30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî şaredariyê têkoşîna debarê dide

Fatma Cengîzhan, 10 sal in li qada Cûmhûriyetê ya Dêrsimê fêkî û sebzeyan difiroşe û pê debara mala xwe dike. Cengîzhana dayika 3 zarokan e, bi vî karî heta niha 3 zarokên xwe daye xwendin û şandine zanîngehê. Lê beriya 20 rojan Şaredariya Dersimê destûr neda ku êdî Cengîzhan dezgehê xwe li qasa Cûmhûriyetê deyne.

Ji bo ku vê pirsgirêka xwe çareser bike, Cengîzhan diçe şaredariyê bi şaredar Mehmet Fatîh Maçoglû re hevdîtin dike lê ev hevdîtin jî nabe çare. Cengîzhan, der barê vê astengiya şaredariyê ya li hemberî xwe de diyar kir ku xesara wê negihiştiye tu kesî û wiha got: “Heta niha ji cihek din tu kesî negotiye tu çima li vir dezgehê xwe vedikî. Lê şaredarî niha min ji vir diqewirîne. Ez vê neheqiyê qebûl nakim.”

Cengîzhan da zanîn ku şaredarî neheqiyeke mezin lê dike û ev tişt anî ziman: “Li şûna ku şaredar cihê kar li ber me veke, her roj ez ji van deran diqewirînim. . Ger ku îro ev şaredarî di vê neheqiyê de israr bike ez ê dezgehê xwe bişewîtinim. Dema ku ez dezgehê xwe venekim gelo ez ê çawa debara mala xwe bikim.”

Di bin deynan de ye

Di berdewama axaftina xwe de Cengîzhan, destnîşan kir ku ji ber pêvajoya vîrûsa koronayê ketiye bin deynan û wiha domand: “Ev 6 meh in pandemiyê malik li me tevan xera kiriye. Gelo îro çima şaredarî malê li me xera dike?  Bila xwedî li me derkeve. Hevjînê min jî naşuxulê carinan tê alîkariya min. Em her du jî bi vî karî ve girêdayî ne.”

Cengîzhan bal kişand ser buhayên giran ên li ser fêkî û sebzeyên ku li marketan tên firotin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Îro em meyze dikin ku li marketan fêkî û sebzeyan bi buhayeke zêde difiroşin. Pişta gelê Dêrsimê bi van bihayên giran şikandine. Lê ez û kesên wekî min bi zehmetiyeke giran diçin ji gundên derdora Dêrsimê fêkî û sebzeyên ku gundî bi keda xwe çandine tînin û bi bihayeke erzan difiroşin.”

Di dawiya axaftina xwe de Cengîzhan bi lêv kir ku Şaredariya Dêrsimê berê wê dide cihekî ku tav lê heye û ev tişt got: “Ka ez ê di bin tavê de çawa li ber dezgehê bisekinim. Şaredarî bêwijdaniyê li min dike. Ka çawa di bin vê tavê de sebzeyê xwe bifiroşim? Banga min li serokê şaredariya Mehmet Fatîh Maçoglu ye; bila destê xwe ji nanê min bikişîne!”