26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dadgehê cejn pêşwazî kirin

Li Amedê di 22’ê Gulanê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di navde rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, aktivîstên Tevgera Jinên Azad, Dayikên Aştiyê û rêveberên KCD; HDP û BDP’ê jî di navde 18 kes hatin binçavkirin. Ji kesen hatin binçavkirin piştî li midûriyeta polîsan lêpirsîna wan hatin kirin sewqî dozgeriya Amedê kirin.

Dadgehê der barê Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, rêveberên Komeleyê Narin Gezgor Fatma Gultekin, aktîvîstên TJA’yê  Gulcihan Şimşek, Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan, Endamê Navenda HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Yenişehirê Remziye Sızıcı, Endama Melîsa Şaredariya Rezan Gonul Aslan û Veysi Kuzu, Endama Meclîsa Şaredariya Amedê Sevim Coşkun, Endamê HDP’ê Mehmet Ali Altınkaynak, endamê DBP’ê Celal Yoldaş de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.

Kurê endama Meclisa Şaredariya Baglarê Gonul Aslan, Dilgeşê biçûk jî li gel parlamenterên HDP’ê li benda biryara ji bo dayika xwe heta nîvê şevê sekinî. Haya wî ji cejnê tune bû lê xema wî dayika wî bû. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven got kurd rojên cejnan û rojên taybet ne li gel zarokên xwe li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin. AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê