Rojnameya Heftane

Li dijî mirovên spî berxwedana jina reşik!

Li ser rûyê erdê tu civak tune ye ku ji pergala serdestan zirarê nedîtibe. Hin civak ji ber zimanê xwe, hin civak ji ber ola xwe, hin civak ji ber rengê çermê xwe rastî zextên…

Hunerê resimî de cinî

Wexto ke merdim tarîxê resimî rê ewnîyeno, vîneno ke tewr zêde morê xo camêrdan dayo piro. Na rewşe Rojhelato Mîyanênî ra bigîrê heta Amerîka, Asya, Afrîka û heta Ewropa her ca bi eynî rengî…

Awaza bilûra Xecê… 

Di gelek çandên cihê de bilûr xwedî cihek girîng e. Herî zêde jî di demên berê de, bi hezarê salan beriya wê li gundan, li şevên sar ên zozanan, nexasim jî dema bêriyê de dihat lêxistin û wek amûrek şivanan jî hatiye nasîn, bi wan re bûye yek parçe. Bûye dengê herikîna hestan, veguheriye çandeke kevnar û dewlemend ku li zozan û geliyan deng dide. Jixwe di roja me ya îro de jî ev amûr wek yek ji amûrên girîng ên orkestrayan tê zanîn.

Çanda bilûrê li rojhilatê Kurdistanê û herêmên din ên welêt hîna bi awayekî zindî tê parastin. Nemaze ez ê îro behsa jineke bilûrvan bikim ku jiyan û hebûna wê, eşqa wê ya jiyanê bilûr e. Jinek ji Gîlanê!

Ji bo yên nizanin; bajarê Gîlanê xwedî herêmek 14711 kîlometreçargoşeyî ye û dikeve navbera rêze çiyayên Elborz û Talêş ên dikeve bakurê welêt.

Li vê herêmê gel bi zimanên cihê diaxivin; mînak gîlek, talşî, kurd, eşîrên kevnar û hwd. li vir dijîn. Baweriyên cihê, nexasim sunî û şîe lê hene. Ji ber vê yekê jî ziman û zaravayên cihê lê tên axaftin. Mixabin gelek ji wan zimanan; mînak gîlekî di bin serweriya zimanê farisî de maye û bi helandinê re rû bi rû ye.

Xecê ku wek “Xedîcê Xalê” jî tê nasîn ji Gîlanê ye. Bi zimanê farisî qet nizane û tenê bi zimanê xwe yê dayikê, yanî bi zimanê talşî diaxive.

Helbet mijara me ne ziman e lê em ê hewl bidin bi çend gotinan be jî behsa zimanê talşî bikin. Zimanê talşî yek ji zimanên kevnar ê herêma bakur-rojavayê Îranê ye û li gor hin zimannasan ev ji zimanê farisî cihê ye lê nêzîkî zimanê medî û avestayî ye. Tê gotin şibahetek vî zimanî ya berbiçav bi zimanê lorî, avestayî û kurdî re heye. Girîng e mirov balê bikişîne ser; li gor agahiyên ez pê dizanim talşî bixwe kurd in û tê gotin ji herêma Hewramanê beriya bi hezar salî, ji ber koçan veqetîne û hatine vir bi cih bûne lê li vir nasnameya wan a kurdayetî bi awayekî ji dest wan hatiye girtin, ji bo wê jî ger bi gelemperî nebêjin em kurd in jî, her wiha qebûl nakin ku ew fars in.

Xedîcê Xalê, şêrejinek ji Gîlanê ye ku piştî mirina hevserê xwe hemû barê jiyanê hildigire ser milê xwe û têdikoşe. Ew di sala (1314) de tê dinyayê û bi gelemperî li Gîlanê her kes wê bi navê “Xecê” dinase. Hîna jî, rexmê temenê xwe yê 78 salî hildikişe ser darên gûzan û dewarên xwe ji bo biçêrîne, derdixîne derve.

Xecê jiyana xwe li gundê Cengelî Rezdar a ser bi Rezwanşehrê diborîne. Jixwe xwezaya xweş û semyana vî gundî mirov matmayî dihêle; ev xweşikî û bedewiya xwezayê jî yekser li ser hest û bilûra wê bandor kiriye. Ew dema li bilûrê dixe, dengê ji bilûra wê derdikeve bi bedewiya xwezayê re dibe yek…

Ew di lêdana bilûrê de jêhatî ye. Jixwe di gelek şahî û festîvalên herêmî yên penîr, dûşav, xwûrme û tûşêmî ku li gundên herêmê tê lidarxistin beşdar dibe û ji bo wan li bilûrê dixîne. Dengên dorhêlê, ava kanî û çeman, bi dengê dilê wê re digihe hev û li asoyan olan dide. Dibe dengek enderûn ê awaya ji dilê wê diqete û li nav xwezayê belav dibe.

Helbet girîng e ku mirov bêje ew bi hêz, bawerî û alikariya xwe bixwe, kariye bigihê vê astê û kêm kes wek wê dikarin wiha bilûrê lê bixin. Ev jina bilûrvan wê hîn di temenê xwe yê zarok de, bi qalikê darê dest bi lêdana bilûrê bide. Tişta balkêş jî ew e ku bê ku bixwîne, yan jî cem kesekê perwerde bibîne wê wiha baş fêr bibe û li bilûrê bide. Ew ê bi boriyek plastîk û bi kamiriyekê muzîka talşî a kevnar bi awayekî jêhatî  û xweş lê bide, her kesê matmayî bihêle.

Jiyana Xecê di nav dilê xwezayê de ye, ji bo wê jî dema dest bi lêdana bilûra xwe dike, bi awirek kûr û dûr nêrînên wê noqî bedewiya gundê Cengelî dibe û dibêje; ‘dengê pîrejinekê ku nagihe cihekê’. Ev gazin û tinaziyên wê jî diyar e ji pergala heyî re ye ku nahêle dengê wê sînorên heyî derbas bike.

Girêdana wê ya bi xwezayê re di her kêliya jiyana wê de xuya dibe; rexmê ku nobedarên daristanê israr dikin Xecê mala xwe vala bike, hîna jî li wir dijî û her carê dibêje, ez li daristanê hatim dinyayê, ez ê neçim tu devereke din û li vir jî bêm binaxkirin.

Bilûr dengê hestên Xecê ye. Ew bi rêya bilûrê derd û kederên xwe vediguhezîne dengan û aram dibe. A rast ew herî zêde bi rêya vî dengê ku ji bilûra wê derdikeve xemrevînî dibe û dikare muzîka xwe ya herêmî jî bi vî awayî zindî bihêle. Ji ber enstrumanên cihê yên di muzîka taleşî de pir sînordar in, amûra herî tê nasîn a herêmê bilûra “çopanî” ye ku bi “lelêh” bi nav û deng e. Jixwe li Gîlan û Mazenderan bidestxistina wê asan e.

Di roja me ya îro de, yek ji helbesta gelê taleş a bi navê “Memobe” (Mehmodbe) ye ku hatiye neqil kirin û Xedîce di lêdana vê helbesta talşî de xwedî jêhatîbûnek cihê ye.

Xedîce Xale ne kêmî mamoste û ostayekê li bilûrê dixe ye, dema dest bi lêdana bilûrê dike jî bi evînê nêz dibe û herkesê lê guhdarî dike, mest dibe. Wê xweşikî, dilnizmî û aramî ji xwezayê girtiye û ev aramî û xweşikiya wê di awaza bilûra wê de jî baş tê dîtin.

Ev jina hunermend a talşî, di pêvajoyekê de ku rayedar û berpirsên heyî li hemberî vê çanda dewlemend xemsar bûn, wê bi hunera xweşik a muzîka talşî a gelê xwe hesî û ji bo pêşxistina wê bi evîn xebitî…