26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aydenîz: Em ê Ocalan azad bikin

Rêxistinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarê Şirnexê, di çarçoveya “Dem Dema Azadiyê ye” de bi gel re hatin cem hev. Bi hezaran kesan karwana TJA, KCD, HDP  û DBP’ê li Hezex Cizîr û Şirnexê pêşwazî kir. Girseyê piştî heyet pêşwazî kir, bi karwaneke mezin derbasî bajêr bûn. Girseya gel, dema şande pêşwazî kir, bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” berz kirin û pankartên ”Deng bidin çalakgerên greva birçîbûnê”, “Ji tundiya jinan re na” rakirin. Di serdanê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, bertek nîşanî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Yên dibêjin me ev gel xelas kir bila werin vê coş û biryara gelê Botanê bibînin. Di çanda Botanê de çong danîn tune ye. Gelê kurd heta li dijî polîtîkayên faşîst azadiya xwe bi dest bixin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Niha li dijî Birêz Ocalan tecrîd xistine meriyete. Lê bila baş zanibin ku em ê Birêz Ocalan azad bikin. Bi tecrîdê re her der kirin qada şer. Gelê kurd dê li Rojhilata Navîn li dijî tecrîdê têbikoşe. Heta azadiya Ocalan bi dest bixin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

 ‘Ocalan muhatabê gelê kurd e’  

Aydenîz, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê jî û wiha got: “Girtî li dijî tecrîdê û şertên giran 269 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li dijî sûcê mirovahiyê û tecrîdê di greve de ne. Girtî ji bo azadiya Ocalan têdikoşin. Daxwaza girtiyan daxwaza me hemûyan e. Em carek din bang dikin ku bil ez daxwazên girtiyan pêk bînin. Eger daxwazên girtiyan pêk bînin û Birêz Ocalan azad bibe dê pirsgirêka kurd çareser bibe. Eger pirsgirêka kurd çareser bibe dê pirsgirêka Tirkiyeyê jî çareser bibe. AKP li şûna pirsgirêkan çareser bike tecrîdê giran dike. Divê Birêz Ocalan têkeve nava tevgerê. Ji ber ku Ocalan muhatabê kurdan e. Bi milyonan kurdan gotin ‘Birêz Ocalan vina me ya siyasî ye. Tecrîd bingeha şer e. Kurd jiyanek azad û aştiyê dixwazin.”