Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine. Em bi hêvî ne ku li gorî dilê we bin. Bi malbatî dîsa van mamikan ji hev bipirsin û tasekê ji kaniya da û dapîran, bav û bapîran vexwin. Bêguman tiştanok bi gotina ‘kî dizane ev çi ye’ yan jî bi ‘mamê mino mamanî’ dest pê dike.
1- Mêzera siltanî
Ji xwedê pê ve tu kesî nizanî
kî dizane ev çi ye?
2- Mamê mino mamanî
Ji zikê diya xwe derdikeve
Pişta bavê xwe dixurîne
3- Mamê mino mamanî
Yê difiroşe li xwe nake
Yê li xwe dike nabîne
Bersivên me ev in:
1- Jina ducanî
2- Niftik, kibrît
3- Kefen