Rojnameya Heftane

Şoreşê şaran: Rojawa

Şoreşê Rojawanî verê çimane ma de 8 serrîyo cengê de  pîl de ra. Hem hereme hem kî şaranê hereme sero zilm û zorvajiya hukumdaran nêqedîya. Qûwete ke xoserîya şaran ra tersenê, xof cenê pêro…

Çandnasî û Kurdolojî

Çandnasî wek qadeke xebatên înter-dîsîplîner piştî salên 1970’yan û bi şêlûbûna sînorên navbera qadên cîyawaz ên zanistî ket rojeva akademîk. Çandnasî îro xwedî bergeheke fireh e û ji…

Keda jinan û korona

Êş û berdêla her demên zehmet jin dijî. Ev krîza di asta dinyayê de, berhema aqilê mêrê serwer e. Ew aqilê xwezayê, zindiyan, jinê û civakê qir dike, dibe sedema krîzên kurewî

Adar Şaman

Vîrusa koronayê bi xwe re krîza kurewî ya aborî û tenduristiyê anî. Pandemî bi xwe re cudakariya zayendî, çînî, nijadî û civakî ya heyî di vê pevajo de kurtir kir. Di hemû qadên jiyanê de ked û berhemên jinê nehate dîtin.

Kedxwariya mêr a li ser keda jinê dike, her ku diçe  hîn baştir tê dîtin û famkirin. Keda jinê, ya haveynê çavkaniya madî/manewî û perestegha civakê ye jî nehate dîtin.

Pîvanên civakbûnê li ser vê keda herî pîroz ava bûye. Desthilatî li ser ked û hilberîneriya jinê saz bûye. Di dîrokê de koletiya yekemîn li ser jin û keda wê bi pêş ketiye. Metingerî û hiyerarşiya yekemîn li ser nirxên jinê hatiyê sazkirin û pergala jinê, bûye hedefa şaristaniya navendî. Bi avakirina pergala mêr- serweriyê re, keda jinê hatiye înkarkirin, tune hatiye hesibandin û biçûkkirin. 

 Hêza avakirinê

Jin, her ku têkoşîn, zanebûn û rexîstina xwe mezin dike, êrîşên pergala desthilatdar jî li ser nirxên jinê zêde dibin. Lê  êdî jin jî ne jina berê ye, di jiyanê de xwedî gotin, biryar, hêz û çalakî ye. Di sedsala 21’emîn de hêza nasname û sekna vîna azad e. Jin,  xwedî hêza avakirinê ye. Her ku têkoşîna jinê ya li hember statûya koledarî û paşverûtiyê bilind dibe, qada jîna azad jî fireh dibe.

Wekhevî  û mafê hevjiyana azad a jinê di bin xeteriyê de ye. Jin, ji aliyê hesabxwestin, lêpirsîn û lêgerîna azadiyê de bi peş dikeve.  Destketiyên nû bi dest dixe. Jin, bi israra mezinkirina rexistinê qada jiyanê ya aîdê xwe her diçe mezin dike. Bi qasî berdêlên giranbuha, mohra xwe li serketinên mezin dixe. Nexasim jî, di parvekirina pêdiviyên jiyanî de jin û keda jinê di asta fedekariyek mezin deye.

Di rojên zor-zehmet de û serdemên qeyranên aborî, siyasî û civakî de her tim ya fedekarî jê tê xwestin jin e. Îro jî, li cîhanê krîza pandemiya vîrusa koronayê tê jiyîn û dîsa ji jinê tê xwestin ku barê vê pevajoya  xêrnexwaz deyne ser milê xwe!

 Aqilê mêrê serwer

Êş û berdêla her demên zehmet jin dijî. Ev krîza di asta dinyayê de, berhema aqilê mêrê serwer e. Ew aqilê xwezayê, zindiyan, jinê û civakê qir dike, dibe sedema krîzên kurewî. Di vê pêvajoyê de jinê  hêj baştir û bi hewleke şênber hêza xwe kire yek.   

Modernîteya kapîtalîst, qeyrana di asta cihanê de berbelavbûyî weke firsendê bi kar tîne. Keda destê jinê, hilberîn, afirîneriya hevjiyana jinê tim di bin êrîşê de ye. Di vê dema pandemiya Covid-19’ê de qirkirina li ser jinê ya fizîkî, çandî, derûnî, tenduristî, aborî û keda jinê giha asta herî mezin a cihanê. Tundiya li ser jinê li seranserî cîhanê hem zêde bû û hem jî keda jinê ya di van rojên krîzê de da, nehate dîtin. Tê xwestin ku jin, di her hêlê de fedekariyê bike, lewma heqdest û keda wê jî nayê dîtin. Hat xuyakirin ku  modernîteya kapîtalîst bi kêrî ewlehî, tendirûstiya jin û zarokan nayê. Di qada tendurîstiyê de yên dixebitin ji sedî 70’ê wê jin e. Lê ji hela ked û tenduristiyê ve, ti ewlehiya jinê nîne. Çawa ku keda jinê ya li malê weke  kedê nayê dîtîn, keda wê ya li qada tenduristiyê jî weke kedê nayê hesibandin.

Kesên bi şewba koronayê dikevin piraniya wan li malê tên tedawîkirin; kar û xizmeta van nexweşan jin dike. Kesên temen mezin ên xwe ji ber vîrusa koronayê tecrîd kirine jî li benda mirinê hatine hiştin. Dîsa di vê dema krîzê de dibistan hatin girtin û zarok li malê ne. Ji bo perwerdeya zarokan elaqedarî lazim e. Ev jî tê wê wateyê ku jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye. Aqilê mêrê serwer ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatî naxebite, hebe nebe divê gotina wî were esasgirtin. Di ber karê malê de tenê jin berpirsiyar tê dîtin û karê malê tenê weke yê jinê tê dîtin. Jixwe weke kar jî nayê hesibandin…

 Tundî zêdetir bû

Tê gotin ku pevajoya vîrusa koronayê di pergalê de gelek guhertin çekirin. Lê em dizanin ku tundiya di nav malê de ya li ser jin û zarokan zêde kir. Jin di van rojan de, hem krîza kurewî hem ya mêrê kujer dijî. Piştî pakêta qanûna înfazê ango efûya ji bo alîgirên AKP û MHP’ê hate derxistin, diz, kujerên jinan, tecawizkar û mafya hatin berdan û bi vê yekê re êrîşa li ser jinê du qat zêdetir bû.

Şîdeta hevjin, bav, bira û dewletê ne bes bû, îca di ser de jî  xizanî-feqîrî û bê karî hat. Ev jî bû sebeb ku bi dehan jin bên kuştin yan jî ji bo xwekuştinê neçar werin hiştin.

Jinên bê kar man ango ji kar hatin derxistin jî,  di aliyê derûnî û civakî de êdî nema karîn debara xwe bikin. Desthilatdar ji jina afrîner ditirse.

 Xetere bi dawî nebûye

Li hember şewba Covid-19’ê, têkoşîn di kar û xebatê de bi hişmendiya zanebûna jinê hat meşandin. Sazî, tevger, komele, kesayet û civaka jinê di vê pêvajoyê de hêza têkoşîn, berxwedanê û di xwedî-derketina li nirxan de hestên xwe kirin yek. Dabeşînek xwezayî di navbera saziyên jinan de pêk hat. Ev yek jî encama keda têkoşîn û ezmûna bi hezarê salan e. Xeteriya şewbê, li ser mirovahiyê hîn jî bi dawî nebûye û berdewam e. Îroj ji her demê zêdetir pêdiviya mirovahiyê bi aqilê jinê yê hestiyar, sekna wê ya polîtîk, çanda parvekirinê û hevjiyana azad heye. Ji ber ku têkoşîna jinê azadiya civakê ye.