Rojnameya Heftane

Bablîsoka Sî’bera ZeyNO

Di edebîyatê de sînor çiqas ji holê radibin, bergeha nivîskar ewqasî fireh dibe, azadî dest pê dike… Di wê bergeha fireh de êdî xeyala nivîskar çi toz û dûxan rakir û li pey xwe hişt, em xwîner li gorî wê toz û dûxanê yan jî li gorî wê bablîsokê xwe li ber berhemê xweş dikin.

Li ber sîya valahîyê xwîner dibin şahid û hevkarên Sî’bera Zeyno û bi bêhnçikandina Fendo ya ku ji siberojê ber bi donapêr ve berovajî dike helkehelk.

  1. Kovan Baqî, hemû romanên xwe bi tîrbûna çîroknûsîya xwe honandiye. Sî’bera Zeyno (Sîya Valahîyê) ku serborîya însên ji berîya Adem û Hewayê digire dest û tîne di derîyekî buhiştê re dixe hundir û li wir nasekine bi lez û bez di derîyê pêş re, bi eşkereyî dîsa ji wê buhiştê derdixe… Ev yek jî wê bablîsoka ku xwîner dibînin û hewl didin xwe li ber xweş bikin, bi bayê Zeynoyê dibe ne-kesek.“Çi cara dilê me bixwaze, bêyî ku cih û war û zeman ferq bike, em her du vediguhêzin û dibin ne-kesek…rp27” nivîskar gelekî bi koneyî sînyala ku divê xwîner jî xwe nexe tu qalib û qeydan di ber guhê/çavên me re davêje…

Di edebîyatê/hunerê de ya herî zehmet ew e ku berhemek devê xwe di zêmka gelek şax û bineilmên cîhanî û rûhanî xwe û jê xwedî bibe, mezin bibe û li bergeheke fireh bibe bablîsokeke bêar ! Lehengên romanê ZeyNo û FenDo, di nav jiyaneke rastîn de bi bayekî MÊrolojîk bablîsokekê radikin. Ev yek jî rê lê vedike ku xwîner di ser ne-kesekbûna xwe re, hay ji serborîya xwe ya mîtolojîk, dîrokî û felsefîk çêbibe. Şer û pevçûnên rojane di romanê de xwe digihîne serdemên arkaîk û Kovan Baqî bi vegêraneke bêrêgez û wêrek(!) serborîya me û sedema hebûna me bi şabûnên ZeyNo û FenDo vedibêje: “Ma qey însan giştik seba şerr bikin diwelidin, yan diwelidin seba- rp. 89” Di romanê de gelek hevokên bi vî rengî hene hem xwîner ji bo kêlîyekê didin sekinandin û hem jî dihêle ku bêhtir bide nav pirtûkê. Ji ber ku ji Zerdeşt, Adem, Hewa, Enkîdo, Gilgamêş, Freûd, Mem û Zîn û Konfiçyûs, Wolf, agir û avik û hemû lehengên mîtosîk û qebqebeyên dewr û zemanên xwe bi hev re bablîsoka Sî’bera ZeyNoyê diafirînin. Bi afirandina bablîsoka ZeyNoyê û agirberdana FenDo re, em pê dihesin ew zêmka wan şax û bineilmên cîhanî û rûhanî ku lehengên Kovan Baqî pê mezin bûne îro di hemû reh û bedena mirovahîyê gerîyaye.

Lê ew bablîsok ne wekî sûr’a Îsrafîl e, dawî li cîhaneke beşerî nayne, berovajîya wê, vejîn e, destpêk e, şabûn e, qebûlnekirina buhiştê ye û derketina bi lez û bez a di derîyê pêş re ye…

Di romanê de ji bilî lêpeydakirinên efsanewî, mîtosîk û felsefîk nivîskar wekî îluzyonîstekî bi tîp, gotin û hevokan dilîze. Bêguman pêlîstina nivîskêr ne tenê bi peyv û hevokan e û ne ewqasî hêsan û bêguneh e jî… Wekî mirov marekî teyar deyne ser sînga xwe û pê şa bibe. Heger yek liva mirov li xweşa marê teyar neçe, şabûn êdî diçe şerr dimîne… Kovan Baqî bi vê wêrekîyê Sî’bera ZeyNo nivîsandiye. Bi îluzyona hunera xwe mar li ser sînga FenDo bi mêbûna Zeynoyê şa dibe…

*Sî’bera Zeyno- Baqî, H. Kovan, rêzeroman-I, 122 rp, Weşanên J&J, 2017