27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP, dewlet û mafya ji hev dadiweşe

Lixwemikurhatina Sedat Peker a di van rojên dawî de li Tirkiyeyê rojeva sereke ye û gelek kes li ser Peker û Soylu dinivîsin. Mikurhatinên Peker û bertekên Soylû wisa dikin ku ev bûyer wekî şerê di navbera Peker û Soylû de bê xuyan, lê belê çarçoveya mikurhatinên Peker pir fireh e. Şer di navbera mafya û dewletê de ye lê li di vî şerî de xala ku balê dikişîne ser xwe ev e: Ji nav mafyayê hinek kes piştevaniya dewletê dikin ev aşkera ye, lê belê divê ev îhtîmal jî  tim di hişê mirov de be ku ji nav dewletê jî hin kes piştevaniya mafyayê dikin. Peker aliyê mafyayê temsîl dike û Soylû jî aliyê dewletê.

Baş e mafyayên aliyê Soylû û rayedarên dewletê yên li aliyê Peker kî ne? Milê vê piştevaniyê yê di çapemeniyê de kî ne û çawa kar dikin? Di heyama hikûmraniya AKP’ê de û nexasim di van 6 salên dawî de çapemeniya Tirkiyeyê tenê di bin sîwana hikûmetê de kar dike. Li Tirkiyeyê hemû ajans û rojnameyên heyî bi awayekî bivê nevê ketine nav lepê hikûmetê û hin şirketên şirîkê hikûmetê. Peker ji vê yekê zivêr dibe. Lewra demekê Peker bi xwe di nav wê çapemeniyê de dihat pêşwazî kirin û çapemeniyê jê re li çepikan dixist. Li gorî angaştên Peker ew çapemeniya ne bi dilê wî û AKP’ê bû jî bi darê zorê hatiye ser rêya wan.

AKPyî ji darizandinê bêrî ne

Li Tirkiyeyê wezîr, parlamenter, kurên parlamenter û wezîran, xizmên parlamaneter û wezîran ji darizandinê bêrî ne. Ya rastî darazeke ku bikaribe wan bidarizîne li holê tune ye. Daraz ew bi we ne. Heke ava rûyê dewletê qetiya be mirov nikare behsa edalet, daraz, rûmet û şerefa dewletê bike. Mehrûmbûna ji van ne tiştekî nû ye, ji xwe di bingeh û esasê dewletan de ev xal kêm caran xwe didin der. Li cihê ku dewlet hebe, edaleteke giştî, darazeke civakî, rûmet û şrefeke giştî lê tune ye. Dewlet edaletê, darazê yekalî pêk tîne û herçî rûmet û şeref e ew jî di bin kirasê beqaya silametiya dewletê de tên herimandin. Îro li Tirkiyeyê mafyayek derketiye û îdia dike ku ew rûmeti şeref û heysiyeta dewletê temsîl dike. Girseyeke terikî jî heye ku jê re li çepikan dixe.

Agar pira di nav dewlet-mafya-hikûmetê de ye

Lê kî dide bin çengên wî? Berî bersiva wê em kurt û kurmancî rewşa heyî binirxinîn. Peker heta niha 7 vîdeo weşandin û di van vîdeoyan de bi mikurhatineke qubedeyî xwe li hin kesên di nav dewletê û mafyayê de cih digirin radikişîne. Bûyerê ji ber operasyona dewletê a li ser mala Peker dest pê kir û heta bazirganiya kokaînê ya navdewletî hat. Angaşta Peker a sereke ew e ku Mehmet Agar serokê dewleta di dav dewletê de ye û şopa lingên wî ji her derî dertê. Heta niha portreya Peker a ji bo Agar xêz kir nîşan dide ku Agar pira di nav dewlet-mafya-hikûmetê de ye. Raboriyeke Agar a wisa paqij tune ye her kes bi vê yekê dizane jixwe, lê Peker niha pêwendiya Agar û hikûmetê derdixe holê. AKP’ê di  heyama operasyonên Ergenekonê de Agar û Peker dabû girtin. Di dest Agar wan de agahiyên muhîm hebûn, heke bihatana gotin dê silametiya dewletê bi talûkeyekê re rû bi rû bimaya. Heke Agar kevirek ji dîwêrê dewletê bikişanda dewlet dê gumm bi ser hev de hilweşiya. Dewlet û hikûmet ji vê mikurhatinê tirsiyan û dîwêr hilneweşiya. Lê ne dewletê ne jî hikûmetê qet bîra Peker nebiribûn. Gelo ew mikur bê dê çi bi serê dîwêr de bê?

Peker Soylû û Agar berî hev da

Peker bi temamî berê xwe daye Soylû, dixwaze ji ser Soylû hem Agar hem jî hikûmeta ku destûra girtina wî derxistiye îfşa bike. Diyar e haya wî ji gelek tiştan heye. Xezeba Peker ne ji ber keçên wî tenê ye her wiha xezeba wî ne ji ber pirtûknexwendina wî ye. Eseh hin kes didin bin piçengên wî da ku biaxive. Peker bû sedem ku Agar û Soylû jî berê xwe bidin hev, lê ji ber ku pêwendiya wan ya hoste û şagirt e ew zû li hev dibuhirînin. Lê vê carê hoste ji şagirdê xwe lêborînê dixwaze. Soylû ji bo ku xwe ji vê meseleyê bişo dikare Agar saxe sax bixe gorê.

Agar û hevalên wî dê cardin bên darizandin

Peker behsa serdema Tansu Çiler û Mehmet Agar wan kir û diyar kir ku ji serdema kuştinên kujernediyar vir ve Agar bi karê tiryakê re eleqedar bû. Li gorî  Peker Agar Behçet Canturk û Savaş Buldan da kuştin. Her wiha tiliya Agar di kuştina rojnamevan Ugur Mumcu de jî heye û wî heta radeyekê ev yek îtiraf jî kiribû. Dema ku Agar behsa kevirê dîwarê dewletê dikir bê guman wî bal dikişand ser van kuştinên ku ji teref dewletê ve haitne kirin.

Di vê navberê de di 5’ê nîsanê de dadgeha îstînafê ji bo Mehmet Agar, Îbrahîm Şahîn, Korkut Eken û 19 bersûcên din, ji ber beşdariya wan a di kuştinên kujernediyar de biryara cardin darizandinê da. Îro biryar ji bo hin parêzeran hat ragihandin. Wisa dixuyê ku Agar wan dê cardin bên darizandin û bêşik ev biryar ji aliyê Soylu ve hatiye dayîn.

Peker komployan saz dike

Soylu şewişiye û nizane dê çi bike êdî. Peker der barê navbeynkariya Hadî û Suleyman Ozişik di navbera Soylû-Peker de jî axivî bû. Hadî Ozişik gotibû ku ev yek derew e û wî navbeynkarî nekiriye. Ser vê yekê Peker vîdeoya xwe ya bi Ozişik re parve kiribû û wî jî Ozişik derewkar derxistibû. Piştî vê yekê Ozişik ji kar hatibûn avêtin. Peker bi tedbîr tevdigere, ji bo berjewendiyên xwe komployan li hevrêyên xwe dike, bi kê re xeber dabe qeyda wê li ba xwe girtiye.

ÎRAN-MERSÎN-SABÎHA GOKÇEN

Peker di vê vîdeoya xwe ya dawîn de diyar kir ku wî ji neçarî cih guherandiye. Ev yek dide nîşan ku Soylû li pey Peker e. Belê di vîdeoya nû de tiştên ku Peker gotin girîng bûn lê ya herî girîng jî tiştên ku wî negotin bi xwe bûn. Peker di vê vîdeoyê de jî bi giranî li ser meseleya kokaînan û madeyên tiryakê li xwe mikur hat. Li ser depekî spî yê li pişt xwe “ÎRAN”, “MERSÎN” û “SABİHA GOKÇEN” (balafirgeh) nivîsîbû. Peker bi vê yekê dixwast rotaya anîna kokaînê ji bo Rojhilata Navîn destnîşan bike. Lê got ku ew ê di hiqûqa navnetweyî de li beramberî dewletê neaxive lê ew ê ji Sûriyeyê jî derbasî Îranê bibe. Peker dixwast ku behsa qaçaxçitiya çekan û danûstandina petrol û tiryakê ya li Sûriyeyê bike. Peker gef li Soylu xwarin û got ku dê bi Sûriyeyê tenê nemîne ew ê derbasî aliyên din jî bibe.

Guzergeha nû ya kokaînê

Li gorî îdiaya Peker koakîn pêşiyê ji Kolombiyayê dihat Tirkiyeyê. Jixwe li cîhanê rêjeya herî mezin ya bazara kokaînê di dest Kolombiyayê de ye. Li gorî Peker rewş wiha ye: “Ji ber ku Daîreya Têkoşîna bi Tiryakê re (DEA) li Kolombiyayê xurt bû wan rêyên anînê guherandin. Li Venezuelayê kontrola DEA’yê tune ye. Pir hêsanî ji Kolombiyayê dikarin kokaînê derbasî wir bikin. Kokaîn derbasî Ewropayê nabe, li wir erzan e, ya herî biha li Rojhilata Navîn e. Bendergeha Lazkiyeyê ya li Sûriyeyê ne di bin kontrola DEA’yê de ye. Ji wir tê belavkirin. Piştî ku 4 ton 900 kîlo kokaîn hatin girtin ji bo rêya nû peyda bikin kî çû Venezuelayê û 4 rojan li wir ma? Helbet kurê serokwezîrê berê Bînalî Yildirim Erkan Yildirim çû.”

Kurê Bînalî Yildirim karê kokaînê dike

Peker heke behsa Erkan Yildirim jî kiribe ew çax di dest wî de gelek agahiyên muhîm hene. Berê di vîdeoyeke xwe de behsa kurê Soylû kiribû lê gelek kes wisa fikirîbûn ku Peker ji ber pevçûna xwe û Soylu behsa kurê wî kiribû. Nexêr, Peker bi hemûyan re rabûye rûniştiye û haya wî ji wan heye. Heta bi xwe jî vê dibêje. Wekî gefxwarinekê ji Agar re dibêje ku dema tu nexweş bûyî û li nexweşxaneyê bûyî yê ku xwarina te dianî xizmên min bûn. Peker behsa tedbîrên xwe jî dike û bi vê yekê hewl dide hişyarî bide gelek kesan.

Erdogan hin kesan ji ber çav derxistiye

Ji hikûmetê tu bertek tune ye. Cemîl Çîçek demekê derket xeber da lê ew jî ker bû. Hikûmet çima deng nake? Erdogan hê jî ji jor ve rewşê temaşe dike. Yan Erdogan hin kesan ji ber çav derxistiye yan jî êdî nikare ji nav derkeve, ji ber wê jî tenê temaşe dike. Lê wisa xuya ye ku Erdogan Soylû ji ber çav derxistiye. Soylû wekî berdêla zavayê xwe derxiste pêş û niha jî bi destê wî dibe sedema wî bi xwe. Yên ku ji nav AKP’ê piştevaniya Soylû kirin hemûyan jî berê xwe dan ser muxalefetê. Wan muxalefetê sûcdar dikir ku xwe dispêrin gotinên Peker.

Çapemenî dualî û dudil e

Peker îdia kiribû ku wî li ser daxwaza hin kesan bi rêya hin xizmên xwe êrîşê Huriyetê kiribû û ev êrîş jî bûn sedem ku Huriyet dest biguherîne. Medya û çapemenî di şerê navbera her du terefan de nizane ka dê çawa teref bigire. Çapemeniya Demiroren alîgirê Erdogan û AKP’ê ye ev aşkera ye. Niha li Tirkiyeyê çapemeniya muxalîf bêhtir Peker derdixin rojevê lê ne ku ew piştevaniya wî dikin, tenê amûra muxalefetê niha bi tenê ew e.

Îstixbarata Peker ji ku tê?

Gotegotên li ser Hakan Fîdan û Sedat Peker û Suleyman Soylû û Mehmet Agar ne jiberxwe ve ne. Peker xwedî îstixbaratekî xurt e. Ew vê îstixbaratê ji ku digire? Peker vê îdiayê red dike helbet lê îro sibeh ew ê jî derkeve holê. Di vê pevajoyê de divê em bêhtir bala xwe bidin ser tiştên ku Peker behsa wan nekiriye û kêm be jî haya hin kesan jê heye.  Lê ya herî girîng jî ev e; êdî mikurhatina Peker bûye tiştekî bivê nevê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê