26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Albayrak ji kîsê çapemeniya alîgir çû

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê hat wê astê ku di nav hefteyê de AKP’iyan xwe bi xwe rexne li hev kirin. Kesên mîna Bulent Arinç ku bi salan di nav AKP’ê de siyaset kirine, rasterast zavayê Erdogan wezîrê darayî û xezîneyê Berat Albayrak kirin hedef. Van kesan bi awayekî hevpar gotin ku krîza aborî li welat heye û divê hikûmet jî vê yekê qebûl bike.

Ji ber van rexneyên navxweyî yên partiya xwe serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan Serokê Banqaya Navendî ya Tirkiyeyê guhert û wezîrê xwe yê berê Nacî Agbal li banqayê wezîfedar kir. Ev guhertina Erdogan gelek li zora zavayê wî Berat Albayrak çû. Piştî çend saetan li ser hesabê xwe yê înstagramê ragihand ku wî ji wezîrtiyê îstifa kiriye.

Ker û lal bûn

Li gel ku ev îstifa ji hêla Albayrak bixwe ve hat ragihandin û dinya alem pê hesiya jî çapameniya alîgirê AKP’ê bi saetan xwe bi îstifaya Albayrak qayîl nekir û veşart. Heta hat angaştkirin ku beriya îstifaya xwe Albayrak ji bo îstifayê bi çapameniya alîgir re ketiye diyalogê lê ji ber ku qebûl nekirine, Albayrak ji neçarî îstifaya xwe li ser hesabê xwe yê înstagramê ragihandiye.

Hikûmet jî bi heman rengî weke çapameniya xwe bêdeng bû û ji bo îstifaya Albayrak tu şîroveyekê nekir. Piştî 27 saetan bi awayekî fermî ji hêla AKP’ê ve der barê îstifaya Albayrak de daxuyanî hat dayîn. Bi zimanekî sosret îstifaya Albayrak weke daxwaza efûyê hat ragihandin û hat destnîşankirin ku daxwaza efûyê hatiye qebûlkirin.

Ragihandina qebûlkirina îsitifayê

Weke te zanîn efû ji bo sûcên kirî tê xwestin. Ji ber vê jî bivê nevê ev pirs tê hişê mirov; gelo di nav AKP’ê de îstifa weke sûc tê hesibandin? Ya jî sûcên ku li dijî civakê kirine bi vê têgehê (efû) ew jî qebûl dikin? Heke bersiv qebûlkirina sûc be, efû ne ji serkêşê sûc ji kesên ku li hemberî wan sûc hatiye kirin, bi gotineke din ji civakê tê xwestin. Divê ev jî bê zanîn.

Bi daxuyaniya hikûmetê re her çiqas bi wan nexweş be jî çapameniya alîgir ku ker û lal bûbû, êdî îstifaya Albayrak qebûl kir. Neçar ma ku krîza di navbera AKP’ê de, di rûpelên xwe de û li ser ekranên xwe bide. Erdogan, li şûna zavayê xwe Albayrak ku li ber dilê çapameniya wî gelek şîrîn bû! wezîrê xwe yê berê Lutfî Elvan peywirdar kir.

Hê hert tişt neqediyaye

Piştî krîz û peywirdarkirinên nû pereyê tirk tiştekî hindik li hemberî dolar û eûro bi qîmet bû lê ev nayê wê wateyê ku krîz aborî ya li welat derbas bûye û krîza di navbera AKP’ê de bi dawî bûye. Lewre kesê xwediyê nesîhetê hê neaxiviye û nêrînên xwe yên der barê rewşa heyî de neaniye ziman. Biaxiviya û rêçên kûçik û hespan ji hev cihê bikira wê baş bûna!

Dibe ku di rojên pêş de krîza di navbera AKP’ê de hê mezintir bibe û hinek parlamenterên AKP’ê derbasî partiya Ahmet Davûtoglû û Alî Babacan bibin. Di rewşeke wiha de guhertina ku ji ber ve yekê di rêveberiya aboriyê de pêk hat, wê pere neke. Îhtîmal heye ku komên di nav AKP’ê de li ser vê guhertinê li hev bidin û gelek kirêtiyên ku heta îro veşartine derxin holê.