30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja azadiyê!

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di van rojan ku êrîşên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê her diçe zêde dibin, aliyên aştîxwaz û demokrat xwe ji bo pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî amade dikin.

Bêguman şoreşa Rojava di sedsala 21’emîn de ji bo gelên bindest û şoreşger bû hêviya azadiyê. Ev şoreşa ku di bingeha wê de Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk heye, ji niha ve bûye hêviya civakên bindest.

Şoreşa Rojava ya ku li ser vê pergalê hatiye hûnandin, ezmûna xwe ya herî mezin di şerê dijî DAIŞ’ê de da. Bi êrîşên DAIŞ’ê yên di 15’ê Îlona 2014’an dest pê kir de, derket holê ku civaka bi vê pergalê ve hatiye rêxistinkirin çiqas dikare di xwe de asta têkoşîn û berxwedanê ava bike.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya 134 rojan, ji bo gelên cîhanê jî bû çavkaniya têkoşîn û berxwedanê. Lewma li gelek deverên cîhanê kesên ku qet heya niha dengê kurd û Kurdistanê nebihîstine ji bo di vê têkoşîna mafdar û xwedî îrade de cih bigirin herikîn Rojava.

Ji bo piştivaniya berxwedana li dijî DAIŞ û çeteyên ji hêla dewletên dagirker  ve tên rêxistinkirin gelên cîhanê piştgiriya xwe ji bo gelê kurd ragihand. Ev herêma ku qet ne di xema kesî de bû, di demeke kurt de bû cihê şervan û şoreşgerên enternasyonalîst. Ev kesên bi hemû hebûna xwe ve baweriya wan bi wekhevî û îradeya gelan heye, li vê derê dikarîn xwe îfade bikin û li dijî zilm û zordestiyê têbikoşin.

Yekem car e gelê kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe, li qada nevneteweyî wisa deng veda. Ev berxwedan sînor derbas kirin û bû cîhanî. Ji bo ev berxwedan û têkoşîn neyê jibîrkirin û pira gelan a li dijî zilm, dagirkerî, qirkirin û înkarê, bi îlankirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî şoreş hat tacîdarkirin.

Ev berxwedana destanî ya li Kobanê û tevahiya Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi navê mirovahiyê hate meşandin, ne tenê li Rojava û Rojhilata Navîn, li nav tevahiya mirovahiyê sempatî û piştgiriyeke mezin da afirand. Şoreşa Rojava ne tenê ji aliyê kurd, ereb, asûran ve pêk hat, ji Ewropayê heta Amerîkayê, ji Kanadayê heta Rojhilatê Dûr bi berxwedana mirovên enternasyonalîst gihaşt asta herî bilind.

Hêzên dagirker li Rojava negihîştin armanca xwe ya kirêt. Niha bi plan û tevgerên cuda li pey têkbirina vê şorêşê ne. Dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî parçeyên vê plana qirêj in.

Ji bo şoreşa Rojava dorpêç bikin û wê bifetisînin, serî li hemû rê û rêbazan didin. Ev xebatên ku di pêşengiya dewleta tirk de tên meşandin ji xwe re hevalbend mîna PDK’ê jî daye çêkirin. Di vê rêya reş û tarî de, kurdên rêya xwe winda kirine dixwazin civaka kurd jî bi xwe re bikişînin nav vê tarîtiyê.

Ji destpêkê ve dewleta tirk hem dixwaze şoreşê bifetisîne, hem jî çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve derxe holê û bi rêya van çeteyan xewn û xeyalên xwe yên hikumkirina li herêmê bi cih bîne. Bêguman ev êrîşên li ser herêmê ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo aramî û ewlehiya herêmê jî metirsiyek mezin e. Lewma parastin û xwedîderketina li Rojava ku bi nirxê hevpar ê mirovahiyê hatiye bidestxistin, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye.

Gelên cîhanê yên li dijî êrîşên DAIŞ û dewletên dagirker xwedî li Rojava derketin, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî jî dengê xwe yê azadî û serkeftinê li cîhanê bilind dikin.

Di vir de ya girîng ew e ku gelê kurd bi sazî, rêxistin û partiyên xwe ve xwedî li vî nirxê hevpar derkeve û ji bo azadiya gelê kurd a daîmî têbikoşe lê heyf û mixabin ku hin aliyên ku bi nasnameya kurdî tevdigerin, li şûna xwedîderketin û parastina van nirxan, di nav hewildanên têkbirina wan de ne. Ev neyartiya li gelê kurd hêdî hêdî gihîştiye asta dijminatiyê!

Hêvî û daxwaza gelê kurd her tim ew e ku di nav partî û rêxistinên kurdî de yekitî ava bibe lê partiyên xwedî van kiryarên xirab çiqas dikarin di xwe de îradeya yekitiyê ava bikin cihê gumanê ye.

A girîng ew e ku di salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî de asta daxwaza azadî û têkoşînê di gelê kurd de mîna roja destpêkê germ û bi coş e. Ev jî bersiva herî xurt e ji bo hêzên neyartiya gelê kurd dikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê