.”

Piştî axaftinan raporên MEBYA-DER’ê hatin xwendin. Di hilbijartinê de Hanim Kaya û Burhan Demîr ji bo Hevserokatiya MEBYA-DER’ê hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û gerandina govendê bi dawî bû.