26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca serdana  Mustafa Kazimî

Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazim hefteya borî li gel şandeya payebilind serdana Tirkiyeyê kir û bi serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan û berpirsên mezin ên Tirkiyeyê re civiya. Di serdanê de ku tenê rojekê berdewam kir li ser dosyayên bi salan e di navbera her du dewletan de bi pirsgirêk in, ên wek ewlehî, aborî, fînans, enerjî, av, girêdana rêya hesinî, vîzeya derbasbûnê û pereyên hatine sekinandî de, axivîn.

Têkiliya her du welatan ji 2003’yan ve di gelek pêvajoyan re derbas bû. Herî dawî ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêma Iraqa federal û nakokiyên mezin di navbera her du welatan de derketin. Di van rojên ku nakokî ketine navbera wan, Tirkiyeyê pereyên kesayetên iraqî dane sekinandin. Bi hatina serokwezîrê dewleta Iraqê Kazimî ya Tirkiyeyê re, Tirkiyeyê hewl da ku parastina têkiliya di navbera her du welatan de bike.

Endamê KNK’ê, hevserokê Eniya Gel a Demokratîk a li başûrê Kurdistanê û hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî der barê serdana serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ya li Tirkiyeyê de axivî. Kamûran Berwarî diyar kir ku ger hikûmeta Başûr helwestê nîşan nede dê Başûr bi temamî bê dagirkirin.

‘Bawerî bi dewletê nemaye’

Endamê KNK’ê Kamûran Berwarî da zanîn ku sedema serdana Kazimî ya li Enqereyê daxwaza madî û manewî bû û wiha got: “Wisa xuya ye ku Kazimî ji bo Iraqê daxwaza piştgiriya aborî û siyasî ji Tirkiyeyê kiriye. Ji ber rewşa dewleta Iraqê ne baş e. Li aliyekî di nav gel de pirsgirêk hene û çalakî tên lidarxistin û heye ku ev çalakî li tevahiya Iraqê belav bibin; li aliyê din jî gengaz e ku bi destê welatên cîhanê şerek li Iraqê bê destpêkirin. Lewma jî baweriya gelê Iraqê bi dewletê nemaye.”

‘Hevdîtin tim li dijî kurdan e’

Berwarî diyar kir ku hevdîtinên navbera Tirkiye û Iraqê carna bi rengê dualî carinan jî bi tevlîbûna Îranê bi awayekî sê alî pêk tên û axaftina xwe wiha domand: “Tê zanîn ku ev hevdîtin û lihevkirina wan timî li dijî destkeftiyên gelê Kurdistanê ne, lê belê di hevdîtina vê carê de dibe ku li ser çend mijaran rawestiya bin. Beşek jê jixwe di çapemeniyê de aşkera bû. Yek ji mijarên hevdîtinê li ser rêveberiya Şingalê, ya duyemîn li ser PKK’ê, ya sêyemîn li ser meseleya avê, ya çaremîn li ser vekirina deriyên nû, ya pêncemîn jî li ser lêgerîna li rê û rêbazên serweriya navbera Rojava û Başûr (kêmkirina bandora hikûmeta Başûr) bû. Her wiha tê texmînkirin ku mijarên danûstandinên petrolê, çareserkirina meseleya vîzeyê ya navbera her du welatan, cihdayîna şîrketên tirk ên ku Iraq xera kirin hatin nirxandin. Ne diyar e ku di van mijaran de li hev kirine yan na.”

Kamûran Berwarî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku encama hevdîtinê dê tiştekî baş nebe û ev tişt anî ziman: “Tirkiye dixwaze Iraqê ji bo xwe bi kar bîne, ev yek jî wê rewşa Iraqê bêhtir nebaş bike. Berwarî hişyarî da ku ‘pêvajoyeke nebaş’ li benda Iraqê ye. Rêveberiya Kazimî ya di demeke kurt de bû desthilatdar, erk û bandora xwe nîne ku ji aliyê stratejîk ve mohra xwe li binê peymanan bixe.”

Berwarî daxuyaniya waliyê Duhokê Elî Teter a li ser kampa penaberan a Mexmûrê jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Dibe ku serokomarê Tirkiyeyê ji waliyê Duhokê xwestibe ku mîna Şingalê heman rewşê bîne serê wargeha Mexmûrê. Ji ber ku wargeha Mexmûrê her tim tev li planên Tirkiye û Iraqê yên li dijî kurd û Kurdistanê hatiye kirin.”

Bi kêrî kurdan nayên

Berwarî diyar kir ku hevdîtinên navbera Tirkiye û Iraqê tu carê bi kêrî kurdan nayên, hevdîtina dawî jî wê ji bo PDK’ê jî bibe pirsgirêk, ji ber ku hewldanek li ser girtina deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl heye.

Her wiha Berwarî destnîşan kir ku bazirganiya navbera Tirkiye û Başûr wê ji ber vê yekê derbeyeke mezin bixwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ev yek bi rengekî aşkera bê gotin; dewleta tirk dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji aliyê aborî, leşkerî û civakî û siyasî ve Başûr dorpêç kiriye. Ji ber ku ev mesele ne tenê dagirkeriyek li ser Şingal û Rojava ye, dixwaze tevahiya Kurdistanê dagir bike. Dibe ku her dewlet gefê li rêveberiya başûrê Kurdistanê bixwe yan jî daxwazên xwe jê hebin, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku rêveberiya Başûr serê xwe li ber her daxwaz an jî gefê bitewîne, divê rêveberiya başûrê Kurdistanê li dijî vê yekê helwestê nîşan bide, naxwe armanc diyar e; ew jî dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Eger helwestek, nerazîbûnek nebe wê bigihêjin armancên xwe. Naxwe wê destkeftî hemû ji dest biçin û mîna di dîrokê de pêk hat wê çarenûsa kurd û Kurdistanê bikeve destê van dewlet û hêzan.” SILÊMANÎ

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê