30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye şer gur dike!

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ji 27’ê îlonê ve berdewam e û bi tevlîbûna dewletên wekî Tirkiye û Rûsyayê jî her diçe bîlançoya kesên ji cih û warên xwe bar dikin û tên kuştin zêdetir dibe.

Di rojên borî de serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di civîna çapemeniyê ya Lûtkeya Yekitiya Ewropayê de gotibû ku; “Li gorî agahiyên îstîxbarata me Tirkiyeyê 300 kesên çekdarên ji Sûriyeyê, di ser Dîlokê re şandine Bakuyê. Ev tê zanîn û şopandin û tespîtkirin. Komên çekdar ên cîhadîst tên herêma Helebê. Ev yek tê wateya ku xeta sor derbas dikin.”

‘Zimanê şer bi kar tîne’

Hefteya borî Serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşînyan jî ragihand ku ji ber piştgiriya dewleta tirk a ji bo Azerbaycanê, şer her diçe li herêmê zêdetir dibe û wiha got: “Tirkiye ji bo berdewamkirina qirkirina ermenan vegeriya başûrê Qefqasyayê. Hikûmeta Azerbeycanê di van 15 salên dawî de zimanê şer bi kar tîne lê sedema biryardayîna destpêkirina vî şerî, piştgiriya dewleta tirk e.”

Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Serokê Dewleta Qerebaxa Çiyayî Davîd Babayan jî destnîşan kir ku Tirkiye şer gur dike û wiha got: “Di destê me de delîl û belgeyên ku Tirkiye komên çekdar ji Sûriyeyê anîne hene.”

Mase vala ne

Herî dawiyê jî der barê şerê li Qerebaxê de Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borell bal kişand ser fikarên navneteweyî ya li ser tevlîbûna Tirkiye û Rûsyayê ya li şerê Qerebaxa Jorîn û got divê mudaxeleyên derve bên astengkirin.

Nûnerê YE’yê Josep Borell diyar kir ku ji bo agirbest û diyalogê li ser asta alî û hêzên herêmî hevdîtin hatine zêdekirin û wiha got: “Lê niha rewş ne wiha ye. Masa 30 sal in vala ye.”

Civaka ermen kom bû

Hewceyî gotinê ye ku civaka ermen jî li Brûkselê çalakî kir û bang li Yekitiya Ewropayê kirin ku bikevin nav liv û tevgerê. Di çalakiya ku nêzî 2 hezar kes tev li bûn de, nerazîbûn nîşanî pasîfbûna Ewropayê hat nîşandan.

Hevdîtinan dest pê kir!

Li gorî agahiyên ku Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova ragihand, di navbera Baku û Erîvanê de hevdîtinan dest pê kir. Hevdîtinên di navbera aliyan de bi banga Moskovê dest pê kir. Tê zanîn ku beriya hevdîtinê Serokwezîrê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hem bi Azerbeycanê hem jî bi Ermenistanê re bi telefonê axivîbû û ew vexwendibûn Moskovê.