26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dagirkeriya dubare

Desthilata AKP’ê, di pêvajoya vîrusa koronayê de li dijî şaredariyên HDP’ê operasyona duyemîn a destserkirina vîna gelê kurd pêk anî. Di destpêka pêvajoya vîrusa koronayê de AKP’ê di 23’yê adarê de şaredariya Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Norşîn, Xalfelî û Gokçebagê desteser kiribûn û qeyûm tayînî şûna hevşaredarên wan kiribûn.

Di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de desthilata AKP’ê dîsa berê xwe da şaredariyên kurdan û di vê çarçoveyê de şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Xana Hawêl û Vartînîsê yên di destê HDP’ê de desteser kirin û bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû qeyûm tayînî şûna hevşaredarên wan kirin. Bi vê re ji 65 şaredariyan tenê 12 şaredarî di destê HDP’ê man ên din hemû hatin desteserkirin.

Hevşaredar binçav kirin

Di heman rojê de polîsan Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Havşedarê Xana Hawêlê Ramazan Sarsilmaz, Hevşaredarê Misircê Baran Akgul, Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş û Hevşaredarê Vartînîsê Casim Bûdak binçav kirin. Polîsan, deriyê mala Hevşaredar Bêrîvan Helen Işik a li Êlihê şikand û derî ji ber xist.

Polîsan dema Hevşaredar Yaşar Akkûş ji avahiya Şaredariya Îdirê derxist, Aksû bi wan keniya û got ku bila kenê wî ji polîsan re bibe derd. Aksû, piştre jî bi rêya parêzerên xwe ev peyam şand: “Hêza me ya herî mezin gel û kenê me ye. Me serî netewand û em ê netewînin jî.”

Alên tirk daleqandin!

Dema desteserkirinê, polîsan avahiyên şaredariyan dorpêç kirin û alên tirk bi avahiyên şaredariyan ve kirin û sirûda îstiklalê di aporlorên şaredariyan de bi gel dan guhdarkirin.  Ev hewldanên polîsan bûn sedema bertekên mezin. Nûnerên partiyên siyasî jî di nav de gelek kesan bertek nîşanî ev hewldanên polîsan da.

Piştî tayînkirina qeyûman hem li bajar û navçeyên şaredariyên wan hatibûn desteserkirin hem jî li bajarên din ji hêla HDP’iyan ve gelek çalakî hatin lidarxistin. Li bajar û navçeyên şaredariyên wan hatibûn desteserkirin, polîsan bi ava şid û gaza îsotê mudaxeleyî çalakiyan kir û hin siyasetmedar binçav kirin.

Tayînkirina qeyûman darbe ye

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, bi daxuyaniyekê bertekeke tund nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şareriyên partiya xwe da. Sancar, da zanîn ku tayînkirina qeyûman li dijî vîna gelê kurd darbe ye û ew bi tu awayî vê darbeyê qebûl nakin. Sancar, da zanîn ku wê bi rê û rêbazên demokratîk li dijî tayînkirina qeyûman derkevin û divê herkes zanibe ku wê HDP bi paş de gav neavêje.

Dîsa Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Xebata Tifaqê ya Kurdistanî jî bi daxuyaniyên nivîskî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê da. Her sê tevgeran jî destnîşan kir ku tişta AKP dike nenaskirina mafê hilbijartinê yê gelê kurd e û xwestin gelê kurd li vîna xwe xwedî derkeve.

Bêrêziya li dengê gel

Hemû rêxistinên HDP’ê yên navçe û bajaran jî bi daxuyanî û çalakiyan nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Di daxuyaniyên rêxistinên HDP’ê de hat destnîşankirin ku nîqaşên darbeyê yên di rojên dawîn de ji aliyê AKP’ê ve hatine kirin ji aliyê AKP’ê bixwe ve ketiye meriyetê û li dijî vîna gelê kurd darbeyeke siyasî pêk hatiye.

Di serî de CHP partiyên muxalefetê û derdorên demokrat jî li dijî tayînkirina qeyûman derketin û bertek nîşanî operasyona AKP’ê ya li dijî şaredariyên HDP’ê dan. Partiyên muxalefetê, diyarkirin ku hevşaredarên HDP’ê bi dengê gel hatine hilbijartin û tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê li dijî vîna kesên wan hilbijartine bêrêzî ye.

Li gorî PE’yê demokrasî di bin talûkeyê de ye

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor jî li ser hesabê xwe yê twîterê têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê daxuyaniyek da û berek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Nacho Sanchez Amor, bang li rayedarên AKP’ê kir ku dev ji polîtîkayên tayînkirina qeyûman berde û ev tişt got: “Qet nebe divê mafê diyarkirina şaredarekî demkî ji qonseyên herêmî re bê nasîn. Baweriya bi bingeha demokrasiyê di bin talûkeyê de ye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê