spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bajaroka Awîskê

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Awîskê, girêdayî navçeya Qubînê ye. Ji Qubînê heft û ji Êlihê bîst û heft  kîlometreyan dûr e. Di navenda Awîskê de 3 hezar 500 kes dijîn. Her çiqas ev der li warên êzdiyan be jî roja îroyîn di navenda  Awîskê de êzdî qet nemane. Ji wan yek du mal kişiyane gundan, yên din jî  koçber bûne ber bi welatên biyanî. Di bintara Awîskê re çemê Bişêriyê dikişe. Li ser çêm du pir hene ji wan yek sedsale ye û trêna Misircê di ser re derbas dibe.  Di vê dawiyê de van her du piran navê xwe dane Awîskê û navê Awîskê hatiye guhertin, bûye ‘Îkî kopru’ ango du pir.  Dema êzdî li vir dijîn malên wan hema li ser kaşê jora çêm in. Lê bajarok niha ber bi gundê Qorixê ve fireh bûye.

Di dîroka Awîskê de şopeke êzdiyatiyê ya xurt heye. Demekê bi navê Awîskêya Elî Tem hatiye binavkirin. Elî Tem Nebiyê Mîrza Axayê mezin e.

Li gorî lêkolîneran Mîrza axa di navbera salên 1640 û 1720’î de serdariya  welatê Xaldiyan kiriye. Ji pey wî  jî Temê kurê wî bi heman peywirê rabûye. Dema siwarê Barîn, bavê Elî,   Temê Mîrza axa,  di sala 1800’î de koça dawî dike, wî di ziyareta  Şêxevind de vedişêrin. Ziyaret li geliyê bintara awîskê û di ber sînorê gundê Heciriyê de ye.

Kerametên ziyareta Şêxevînd hê jî tên gotin. Bo kesen nexweşiya bê ketibin, aliyekî wan kişiyabe an jî  bi tirsê ketibin, zîyareta Şêxevind şîfa ye.

Li gorî salixdayînan, dema êzdî koçber nebibûn û welatê Xaldiyan hêj şên bû; her sal, li ziyareta Şêxevind, li roja şemiya ku dikete dawiya meha gulanê,  pîrozbahiyek mezin çêdibû. Hemû gund li hev komdibûn, qurban serjê dibûn, def û zirneyan lêdixist, stran dihatin gotin û  govend digeriyan.

Lêkolîner Kemal Tolan li ser ziyaretên herêma Xaldiyan gelek xebitiye. Li gorî zargotina ji Hesen Xelef girtiye, dibêje ku;

‘Li wextê hîna pir mirov li derûdora geliyê Şêxevind tunebûne,  hingê her kes weke koçeran dijîn; carekê, dema koç, ji geliyê Şêxevind bar dikin û diçin, zarokek piçûk li dewsa warên koçeran, bi tenê dimîne. Zehf digirî û lewaz dikeve. Şêxevind tê hewariya wî, bi qudret û kerametên xwe, ji xezalekê re dibêje ‘ were, şîrê xwe bide vî tifalî.’  Xezal bi şîrê xwe wî zarokî xwedî dike. Kurekî gelekî bedew jê dertê. Hinga lawik tê çaxê zewacê, Şêxevind rojekê bi şiklê derwêşekî tê cem kurik û dibêjê, ‘Divê tu biçî gundê Şimzê, li wî gundî qîzeke bi navê Xanê ye ku gelekî bedew û delal dijî, ew mirazê te ye. Serê sibê, zû here û li ser kaniya Şimzê bisekinî, ya ku ewil tê û avê dibe Xanê ye. Tu xwe nîşanî Xanê de û destê xwe di pişta wê de bêjê; ez mirazê te me. Ji dûra vegere ciyê xwe, ji dawiyê Xanê yê li pey şopa te keve û were cem te.’

Lawik tê nav gundê Şimzê weke şîreta Şêxevind tev digere. Gava lawik destê xwe li pişta Xanê dixe, şûna destê wî li ser pişta Xanê dibe weke şaneyekê. Piştî demekê, ev şane mezin dibe û Xanê nikare ji şermana derkeve derva. Dê û bavê Xanê wê dibin li ser hekîm û loqmanan, lê dikin û nakin tu çarekê ji derdê  Xanê re nabînin.

Rojekê Şêxevind tê xewna dê û bavê Xanê û ji wan re dibêje, ‘eger hûn vê keça xwe nebin û bi wî xortê li geliyê Şêxevind re nezewicînin, keça we yê bi wê kederê bimire.’ Dê û bavê Xanê dibêjin ‘de ev xewn e’ û guh nadinê. Axir Şêxevind çend caran dîsa tê xewna wan û heman tiştî dibêje. Dê û bavê Xanê jê bawer dikin û Xanê bi wî lawikî re dizewicînin û Xanê ji wî derdê bêderman xelas dibe û digihîje mirazê xwe.

Mexberê Temê Mîrza Axa jî di ziyareta şêxevind de ye, lê halê ziyaretê dilê mirovan diêşîne. Darên wê yên sedsale hatine birîn, cih bi cih hatiye kolandin. Li cihê mexberan jî nayê xuya.

Ji Tem du kur dimînin wan Elî Awîskê, Zoro jî Zivingê bi cih û war dibe. Ev her du gund bi navê wan tên zanîn; Awîskêya Elî Tem û Zivinga Mala Zoro. Pey bavê xwe serdema Elî Tem dest pê dike û qedera Elî jî ziyareta Şêxevind diyar dike.

Nivîskar Orhan Basî di vê mijarê de dibêje ku; ‘Çavê Elî Tem di pîrozahiya ziyareta Şêxevind de keçekê dikeve, keçik bi  siwarî berxekî ji erdê hildide û davêje ber xwe. Elî dibe xwezgînî lê bira û pismam razî nayên ji ber ku wê demê eşîr tenê bi hev re dizewicin. Elî ji eşîra şedikiya ne û keç jî ji eşîra Pîvaziya ne. Elî ya xwe dike bi keçikê re dizewice û xwişkên xwe  Şîrîn û Gulê jî hildide ji welatê Xaldiyan koça xwe  bar dike diçe Cizîrê.’

Ji Elî du kur çêdibin, Qaso û Hemîd, leheng in û bi xweşmêriya xwe tên nasîn. Hemîd berpirsiyarê siwar û serleşkerên mala Mîr Bedirxan e. Li dema Eliyê bavê wan dimire, Hemîd  ji her du metên xwe; Şîrînê dide Bedirxan Beg û  Gulê jî dide Salih Beg ê di dawiyê de Hemîd navê êzdiyatiyê jî ji ser xwe hildide. Ev yek ne bi dilê Qaso ye û Qaso ji Cizîrê bar dike diçe gundê Basa. Nebiyên Hemîd hê jî li Silopiyayê dijîn.

Ji Qaso jî gelek zar çêdibin. Heya fermana Basa zar û nebiyên wî li Basa dimînin. Di 14′ ê Gulana 1916’an de hem êzdiyên li Basa, li ber çemê Xabûrê tên qetilkirin; ji heştê malî bi tenê heft mal, ji hefsed neferî bi tenê sî û heft nefer dimînin. Ji wan sî û heft neferan yek jî Simoyê Silo yê nebiyê Qaso ye. Simo şûnde berê xwe dide welatê kal û pîran tê herêma Xaldiyan.

Ji mala Mîrza Axayê Mezin hin kes, ji piştî ewqas ferman û têkçûnan, hin bernavk û navên bavikên xwe li xwe kirine û navê mala Mîrza Axa ji ser xwe rakirine;  Şedîkî, Basî, Çêlikî, Qizilî, Berekî ji wan malbatan çendek in.

_________________________________________________________________________

Çavkanî: Gotarên lêkolîner û nivîskar  Kemal Tolan û Orhan Basî

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê