30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji hikûmeta Iraqê nerazîbûnên şermoke

Li dijî destwerdana artêşa tirk a li ser axa başûrê Kurdistan û Iraqê û kuştina fermandarekî wan ê berdevkê artêşa Iraqê Yehya Resûl, bal kişand ser êrîşa dewleta tirk a li dijî fermandar û leşkerên Iraqê û got; “Divê Tirkiye bûyerê zelal bike û ji bo parastina sînorên Iraq û Tirkiyeyê, sucdaran ceza bike.”

Berdevkê fermandariya operasyonên hevbeş ê Iraqê Tehsîn Xefacî jî li ser heman mijarê axivî û got; “Em bi Herêma Kurdistanê re der barê erîşê de di nav guftûgoyan de ne. Hinek wirdekarî hene. Sedema erîşê û fermandarê leşkerî di nav sînorê Iraqê de çawa hatiye hedefgirtin, tê lêkolîn kirin.”

Li aliyê din, parlamenterê Iraqê Mensur Beicî diyar kir ku bertekên welatê wî yên li dijî destdirêjiyên dewleta tirk şermezarî ye û xwest baylozê Tirkiyeyê ji Iraqê were derxistin û hemû peywendiyên bi Tirkiyeyê re werin birîn.

Li gorî nûçeya malpera Sumeriyeyê parlamenterê Iraqê Mensur Beicî daxwaz kiriye ku Iraq bêdengiya xwe bişikîne û xwe ji bersivdayînên şermezarî yên beramberî destdirêjiya dewleta tirk dûr bigire.

Mensur Beicî got; “Divê dewleta Iraqê balyozê Tirkiyeyê derbixe û hemû peywendiyên xwe yên bazirganî û aborî yên bi Tirkiyeyê re qut bike. Bi vê yekê bersivek tund bide êrîşên dewleta tirk ên li ser axa xwe da ku dewleta tirk bi êrîş û binpêkirinên xwe ji ser axa me biçe. Heta ku Iraq li dijî Tirkiyeyê nebe xwedî bersivek guncav, dest ji van bersiv û daxuyaniyên nerazîbûnê yên şermezarane bernede, wê ne tenê ev binpêkirin neyên rawestandin, wê zêdetir bibin.”

Her wiha piştî kuştina 2 fermandarên Iraqê ji hêla artêşa tirk ve, gelek nerazîbûn ji welatên ereban hatin lê çi ew nerazîbûn bin çi jî nerazîbûnên hikûmeta Iraqê hê jî di asteke şermoke de de.

Her wiha Wezareta Karê Derve ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuat Hisên bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Bahreyn Ebdullatîf Zeyanî û Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx Ebdula Bîn Zayid re axiviye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Fuat Hisên ji wezîrên Bahreyn û Îmaratê xwestiye li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Iraqê piştevaniya asayîş û serweriya Iraqê bikin.

Li gorî heman çavkaniyan wezîrên Bahreyn û Îmaratê diyarkirin ku welatên wan piştevaniya asayîş û serweriya Iraqê dikin. Her wiha anîne ziman ku divê dewleta tirk demek zûtir êrîşên xwe yên li ser axa Iraqê bide rawestandin.

Behaneyên wan çi bin bila bibin çawa leşkerên welatekî din derbasî nav axa Iraqê dibin û di ser de jî fermandarên wî welatî li ser axa wî welatî dikujin! Loma jî nerazîbûnên tên kirin tenê di asta şermezarkirinan de mane û tu qîmet û nirxê wan nerazîbûnan tune ye.

BEXDA