27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Revandina sivîlan li Efrînê didome

Tirkiye, 20’ê Çileya 2018’an bi komên girêdayî xwe ve êrîş bir ser bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê û di encama êrîşên 2 mehan de bajar dagir kir. Di êrîşan de bi sedan jin, zarok û sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn.

Ji destpêkê heta niha kesên ku li Efrînê mane jî bi êrîş û îşkenceyeke dijwar re rû bi rû ne. Komên girêdayî Tirkiyeyê bi ser malên kesên ku li Efrîn û navçeyên wê mane de digirin û bi berdêla pereyan wan direvînin. Hefteya borî li gundê Maratê yê Efrînê dîsa 10 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin.

Di nav kesên hatin revandin de jinek jî hebû. Kesên hatin revandin temenê wan di navbera 25 û 40 salî de ye. Navên sivîlên ku hatin revandin wiha ne: Rêzan Elî, Seîd Xelîl, Elî Hennan, Elî Xelîl, Rûken Heyder, Ehmed Evdo, Salah Ebdulrahman, Salah Memo, Ehmed Omo û Ehmed Bozan.

Komên çekdar, piraniya kesên ku direvînin îşkenceyên giran li wan dikin û wêne û dîmenên wan dikişînin û ji malbatên wan re dişînin. Bi vê rêbazê pere ji malbatan dixwazin. Malbatên ku pere nedin jî îşkenceyên giran li xizmên wan  dikin û wan dikujin. EFRÎN

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê