Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Teoriya medyaya femînîst

Linda Steiner

Femînîzm li dijî desthilatdariyê û mêtingeriyê, fikra azadî û tevgera veguherînê diparêze. Femînîzm têgeheke gîrecan e û armanca li vir nîqaşa qaîdeyên ku nirx tê de hene nîne û di vê nivîsê de pênasekirina teoriya medyaya femînîst bi tena serê xwe nikare têgeha femînîzmê jî nîşan bide. Heke mirov mînakeke şênber bide, medyayên femînîst ji hêla femînîstan ve hatine sazkirin û nirxên femînîzmê û geşedanên medyaya femînîstan nîşan dide û naveroka medyayê jî li vir ne mecbûr e ji xeta çanda femînîzmê pêk be. Di platformên medyayê de bikaranîna ziman ji aliyê rêgez û bikaranîna têgehên femînîstan ve nêzîkatiyên jinan nîşan dide. Naveroka wan femînîst nebe jî nêrîn û bikaranîna ziman femînîst e. Hêz di destê jinan de ye. Polîtîkayên xwe venaşêrin û lêkolînên wan ên rojeva femînîstan û armanca wan jî vê nîşan dide.  Bi rastî teoriya medyaya femînîstan ji derveyî cudahiyên zayendê, zayenda civakî esas digire. Nasname û tecrûbe li gorî zayenda civakê form digire û têkiliyên wê yên desthilatdaran jî tên nirxandin. Zayend li vir ji hêla civakê ve tê înşakirin. Mirov dikare bêje ku zayend çêkirî ye û wek xwezayî tê nîşandan. Pirsgirêkên medyayê jî di navenda nîqaşa femînîzmê de xuya dibe. Bi vî awayî nîqaşên hişk jî carna derdikevin holê. Ji hev cudatir çend heb teoriyên femînîzmê derbikevin jî heta niha li ser medyaya femînîst ramaneke hevpar derneketiye.

Dîroka aktîvîzmê

Betty Freidan, 1970

Di dîroka medyayên femînîst de bi pirtûka Betty Friedanê ya The Feminine Mystique (Tesewûfa Jinwarî) ê destpê dike. Ev pirtûk di sala 1963’yan de sîleyeke kovarên popûler a jinan (ku rêveberî di destê mêran de bû) dixe. Di nav kovaran de jinên ku dixebitin wek newrotîk û nebextiyar dihatin nîşandan û bextewariya jinan jî wek jina malê yan jî bi dayikbûnê ve dihat girêdan. Lê dîsa jî Betty Friedan wek Donna Allen bi bandor nîne û pêşengiya Allen wek mîrate ji bo pêşerojê dimîne. Donna Allen aktîvîstek e û azadiya sivîl û aştiyê diparêze. Di sala 1972’yan de Enstîtuya Azadiya Çapemeniyê ya Jinan (WIFP) ava dike. Dozên li hemberî weşanên jinan hatine vekirin dişopîne, li ser zextên polîtîkayê disekine û hewldaneke zagonî dide û li gorî wan jî raporan amade dike.

Enstîtuya Azadiya Çapemeniyê ya Jinan (WIFP)

Di sala 1977’an de Donna Allen û keça wê di manîfestoyên xwe de bang dikin. Ji bo felsefeyeke ragihandinê ji bo hemû mirovahiyê nêzikatiyeke aştîxwaz û di hêla polîtîkayê de jî daxwaza wekheviyê destnîşan dikin. “Ji bo pêşveçûna jinan pêdiviyek heye ku ji derveyî saziyên jinan, jinên ku di saziyên mêran de dixebitin jî heye. Jin divê di saziyên wiha de şaşitî û berevajîkirina mêran sererast bikin.”

Allen û keça wê ya duyemîn Martha Leslîe Allen ji bo rojnamegeriyeke femînîst 3 rêbaz diyar dikin: Teqez êrîş nekin, ji bo axaftina mirovan destûrê bidin û rojnamegeriya mêran red bikin.

Wê demê femînîzma lîberal hêdî hêdî berbiçav xuya dibû û ji hêla Enstîtuya Azadiya Çapemeniyê ya Jinan (WIFP) ve hinek dane tên tomarkirin: Di televîzyon an jî fîlman de ristên zayendiyê şaş nîşan didin an jî qet cih nadin jinan. Komîsyana Mafê Sivîlan a DYA’yê di raporeke xwe de balê dikişîne ser, di rêzefîlm û nûçeyan de temsîliyeta kesên rengdar ku zêde di medyayê de nayên nîşandan. Li gorî komîsyonê hinceta wê rewşê jî kesên rengdar û jin zêde xwe nîşan nadin û ji bo rêveberiya saziyên medyayê jî kêfxweş nînin. Ji ber wan sedeman di medyayê de temsîliyeta wan jî têrî wan nake. Di raporê de herî zêde balê dikişînin ser girîngiya televîzyonan.

[Televîzyon] li ser kesan û koman agahî dide mirov. … Ji temaşevanan re agahdariya, kî çi ye û çawa ye parve dike. Bi rêya televîzyonê kesên xuya dikin balê dikişînin û eleqeya li ser wan kesan e. Kesên di televîzyonê de xuya nakin, mirov wan tune jî dikare bihesibîne. (Komîsyana Mafê Sivîlan a DYA’ê, 1977)

Bi gelemperî ev analîzên daneyan, hem ji bo zayendperestî û hem jî di qada medyayê de pirsgirêka îstîhdama jinan derdixe holê. Li aliyekî din jî di hêla xwerêzdariya jinan de bandoreke neyînî derdikeve pêşberî mirovan. Nêzikatiya “mîtolojiya”  tevgerên femînîstan ên salên 60-70’yan wan doran ji aliyê Marjorie Ferguson ve xedarane tên pûçkirin. Ferguson dîsa daxwazên hevpar dubare dike; ji bo hêzgirtinê di medyayê de xuyakirina jinan, wekhevî, di saziyên medyayê de asteke bilind de temsîlkirina jinan û hwd…

Bi kurtasî sîpela duyemîn a teoriya medyayên femînîst di esasê xwe de teswîra jinan bi serweriya mêran ve girêdide. Teswîrkirin li vir rola zayend, netewe û çîn (pol) diyar dike.  Jin di lêgerîna li derveyî kar û xebatên kevneşopiyê de bibin jî dîsa jî pêşveçûna wan ji hêla mêran ve bihata astengkirin. Dîsa jî teorî li vir bandorên erênî ya jinan ku saziyên medyayê de cih girtine pêş dîtiye. Li vir tenê îstîsnayek heye ku ew jî ew e ku jinên di sektora reklamê de dixebitin. Di sektora reklamê de ji bo kêfxweşiya mêran bi nîşandayîna her parçeyê laşê jinan (lêv, çîmik, pêsîr) ve heyberî dikin (wek metayekê nîşan didin) û wek tiştekî seksûel nîşan didin. Bi her du awayî jî jin tim di nav hesta metirsiyê de dimînin. Nêrînên medyayê tim bi nêzikatiya îdeolojiya desthilatdaran ve tên îfadekirin û ev tişt jî li hemberî pêşveçûna hişmendî û gihandina kesayetê de pirsgirêkên mezin derdixin holê. Nêrînên wiha ne teqabulê rasteqîniyê ne û li derveyî rasteqîniyê dimînin. Lê mirov dikare bêje ku wek formên çandî hatine înşakirin. (Rakow, 2001; van Zoonen, 1994) Gaye Tuchmanê (1978) jî ji bo wê rewşê têgeha hêmaya (sembola) îmhayê bi kar tîne. Di Zanîngeha Birminghamê de Koma Lekolîna Jinan (1978) tecrubeyên çandî yên jinan dadihurînin û li ser çawa zayenda qadên çandî diyar dikin, disekinin. Teorîsyenên fîlma femînîst, bi rêya zayenda civakî beralîkirina nêrîna temaşevanan tespît dikin û bi vî awayî jî jin wek kesên dîtir (Other) pênase dikin.

Laurre Mulvey (1975)  ji bo îzahkirina dîtina dînamîzma zayenda civakî, teoriya şîtelkariya derûnî (psychoanalytic) bi kar tîne û nêrîna mêrê Hollwoodê teşhîr dike. Wek nîşaneya felsefeya Allen, daneyên medyaya nûçe çendanî (quantitative, nicel) bû. Di televîzyonê de çend akademîsyen, bijîşk an jî parêzer jin bûn? Di bernameyên zarokan de çend keçikan cih digirt? Di rûpela yekemîn de çend heb nûçe yên jinan bûn? Her çiqas bi xêrxwazî ev xebatên bijartinê pêk bînin jî dîsa jî xebatên wan xav diman. Tinazwer e ku dîsa jî lêkolîna çendanî ya teoriya medyayên femînîst kêm dihat dîtin û ji ber vê dihatin sûcdarkirin. Wê gavê ji hêla Tuchman ve ji nêzîkateyeke ecêb derdikeve holê. Tuchman bi guman nêzîkî lêkolîneran dibe û wan wekî ku akademîsyen in sûcdar dike. Lê ev sûcdarkirin adilane nîne. Qet nebe wê demê femînîstan ji bo lêkolînê nikaribû budceyeke terxan bikin (tahsîskirin). Di xebatên medyayê de lêkolîneran daneyên ewle kom dikirin ku xwediyê statuyeke baş bibin. Rexneyên çawanî (qualitative, nîtel) û sûda şîroveyan pir zêde berbiçav nebû. Ji ber wê xebatên daneyan hêrî zêde bi rêbaza çendaniyê ve dihat domandin. Lê dîsa jî bi tena serê xwe daneya çendanî bikêrnehatî bû. Even Gallager vêya wek paradoksê nîşan dide:

Alfred Hitchcock, Vertigo, 1958. Courtesy: Paramount/Kobal/Shutterstock

“Li ser naverokê nîqaşkirin xetereyek derdixe holê ku ew jî ji îhtîmala qelsdîtîna saziyên medyayê ya femînîstan e. Lê analîzên naverokê nekin jî, ji bo aktîvîstan hinek pirsgirêk derdikevin holê. Analîzek xurt neyê kirin ji bo veguherîneke erênî ew ê nikaribin stratejiya pêşveçûnê derbixin. Bi her awayî jî şînkirina teoriyê qels dimîne.”

Di salên 1966’an de ji aliyê Freidan û yên dinan ve saziyek tê avakirin, Rêxistina Jinan ya Neteweyî (NOW). Ev rexistin hê jî hîpotezên wiha li hemberî televîyonên pergalê bi kar tîne. Di sala 2002’yan de ji bo îfşakirina têgehên zayendperest, nijadperest û hwd. naveroka torên medyayê “dijmêrin.” Di nav wan de efsaneya rêveberiya cîhanê di destê mêran de ye û sûdwergirtina munasebeta cinsî ya jinan hene.