Rojnameya Heftane

Divê kurd xwe ji mêtingêriyê rizgar bikin

Di dîroka tevger û têkoşînên şoreşger û her weha yên neteweyî de yên paradigmaya  xwe di asta destpêkê de li ser bingeha azadiya jinê sazî kirine, ez bawer im ne zêde ne. Dîtina azadiya jinê wek temînata azadiya civakê û vê yekê him di asta…

Hişyariya pêla duyemîn

Li cîhanê vîrusa koronayê (Covid-19) hê jî belav dibe. Her çend heta niha dermanê vîrusê nehatibe dîtin û çareserî peyda nebûbe jî, gelek welat gav bi gav derbasî pêvajoyeke asayî dibin û…

Ziman meseleyeke giran e

Li ser ziman û çanda kurdî bernameyeke tund a tunekirinê tê meşandin. Axivêrên kurdî her roj kêmtir dibin, bi taybetî rêjeyeka zêde ya malbatên kurd zarokên xwe hînî zimanê kurdî nakin. Lewma jî pêdivî bi xebateke domdar û kedeke zêde heye. Bi rastî jî meseleya parastina ziman barekî giran e, divê her takekesê/a kurd di vî warî de destê xwe bixe bin bar

Zekî Gurur

Kurd bi salan e ji bo zimanê xwe têdikoşin û li dijî her cure zext û zordariyan zimanê xwe gihandin van rojan. Nivîskar û zimannasê kurd Samî Tan têkildarî rewşa ziman û xebatên Tora Ziman û Çanda Kurdî pirsên rojnameya me bersivand.

Tora Ziman û Çanda Kurdî piştî komxebat û komcivînekê avakirina xwe îlan kir û dest bi kar û xebatên xwe kir. Dikarî ji destpêkê heta niha panorameyeke giştî der barê serencama Torê de raxî ber çavan? (Maseyên tematîk, sekreterya, desteya şêwrê, rêbazname)

Her wekî tê zanîn Tora Ziman û Çanda Kurdî li ser banga 45 kesan pêşî bi komxebatekê, piştra jî di destpêka sala 2020’an da bi komcivînekê ava bû.  Di komcivînê da nêzî 300 kesî beşdarî kir, 12 maseyên tematîk ava bûn, maseyan raporên xwe pêşkêş kirin. Di dawîya komcivînê da 27 kes wekî endamên meclisa Tora Ziman û Çanda Kurdî hatin hilbijartin. Meclisa Torê jî di civîna xwe ya pêşî da 5 kes wekî sekreterya peywirdar kirin.  Di heman civînê da ji bo nivîsandina rêbaznameyê komîsyonek hate peywirdarkirin û wê komîsyonê jî rêbazname nivîsand.

Her wiha ji bo amadekirina raporên xebatê û derxistina bernameya xebatê kesên pispor peywir wergirt, ew li ser raporên maseyan ên komcivîna mezin dixebitin da ku bernameya xebatê ya Tora Ziman û Çanda Kurdî derxin. Amadekarî ji bo civîneke nû ya berfireh dihate kirin, lê pêvajoya koronayê dest pê kir, lewra jî ew xebat rawestiyan. Niha xebat li ser medyaya civakî têne meşandin.

Kurdî di dîrokê de û nemaze ji serê sedsalê heta niha her rastî zext û fişarên sîstematîk ên bişaftinê hat. Lê em dibînin ku di 4-5 salên dawî de ev zext û êriş li dor bernameyekê tê meşandin û ev yek avakirina stratejiyeke zimanî li ser kurdan ferz dike. Di rewşeke wiha de gelo Tor dikare pêşengiya avakirina stratejî û plansaziyeke giştî ya zimanî ji bo kurdî bike?

Meseleya ziman meseleyeke giran e, xebateke berfireh û girseyî dixwaze. Tora Ziman û Çanda Kurdî di têkoşîna parastin û geşkirina zimanê kurdî de gaveka biçûk avêt.  Hewl dide ku hişmendîya dilsoz û dilsojîya çand û zimanê kurdî li nava civaka kurd belav bike, di warê parastin û geşkirina zimanê kurdî da hemû beşên civakê vexdiwîne qada xebatê.  Li alîyekî kend û kospên ku desthilatdar derdixin pêşberî kurdîperweran, li alîyê din jî wekî encama polîtîkayên wan ên bi dehan salan, dûrketina me ya ji çand û ziman heye. Ev hişmendîya çand û zimanê xwe bêkêr dibîne, jê direve, zarokên xwe bi vî zimanî û bi vê çandê perwerde nake jî encameke pest û pêkutîyên dagirkeran e û li ber geşbûna xebatê asteng e.

Divê em ji bîr nekin ku tiştê çarenûsa çand û zimanê me diyar bike, têkoşîn û xebata gelê kurd bi xwe ye.  Heke kurd biryara vê yekê bidin ku digel hemû êş û azaran, zilm û zordarîyê,  divê ew wekî kurd bijîn, hingî ew dikarin vî zimanî û vê çandê biparêzin, geş jî bikin.  Hewldana me jî ji bo vê yekê ye ku em xweşikî û dewlemendîya çanda xwe, zimanê xwe nîşanî her kesî bidin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî piranîya kedkar û dildarên ziman û çanda kurdî digire nava xwe, her wiha dikare li ser bingeha parastin û geşkirina çand û zimanê kurdî bi hemû kes û derdoran ra hevkarîyê bike, dîsa dikare ji bo parastin û geşkirina çand û zimanên din bi gelên din ra jî platformên hevpar ava bike.

Wekî qadeke sivîl a xebatê, têkoşîna ji bo ziman û çanda kurdî hê nû ye. Têkoşîna ji bo ziman di destpêka salên 2000’î  de bi çalakîya xwendekarên zanîngehan dest pê kir,  ji hingê ve  xebat di vê qadê da têne kirin, belê tecrûbe kêm e, lê dîsa jî potansîyeleke xurt heye, daxwaza parastin û geşkirina ziman û çandê her roj geştir dibe. Bi taybetî ciwanên kurd di vî warî de hêvîyeke baş didin mirov. Lewma jî em bawer in dê ev têkoşîn geş bibe û encamên baş bi dest bixe.

Di pêvajoya korona û karantînayê de Tora Çand û Ziman çi xebat kirin gelo? Di pêvajoyeke wiha de bi rêya onlineyê bişaftin bênavber dewam kir û li hemberî vê yekê xebatên torê çi bûn. Her wiha jiyaneke dîjîtal û online bêtir li ber me ye û ji bo vê qadê xebat û projeyên we hene gelo?

Li hemberî pişaftina online, sazîyên me jî dest bi perwerdehîya online a kurdî kir, ev xebat jî dê geş bibe. Pêşî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, piştre Med-Der û Weqfa Mezopotamyayê xebatên xwe yên ji bo hînkirina ziman û rêzimana kurdî li ser platformên medyaya civakî bi awayekî online pêk anîn. Her wiha gelek ciwanên kurd jî xebatên fêrkirina kurdî bi awayekî online bi rê ve dibin, ew jî cihê kêfxweşîyê ye. Tora Ziman û Çanda Kurdî dikare pêşengîya vê yekê bike ku ev xebat hê sîstematîk û hê bi pisporî pêk werin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî bernameyeke têr û tije derbarê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de derxist û gelek mijarên girîng bi pispor û zanayan da û dide gengeşekirin. Ji bo ku kurdî tenê di rojên sembolîk de nekeve rojevê û bibe tiştekî asayî û jiyanî, gelo çi dikare bê kirin û Tor dikare serpereştiya çi bike?

Her wekî me li jorê da xuyakirin, Tora Ziman û Çanda Kurdî dikare platformên medyaya civakî bi awayekî çalak bi kar bîne. Ne tenê di rojên taybet da her roj bi boneyên cur bi cur, bo nimûne dema êrîşek li ser kurdî çêbû, yan jî pêşketinek di warê çand û zimanê kurdî pêk hat dikare nûçe û agahîyan li ser tora medyaya civakî belav bike. Her wiha bi awayekî bi rêkûpêk dikare raporan der barê çand û zimanê kurdî da belav bike. Ji bo avakirina pergaleke perwerdehîyê ya online dikare xebatê bide destpêkirin. Helbet dem hatiye ku televîzyonên kurdî beşek ji weşana xwe perwerdehîya bi kurdî terxan bike. Belkî televîzyon bi tenê di vî warî da weşanê bike, dê baştir bibe.

Di demên dawîn de têkildarî axaftin, xwendin û nivîsandina kurdî hin anket tên çêkirin. Li gorî van anket û lêkolînan daneyên balkêş derdikevin holê. Tu ji bo van anketan çi difikirî û ev ji bo dahatûya kurdî çi dibêje ji me re?

Ev anket tiştekî nîşan didin; di gel hemû pest û pêkutîyan, gelê kurd dev ji ziman û çanda xwe bernade. Rêjeyeka zêde (nêzî ji sedî 90) dixwazin zarokên wan bi kurdî jî werin perwerdekirin.  Belê daxwaza parastina kurdî heye, lê belê tenê daxwaz têrê nake, polîtîka û bernameyeke zelal, xebateke birêkûpêk pêwîst e. Ji ber ku li ser ziman û çanda kurdî bernameyeke tund a tunekirinê tê meşandin. Axivêrên kurdî her roj kêmtir dibin, bi taybetî rêjeyeka zêde ya malbatên kurd zarokên xwe hînî zimanê kurdî nakin. Lewma jî pêdivî bi xebateke domdar û kedeke zêde heye. Bi rastî jî meseleya parastina ziman barekî giran e, divê her takekesê/a kurd di vî warî de destê xwe bixe bin bar.

Dîrok wek goristeneke zimanan e, gelek zimanan li ber bayê zemên xwe negirtine û winda bûne. Ji bo kurdî jî endîşeyeke wiha heye û ev yek zêdetir refleksên muhafazakar/conservative bi xwe re tîne. Gelo divê kurd bitirsin ji ber ihtimala nemana kurdî yan na?

Bi awayekî giştî metirsîya tunebûna kurdî nîn e. Li Başûr jiyan bi kurdî ye, li Rojava kurdî her ku diçe geştir dibe. Li Rojhilat tevî hemû pest û pêkutîyan jî wekî zimanê axafinê kurdî di nava civakê da serdest e. Lê belê bi taybetî ji bo bakurê Kurdistanê ev metirsî heye; jixwe li gelek herêman kurdî wekî zimanekî toreyî, wekî zimanê kal û pîran, wekî zimanê demên berê maye.  Li gelek bajaran zimanekî dureh derketiye holê; gelek kes her du zimanan (tirkî û kurdî) li gel hev bi kar tînin, ev zimanê dureh jî hêdî hêdî cihê xwe ji tirkî ra dihêle.

Ji alîyekî ve kurdî girêdayî çarenûsa kurdan bi xwe ye, ji alîyekî ve girêdayî helwesta wan a li hemberî ziman, çand û nasnameya kurdî ye. Gelo ew dixwazin wekî kurd bijîn an bibin tiştekî? Heke dixwazin wekî kurd bijîn divê helwesta xwe ya li hemberî ziman û çanda xwe biguhêrin, ji bo parastin û geşkirina zimanê xwe hewl bidin. Helbet mercên siyasî jî dê biguherin, guherîna wan mercan dê bi xwe ra pêşketinên mezintir bîne.

Nivîskar û zimannasê kurd Samî Tan li bajarê Semsûrê ji dayik bûye. Di rojnameyên Welat, Welatê Me, Ozgur Ulke Azadiya Welat, DÎHAyê de xebitiye û gerînendetî û nivîskariya rojnameyê kiriye. Bi salan di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de têkildarî ziman gelek xebat kiriye, wekî serok û hevserok kar kiriye. Pirtûkên rêziman û perwerdehiyê amade kiriye. Tan niha Hevserokê PENa Kurd e û di nav xebatên Tora Ziman û Çanda Kurdî de cih digire.