27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirbesta ji bo berjewendiyan

Bi banga 12 dewletên ku berjewendiyên wan li Libyayê hene, li Berlînê konferansek ji bo mayîndekirina agirbestê hat lidarxistin. Konferans ji destpêkê heta dawiyê bi nakokiyan dewam kir û encamnameyek hat aşkerakirin. Her wiha wêneyên serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan û serokê dewleta Misirê Abdulfettah El Sîsî yê ku di destpêka konferansê de hat kişandin bû mijara sereke ya raya giştî.

Wêneyên Tayyîp Erdogan û serokê dewleta Misirê Abdulfettah El Sîsî di rojevê de cihekî berfireh girt. Erdogan,  Sîsî wekî dîktatorek pênase dikir. Erdogan demên borî li New Yorkê ji ber ku Sîsî tevli xwarinê bûbû beşdarî xwarinê nebûbû. Erdogan, gelek caran di axaftinên xwe de got ku dê tu carî neyê cem Sîsî.

Piştî konferans bi dawî bû ji aliyê serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ve encamname hat xwendin. Merkel diyar kir ku li ser planeke berfireh li hev kirine. Merkel anî ziman ku ew ê berdewamkirina agirbestê pêk bînin û hewl bidin ku agirbestê mayînde bikin.

Her wiha serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî di konferansê de ji Tirkiyeyê xwestiye ku çeteyên li Sûriyeyê neşîne Lîbyayê. Her wiha rewşa herî balkêş jî Erdogan ji civînê nerazî veqetiya.

Yekitiya Ewropayê (YE) jî ji ber karên sondajê yên îlegal ên Tirkiyeyê yên li rojhilatê Deryaya Spî, hişyarî da. Serokkomarê Tirk Erdogan ultîmatoma YE’yê red kir û careke din şantaja penaberan kir. Erdogan careke din gef xwar ku ew bi milyonan penaberan vedihewînin û dikarin deriyê xwe vekin da ku penaber berê xwe bidin Ewropayê. BERLÎN