27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîr û kal tenê man

Welatên ku herî zêde ji vîrusa koronayê (Covid-19) bi bandor bû Amerîka, Îngilistan, Îtalya, Spanya û Fransa ne. Tirkiye jî di rêza 9’emîn de cih digire. Gelek beşên civakê ji pêvajoya vîrusê bi bandor bûn. Feraset û hişmendiya serdest di vê pêvajoyê de bêtir pîr û kal kirin hedef, bi tedbîrên xwe ji civakê dûr xistin û wan terkî mirinê kirin.

Civak, ji aliyekî ve ji hêla vîrusê ve û ji aliyekî din ve jî ji hêla pergala serdest ve hat dorpêçkirin. Pergala serdest a dixwest civakeke ezperest biafirîne bi vîrusê re gihaşt armanca xwe. Tirs, fikar, birçîbûn, tenêbûn, mirin, jiyan, malbat, zarok, aborî û pêşeroj di pêvajoya vîrusê de derket asta herî jor. Ev tişt bi xwe re cudakarî, newekhevî û nijadperestiya heyî derxist asta herî jor. Her qadên jiyanê û civakê para xwe ji vîrusê girt.

Di destpêka pêvajoya vîrusê de heta îro dewletan hewldane ku hêza xwe ya serdestiyê winda nekin û xwe di nav civakê de xurt nîşan bidin. Xurtbûna xwe bi girtina tedbîran û serkeftina xwe jî bi kêmkirina daneyan anîn ziman. Lê hê jî vîrus belav dibe û bi milyonan mirov bi vîrusê dikevin û bi sedhezaran kes jî jiyana xwe ji dest didin. Li gelek welatan tedbîr hatin sistkirin û plansaziyê pêşerojê hatin derxistin. Bi taybetî hemû hewldanên dewletan ji bo sererastkirina aboriyê ye, lê wisa xuya dibe ku dewlet û sermayedar dê bi hev re berdêla vê pêvajoyê ji karker, kedkar û xizanan derxînin.

Hişyarî veguherî êrîşan

Tedbîrên ji destpêka pêvajoyê heta îro hatin girtin bêtir rê li ber cudakarî û newekheviyê vekirin. Li tevahiya cîhanê di serî de pîr û kal hedef hatin girtin û ji bo wan bangewazî hatin kirin. Bi taybetî jî ji bo pîr û kalên nexweşiyên wan ên kronîk hene hişyarî hatin kirin. Hin welat bangewazî kirin û hin welatên wekî Tirkiyeyê jî ji bo pîr û kalan biryara qedexeya derketina derve îlan kir. Bi biryar û bangewaziyan feraset û nêzikatiya li hemberî pîr û kalan veguherî êrîş û cudakariyê.

Pîr û kalan terkî mirinê kirin

Bi taybetî li welatên Ewropayê jiyana pîr û kalan ket xetereyê. Li gelek malên xwedîkirinê yên pîr û kalan bê xwedî man û pîr û kal terkî mirinê hatin kirin. Her roj agahiyên mirina pîr û kalan ên li malên xwedîkirinê hatin parvekirin. Di rojên ewil de li Fransayê 4 hezar û 589, li Îtalyayê 3 hezar 859 pîr û kal li malên xwedîkirinê ji ber bêtedbîriyê jiyana xwe ji dest dan. Li Almanyayê jî nêzî 11 hezar malên xwedîkirinê hene û bi sedan pîr û kal li vir jiyana xwe ji dest dan. Li Amerîkayê jî heman tablo hebû. Gelek welatan ji bo cih ji nexweşên din re bimîne pîr û kalên rewşa wan nebaş ji nexweşxaneyan hatin derxistin û terkî mirinê hatin kirin. Bi taybetî di daneyên li gorî qeydên fermî tên amadekirin de mirina gelek kesan derbas nabe.

Ji civakê hatin dûrxistin

Gelek cih ji pîr û kalan re hatin qedexekirin. Pîr û kalên bêkes di vê pêvajoyê de neçar man hewcedariyên xwe bi xwe pêk bînin. Dema derketin derve jî bi êrîş û heqaretê rûbirû man. Ev tişt têr nekir dîmenên êrîşan hatin kişandin û li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Wekî gunehkarên wê pêvajoyê hatin îlankirin. Di vê pêvajoyê de wek kesên nayên xwestin hatin ragihandin. Mafên wan ên jiyanê bi her awayî hat binpêkirin. Êdî pîr û kal ji civakê hatin dûrxistin.

Bîlançoya her roj dihat parvekirin li ser civakê bandoreke neyînî dikir. Lê belê feraset û hişmendiya pîr û kalan bi mirinê re rûbirû hiştiye bala civakê nekişand. Pîr û kalên hafizeya civakê ne û bi tecrûbeyên xwe yên bi salan rê û rêbaza jiyanê nîşanî civakê dane, di vê pêvajoyê de bi tenê hatin hiştin. Civaka ev qas ji vîrusê ditirsiya êdî li hemberî êrîşên li dijî pîr û kalan refleks nîşan nedida. Pîr û kal bi mirinê re rûbirû hatin hiştin.

Xizan dîsa bûn qurbanên sereke

Krîza aboriyê ya ji ber vîrusê bêtir kûr bû bondor li tevahiya jiyanê kir. Dezgeha Alîkariyê ya Îngilistanê Oksfam diyar kir ku piştî vîrusê dê bi giştî li cîhanê milyarek zêdetir kes dê di asta xizaniyê de jiyana xwe bidomîne. Ji ber ku li welatên xizan pergala tenduristiyê qels e, bidestxistina derman û zadê kêm in bêtir bi vîrusê bi bandor dibin.

Li gorî daneyên Yekitiya Neteweyî (NY), di nav 3 û 6 mehan de krîza aboriyê li welatên xizan dê derkeve asta herî jor. Her wiha NY’ê ji bo parastina tenduristiya welatiyên li Benin, Cîbûtî, Lîberya, Mozambîk, Pakistan, Filîpin, Sierra Leone, Togo û Zimbabve banga alîkariya aboriyê kir.

Seroka Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) Kristalina Georgieva, da zanîn ku ji ber vîrusa koronayê deyn pere dane 25 welatên endamê ÎMF’ê. Georgieva, destnîşan kir ku dê bi deyn pere bidin welatên xizan ên wekî Afganistan, Benin, Burkina Faso, Komara Navîn a Afrîkayê, Çad, Girava Komorê, Komara Demokratîk a Kongoyê,  Gambiya, Gine, Gîne-Bissau, Haîtî, Lîberya, Madagaskar, Malavî, Malî, Mozambîk, Nepal, Nîjer, Ruanda, Sao Tome ve Principe, Sierra Leone, Solomon Adaları, Tacikistan, Togo û Yemenê jî.

300 parlamenterên 20  welatan bang li ÎMF û Bankaya Cîhanê kir û xwest deynê welatên xizan jê bibin. Nûnerê Demokratan Îlhan Omar û senatorê amerîkî Bernîe Sanders pêşengiyê ji vê hewldanê re dikin ji bo welatên xizan banga alîkariyê kirin û her wiha daxwaza betalkirina deynan kirin.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF), jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa zarokên li welatên xizan dijîn û da zanîn ku li welatên xizan bêtir zarok ji vîrusê bi bandor bûne. UNÎCEF, bal kişand ser lêkolîna Zanîngeha Amerîkayê Johns Hopkînsê û got: “Li gorî lêkolîna zanîngehê li 118 welatan di nav 6 mehan de dibe ku 1,2 milyon zarokên ku temenê wan kêmî 5’an be ji ber bandora vîrusê bimirin.”

Bila aşî ji bo her kesî bê pere be!

Ligel tedawiya ji bo vîrusa koronayê tê kirin jî lêgerîna aşiyê didomin.  Ajansa Dermanan a Ewropayê destnîşan kir ku dibe di nav salekê de aşiyek bê amadekirin. Ligel lêgerîna aşiyê ji niha ve di navbera dewletan de gengeşiya aşiyê derket asta herî jor.

Fîrmayeke dermanan demên borî diyar kiribû ku heke aşiyek bê dîtin jî dê pêşiyê pêşkeşî Amerîkayê bikin. Daxuyaniya fîrmayê ji hêla rayedarên dewletan ve hat rexnekirin. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî bertek nîşanî daxuyaniyê da û got: “Divê bazara aşiyê neyê kirin. Divê aşî bibe milkê raya giştî ya gerdunî.”

Pispor, siyasetmedar û rêveberên rêxistinên sivîl ên civakî û di nav de Serokkomarê Afrîkaya Başûr Chrîl Ramaphosa û Serokwezîrê Pakistanê Îmran Han jî heyî zêdeyî 140 kes nameyeke hevpar ji bo civîna Meclîsa Tenduristiyê ya Cîhanê amadekirin. Name di civînê de wê pêşkeşî wezîrên tenduristiyê yên dewletan bê kirin. Beriya civînê name ji raya giştî re hat parvekirin. Di nameyê de wiha hat gotin: “Dema aşiyeke bi bandor hat çêkirin, divê bi lez û bez bê hilberandin. Divê aşî bê pere bidin hemû welatan. Divê derman û aşî di bin sîwana Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de be.”